Serra Bucak: Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkên bajêr bênavber bixebitin

Namzeda hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, projeyên xwe ji ajansa me re vegot. Serra Bucak, diyar kir ew ê ji pêdiviyên gel re bibin çareserî û got: “Em ê ji bo texrîbatên qeyûman û çareserkirina pirsgirêkên bajêr bênavber bixebitin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Beriya ku demek kurt ji hilbijartinên xwecihî re bimîne, li bajarên Kurdistanê namzedên hevşaredarên yên DEM Partiyê diyar bûn. Namzedên ku di encama pêşhilbijartinên bi pergala delegasyonê ya dînamîkên xwecihî yên bajêr di nav de cih digrin de hatin diyarkirin, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê jî kirin. Yek ji bajarên ku namzetên wê hatin diyarkirin jî Amed e. Li Amedê ku ji bo herêmê xwedî di cihekî girîng e û yek ji bajarên ewil ên mezin e ku du heyaman qeyûm hat tayînkirin. Serra Bucak û Dogan Hatun bûn namzedên hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin. Me li bajarê ku di pêvajoya qeyûman de texrîbatek pir cidî çêbû û gendelî gihîştiye qirikê, yek ji namzedan Serra Bucak re der barê xebatên hilbijartinê û projeyên piştî hilbijartinê bikevin meriyetê de axivîn. Serra Bucak a ku jin, ciwan, zarok û xebatên çand û hunerê di projeyên xwe de xist reza ewil, ji bo çareseriya pirsgirêkên bajêr ên di aliyê civakî de tên jiyîn jî nirxandinên berfireh kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de bi dengên rêjeya ji sedî 60 ji aliyê HDP'ê ve hatibû bidestxistin. Hevserokên ku di meha Nîsanê de dest bi erka xwe kiribûn, di meha Tebaxa heman salê de bi qeyûmên hatin tayînkirin re hatibûn ji kar hatin girtin. Hilbijartinên ku îsal 31’ê Adarê pêk werin jî dê gel piştî 5 salan ji nû ve biçin ser sindoqan.

*Destpêke em dikarin we nas bikin? Serra Bucak kî ye?

Ez di sala 1976’an de li Amedê ji dayik bûm. Ji eslê xwe ji Siwêregê me. Ji ber ku malbata min beriya derbeya 1980’î neçar man koçî Stenbolê bike, ez li wir mezin bûm. Min di salên 90’î de li Elmanyayê zanîngeh xwend. Piştî wê 10 salan li Elmanyayê mam. Min li wir li Zanîngeha Bremenê beşa Pisporiya Karên Civakî xwend. Piştre ez derbasî zanîngeha Kolnê bûm û min wêjeya zimanê Elmanî û Îtalî xwend. Min di van salan de di komeleyên zarokan de kar kir. Têkildarî zarokên malbatên koçber xebatan meşand. Di sala 2006’an de li Amedê bi cih bûm. Heta sala 2012’an li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Rezanê min xebatan meşand. Malên piştgiriya perwerdeyê ji salên destpêkê yên şaredariyê ve habûn. Di vê xalê de karên pir baş dimeşandin. Piştî bi hevala Sabahat Tuncel re salek li Enqereyê min xebat meşand. Piştre di sala 2014’an de bûm encûmena şaredariya bajarê mezin. Heta ku qeyûm hatin tayînkirin min şêwirmendiya hevserokatiyê kir. Piştî wan salan di qadên ku herî baş dizanibûm de di xebatên zarokan de cih girt. Min dîsa di saziyên jinan de xebat meşand. Di sala dawî de min di rêveberiya parêzgehê ya Partiya Çepên Kesk de cih girt û di erka hevseroktiyê de cih girt. Niha jî wek namzeda hevserokatiya Şarederiya Bajarê Mezin li bajar xebatên xwe dimeşînim.

*Pêvajoya we ya namzedbûnê çawa dest pê kir? Di van salan de daxwaza we ya girtina erk û berpirsyariyan çawa derket holê?

Ez heta salên 80-90’î li Stenbolê mam lê di malbatek welatparêz de mezin bûm. Bavê min bi salan beşdarî vê siyasetê bû. Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Yeni Ulkeyê bû, parêzer bû, beşdarî xebatên partiyê dibû. Ez weke kesek di wan salan de di malbateke welatparêz de mezin bûm, dikarim bibêjim ku di mala me de her dem behsa siyasetê dihat kirin û dihat nîqaşkirin. Dibe ku em ji axa xwe dûr bûn lê li metropolan jî têkoşîna me berdewam kir. Di vê pêvajoyê de me jesên girîng ên siyasetê li mala xwe dikir mêvan. Dîsa di salên 90’î de hevalên ku ji girtîgehê derketin dihatin mala me. Em di atmosferek wiha de mezin bûn. Helbet em di nava nasnameya Kurd û têkoşîna Kurd de mezin bûn. Me bi vê hişmendiya siyasî li wir salên xwe derbas kir. Deme ku di nîvê salên 90’î de li Elmanyayê bûm, li wir bi tevgera xwendekarên Kurdistanê re min kar kir. Vegera min a Amedê jî bi vê reflekseka ku ji ber vê hişmendiya siyasî hat, çêbû. Di van salan de xebatên şaredariyên me yên gelek xweş hebûn. Min dixwest bibim beşek ji vê yekê. Helbet ev pêvajo ji bo min vegera axa min bû, ji ber ciheke ku bi salan e me ji dûr ve dît lê tevahiya hişmendiya me li vir çêbû, vegeriyam axa xwe. Erdnîgariyê min kişand vê derê. Ji wan salan vir ve ez li vir dijîm. Weke ciwanek Kurd min xwest li vir di van xebatan de cih bigrim. Ez li vir fêrî gelek tiştan bûm. Yekitî û rêxistinbûna têkoşîna me ava kir, bûn sedem ku bi vê derê ve girêdayî bimînim.

*Ev du heyamên dawî qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin. Hilbijartina pêşiya me jî wek hilbijartinek pir krîtîk tê binavkirin. Hûn jî yek ji wan namzedan in ku ji bo vê hilbijartinê xebatan dimeşînin û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Di vê pêvajoyê de we çawa biryara serlêdana namzediyê da?

Bi qeyûmên ku ev du heyam tên tayînkirin re hem îradeya me ya hilbijartin û hem jî hilbijêran tê xespkirin. Dema em ji vir dinêrin û dibêjin çima gelê Kurd bi heman biryardarî û hêzê diçe ser sindoqan, du bersiv derdikevin pêşiya me. Yek bersivek civakî ye, helbet ev gel hatiye qezenckirin, dev ji mafên xwe yên ku bi têkoşînê bi dest xistine bernadin. Bersiva herî baş a êrişên li dijî ji vê têkoşîna bi salan tê dayîn û mafên hatine bidestxistin, gelê ku di hilbijartinan de diçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne, dide. Ev hişmendî û hizreke kolektîf e. Helbet em ê ji vê yekê paşve venegerin. Ev têkoşîneke siyasî ku girêk bi girêk û sebrê hatiye honandin e. Me îsal beriya hilbijartinên xwecihî pêşhilbijartin pêk anî. Di vê hilbijartinê de dînamîkên herêmî jî di nav de gel namzedên xwe hilbijart. Em bi delegasyoneke mezin ku bi salan di nava partiya me de kar meşandine re ketin van hilbijartinan. Vê yek jî bi me hemûyan re kelecanek mezin çêkir. Ji aliyê gel ve me qebûlkirinê dît. Bûyîna perçeyek beşdarbûna vê têkoşîna demokratîk, hem di warê jinan, hem jî di aliyê min de li vir cih girtin, ji bo min pir girîng e.

Partiya me dixwaze jin di siyasetê û temsîliyeta wekhev de cih bigrin. Em partiyek ku bi salên dirêj ji bo azadiya jinan têdikoşin û berdewam dikin in. Ev têkoşîna azadiyê ji me re dibêje ku divê jin di hemû qadên jiyanê de hem di qada siyasî de hem jî di nava partiyan de cih bigrin û di her warê jiyanê de cihê xwe bigrin. Li ser vê yekê min serlêdan kir. Ji ber ku em girîngiyê didin pergala hevserokatiyê, hem di partiya xwe de hem jî di rêveberiyên herêmî de em her dem girîngiya wê tînin ziman. Em dibêjin divê di hemû rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê hebe. Ev rewş ji ber ku ji aliyê hikûmetê ve nayê fêmkirin û qebûlkirin nayê pêkanîn. Herî zêde qadên îqtîdarê rêveberiyên xwecihî ne û pergaleke ku tê de kesek tenê xwediyê gotinê ye, tenê wê me bigihîjîne xalek ku me teng dike.

*Qayûm hem di bajaran de hem jî di nava civakê de bûn sedema texrîbatên cîdî. Ne ji bo mirovan ji bo kesên alîgirên xwe û gendeliyan xebat dan meşandin. Ger hûn werin hilbijartin ji bo ku wan texrîbata ji holê rakin der barê civakê de projeyên çawa hûn ê bi pêş bixin? Hûn dikarin ji me re behsa van projeyan bikin?

Piştî hilbijartina 31’ê Adarê ya 2024’an em ê bi rastî jî bi hemû hebûna xwe di nava karên rêveberiya xwecihî de bin. Qayûman 8 sal in texrîbatên pir cidî dane avakirin. Ev pêvajo bi sîstema dizî, gendelî û xespê re hat meşandin. Qayûman li vê bajarê birînên mezin dan avakirin. Di jiyana mirovan de ev xuya dike. Di nava şaredariyan de hawayek bêbaweriyê heye. Kaosek wisa li benda me ye û em di ferqa vê tiştê de ne. Lê ji bo tekoşîna li hemberî vê yekê di destpêkê de beriya 31’ê  Adarê bi amadekariya rêveberên me yên demokratîk re nexşerêyek stratejîk bi plan a 5 salan e mê derxin. Piştre bi şeklekî lezgîn em ê komîsyonên hiqûqê ava bikin. Ji bo şaredariyên xwe hem di navçeyan de hem jî li bajarên mezin em ê komîsyonên xwe vekin. Em ê der barê firotina her tiştê ku aydî gel e, pêvajoyeke hiqûqî û tesbîtkirinê bidin destpêkirin. Em ê teqez qanalên agahiyê vekirî bihêlin. Me çi kir, çiqas vegerand, qayûman çi kiriye, em ê pirsên wan bibînin û wêneyê navaroka wan bikşînin. Em ê wan jî bi gel re parve bikin. Em ê tiştên ku qayûman kirine bi şeklekî vekirî bibînin. Piştî vê karên ku em bikin pir in û gelek qadên bi pirsgirêk hene. Piştî van lêkolînên nirxandina zirarê, em bi rastî çend tişt hene ku bikin. Ez ê bêyî ku pêşî li yek ji wan bigre, vana ragihînim, ji ber ku dizanim ew hemû pêşiyên xwe hene.

Ser navê mijara me ya sereke xizanî ye. Ev mijarek pir cîdî ye. Di vê welatî de krîzek aborî ya kûr heye. Herêm û bajarên me jî ji vê krîzê bi bandor dibin. Em dikarin di bin vê de gelek tiştan rêz bikin. Wekî şaredariyeke sosyalîst tişta herî girîng li ber çavên me ew e ku em pêdiviyên xwarinê yên zarokên di temenê dibistanê de bi cih bînin. Dîsa, em dikarin ji bo danekê hewcedariyên xwarinê yên xwendekarên zanîngehê bi cih bînin. Ev hemû tiştên ku di serê me de ewil ev in, jixwe ew karên ku şaredariyên me beriya tayînkirina qeyûman kirine. Di sala 2014’an de li nexweşxaneyan kaniyên şorbeyê hebûn. Ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê em ê yekîneyên pir cidî ava bikin.

Mijareke din jî xaniyên civakî ne. Piştî erdheja 6’ê Sibatê me dît ku li vî bajarî pirsgirêka me ya cidî ya xaniyan heye. Avahî tên hilweşandin û înşaetên nû tên çêkirin. Em ê bi komîsyon û yekîneyên teknîkî yên têkildar re li ser vê yekê hevkariyê bikin. Yek ji planên me yên stratejîk ên berê ew bû ku şaredarî xaniyên xwe yên civakî ava bike. Ev rejîma qayumê projeyên me yên ku pêdiviyên gel pêk tînin asteng dike. Dema em dinêrin piştî erdhejeke mîna 6’ê Sibatê çi qewimî, em dibînin ku rêveberiyên herêmî, yanî qayûm tiştek bi xwe re neanîn, berovajî wêraniyên mezin çêkirin. Ev hewcedariya xaniyan jî qadeke girîng e, em dizanin ku ev ne karekî ye ku tenê ji rêveberiya navendî re were hiştin.

Pirsgirêkek din jî plana veguhestinê ye. Plana veguhestinê pêdivî bi nûvekirinek cidî heye. Pêdivî heye ku em li ser bingeha hewcedariyên bi hevalbendan re hevdîtinê bikin çareseriyek mayînde û hevbeş ji vê pirsgirêka trafîkê re bibînin. Bo nimûne, ji bo teşwîqkirina veguhestina giştî bi kêmkirina bikaranîna wesayîdên taybet em çi bikin? Em ê nîqaşên ji bo kalîteya weguhestina taybet û riyên wan bi bandor ava bikin de çi bikin nîqaş bikin. Ev xebatên binêsaziyê ne û helbet xizmeta civakî ne; mijarek me ya herî girîng jî qada xizmeta civakî, qada zarokan û qada jinan ne. Di van waran de hem li gorî ezmûna salên borî û hem jî li gorî pêwîstiyên heyî yên di encama wêrankirina van 8 salan de, em ê li ser wê yekê bixebitin ku çawa bikaribin projeyên pêdiviyên hemû welatiyan pêk bînin. Em ê ajalên li kolanan jî ji bîr nekin. Komên eko-dost û ajalan jixwe ji niha ve bi me re li ser stargeh û pêdiviyên xwarinê yên ajalên bêxwedî nîqaş dikin.

*Di vê pêvajoyê de qayûman li bajêr dûrî zimanê zikmakî û nirxên gel xebatên çandî û hunerî li dar xistin. Xebat û armancên we yên li gorî daxwazên gel di warê meşandina xebatên çandî û hunerî de wê çi bin?

Weke ku hûn jî dizanin dema ku qayûm hatin wezîfedarkirin di destpêkê de xebatên me yên ziman û çandê hedef girtin. Xebatên jin, zarok û ciwanan jî hinek ji van bûn. Li vir, li ser pêşxistina zimanê Kurdî û zaravayên wê ku zimanê herêmê ye, polîtîkayek me hebû. Gelê Kurd û zimanê Kurdî rastiyeke vî welatî ye û di vê xalê de ji bo pêşxistina vî welatî xebat hatine meşandin. Pêdiviya her heremê heye. Ev der bajarekî Kurd e. Ji ber vê yekê em di polîtîkayeke ku daxwaza Kurdî axaftin di her qadên xizmetê de radiwestin. Ji ber vê yekê em ê li herêmên xwe bi proje û lêkolînên nû li ser pêşxistina ziman, nasname û çanda Kurdî qadên nû vekin. Hevalên me yên di vî warî de dixebitin hene. Hevalên me yên ku ji kevneşopiya NÇM’ê heta niha di her qadê de dixebitin, piştî qeyûman jî dev ji xebatên xwe bernedan. Bi vekirina qadên xwe yên alternatîf û qadên çandî xebitîn. Dema ku ew xebatên xwe dimeşînin divê em bibêjin ku em ê çawa bi van tevkariyan van qadan li şaredariyê ji nû ve zindî bikin û vejînin. Ev hemû wek armancên pir girîng li pêşiya me xuya dikin. Li vî bajarî şanoyên Kurdî yên taybet hene lê çima divê heman xebat li şaredariyê neyên ser dikê? Ev hemû çalakiyên ji aliyê sîstemê ve hatin hedefgirtin. Ev rasterast nasname, sedema hebûn û têkoşîna me ne. Beriya her tiştî dixwazin wan tune bikin. Em destûrê nadin van. Park û kolanên me hene ku navên wan hatine guhertin. Em ê destûrê nedin van jî. Em ê li cihekî her tiştê ku dîrok, tevn û nirxên vî bajarî nîşan dide hembêz dike û bi pêş bixe bin. Em ji sala 2014’an ve dibêjin şaredariya pirzimanî. Em ê projeyên xwe ji cihekî ku xwişk û biratiya zimanan diparêze bi awayekî ku pêdiviyên hemû gelên li vir dijîn pêk bînin.

*Li bajar ji bo zarok û ciwanan hûn ê xebatan çawa bikin?

Xebatên ji bo zarok û ciwanan mijarên girîng in. Weke ku we got pergal polîtîkayên şerê taybet hem li ser jinan hem jî li ser cih û warê ciwanan dimeşîne û wan hedef digre. Bi taybetî em ê ji bo zarokan xebatên xweser bikin. Pêdiviya zarokan bi perwerde û xwarinê heye. Divê em bikaribin zarok û ciwanên ku li vî bajarê bi xwezayê re bibin yek, derfet bibînin bikevin nava bîr û dîroka bajar û pêşeroja xwe wisa ava bikin bigihîjînin. Em ê li ser van esasan li pêdiviyên zarokan binihêrin, projeyên ku wan bi nirxên wan ên çandî û nasnameya wan ve bibin bixin pratîkê. Em bi van xebatan dikarin pêşî li polîtîkayên asîmîlasyonê bigrin. Aliyê ciwanan mijareke zor e, di dema pêşhilbijartinê de jî dema em bi ciwanan re hatin hev, me dît pergalê çiqas giranî daye ser ciwanan. Bikaranîna hişbir û tiryakê, li gelek taxên welatê me ji aliyê pergalê ve tê teşwîqkirin. Jixwe pergal hewl nade pêşî li vê yekê bigre. Dijberê vê bi pratîka xwe bingeha vê yekê çêdike. Em ê ji bo têkoşîna bi hişbir û tiryakê re yekîneyan ava bikin. Bi taybetî daxwazên malbatan ev e. Ji bo ciwanên xwe em ê cihê ku bikaribin lê bixebitin û cihên sporê ava bikin, rê û rêbazên ku wan ji tiryak û madeyên hişbir dûr bixin, bixin meriyetê. Pêdivî bi rêxistinbûneke berfireh a ciwanan heye. Ger em bikaribin vî bajarê bînin rewşeke ku ciwan bikaribin lê bijîn, di warê pîşeyî û çandî de xwedî derfet bin, em ê bikaribin ciwanan ji defik û kemînên pergalê rizgar bikin. Divê em di vî warî de pişgiriyek mezin û berfireh bidin ciwanan lewre pêdiviyan wan pir piştgiriyê heye.

*Yek ji aliyên ku bûn hedefa qeyûman jin bûn. Saziyên wan hatin girtin, qadên ku ji bo jinan xebatan dimeşandin hatin pasîfîzekirin. Di vê xalê de hûn e xebatên çawa bikin ji bo bajar bikin bajarê jinan hûn ê gavên çawa bavêjin?

Salên dirêj in, ji dema ku şaredarî ketin destên me heta roja îro, xebatên me yên ji bo jinan, bi paradîgmaya azadîxwaz û demokratîk hene. Di van çend salan de gelek xebat hatine kirin û sazî hatine vekirin. Li ser vê mîras, kevneşopî û tecrubeyê, têkildarî qada jinan gelek projeyên me hene. Em ê destpêkê cih û warên ku ji aliyê qeyûman ve hatine texrîbkirin ji nû ve ava bikin. Em polîtîkayên jinan, serokatiya daîreyan û gerînendehiyên xwe ava bikin û bi riya şaredariyan jinan bikin xwedî kar. Di vî warî de em ê bi komîsyonên jinan û yekîneyên îstîhdamê re bênavber bixebitin. Profîla jina maqûl a ku pergalê ferz kiriye heye. Têkiliyeke malbatî ya di ser jinan de tê meşandin û têkiliyeke ku objebûyînê dipejirîne heye. Em dijberê vê dizanin ku jin kirdeya jiyanê ye. Em ê vê çandê li ser esasê azadî û wekheviyê ji nû ve jiyandar bikin. Divê em jinan di nava civakê de bigihîjînin xaleke azadîxwaz, wekhevîxwaz û li her cihê diçe dikare xwe îfade bike û bi cewhera xwe bimîne. Ji bo vê jî em ê projeyan bi pêş bixin. Di mijara pêşxistina aboriya cihî de em ê jin û ciwanan bifikirin û li gorî wê karê xwe bikin. Di salên berê de jî kooperatîfên me yên çandiniyê hebûn. Em ê ji nû ve bi lezgînî dest bi wan xebatan bikin. Wekî din pêdivî bi navendên polîtîkayên jinan heye, vekirina van navendan dê gava me ya herî pêşîn be. Em dixwazin li bajar pirtûkxaneya jinan vekin. Beriya qeyûm porjeya me ya muzeya jinan hebû, em dixwazin wê bixin pratîkê. Em dixwazin muzeya hunera jinan a ku dîroka jinan derdixe holê û xwedî bîr û dîrokê ye ava bikin. Ji bo em van hemûyan bi lezgînî bixin pratîkê em ê bixebitin. Van porjeyan em ê bi hêzên bajar, saziyên civaka sivîl û hemû saziyan re bi fikir û aqilê hevpar bixin meriyetê.