Serpêhatiyên şer: ‘Li Xezayê yên mirin rizgarbûn û yên rizgarbûn jî mirin’
Ayah Ebû Nasr a di pirtûka xwe de balêdikşîne li ser çîrokên windabûn û rizgariyê, bi belgekirina dengê jinên Filistînî yên ku bi şer û koçberiyê re têdikoşin, nivîsandinê vediguherîne amûrekî berxwedanê ku hafizeyê diparêze û kûrahiya êş û hêviyê derdixe
REFÎF ISLÎM
Xeza – Nivîskar Ayah Ebû Nasr a di encama êrîşa balafirên arteşa Îsraîlê ya li dijî mala wan a 5 katî ya li bajorekê Beyt Lahiyê de 150 ferdên malbata xwe windakir, ji êrîşê sax rizgar bû û vê bûyerê di pirtûka xwe ya binavê “Li Xezayê yên mirin rizgarbûn û yên rizgarbûn jî mirin” de belge kir. Pirtûk, hûrgiliyên jiyana cuda ya jinan di dema qirkirinê de jiyan kir jî vedibêje.
Rizgarbûna kêm
Nivîskar Ayah Ebû Nasr, diyar kir jêhatîbûna wê ya nivîsandinê di dema ciwantiya wê de piştî windakirina bavê wê derketiye holê û da zanîn ji bo îfadekirina hestên xwe serî li peyvan daye. Ayah Ebû Nasr, piştre vê jêhatîbûna xwe bi rêya qursên nivîsandinê û xwendina bi dehan pirtûkan pêşxistiye û îro pirtûka wê gihişt xwîneran.
Nivîskar Ayah Ebû Nasr, da zanîn êşa windakirinê bûye sedema cara duyemîn binivîse û wiha axivî: "Windakirina 150 ferdên malbatê ya di carekê de ne hêsan e. Min xwişk û birayên xwe, mamên xwe, metên xwe û zarokên wan ên biçûk windakir. Dibe ku ez hêj nikarim vê yekê qebûl bikim. Me biryar da ku tevahiya pêvajoya şer mîna malbatek bi hev re bijîn û ger tiştek çêbibe em bi hev re biçin.”
Tesaduf dikare jiyanek nû bide
Ayah Ebû Nasr, der barê rizgarbûna xwe ya ji êrîşê de diyar kir ku tesaduf di rizgarbûna wê ya ji mirinê de roleke mezin lîstiye û wiha got: “Beriya çend seatên êrîşa balafirên Îsraîlê ya li dijî mala me, telefonek hat û hate gotin ku xwariza ya min a mezin jiyana xwe ji dest daye. Ez û dayika xwe ji bo sersaxiyê çûn mala xwişka min. Yên mayî jî amadekariya pêkanîna rûtînên xwe yên rojane yên di dema şerê qirkirinê de dikirin. Lê rastî êrîşên balafirên Îsraîlê hatin.” Ayah Ebû Nasr, dayik û xwişka wê, bi êşa windakirina hêzkiriyên xwe re tenê man.
Windakirin, hesret, hesreta ji bo rabirdû û malbatê, tirs, birçîbûn, nexweşî… Ev hemû hestan destpêkê bû sedem ku Ayah berê xwe bide nivîsandina rojnivîsk û piştre berê xwe rojnivîskên bi dehan jinên ku li dijî koçberî û mirinê re têdikoşin nivîsî ye. Van jinan ji hemû aliyan vê dengên mirin û bombebaranê dijîn û bi vî rengî hewl didan giraniya şevên bêdawî yên wêrankirina girseyî sivik bikin. Ayah Ebû Nasr, diyar dike ku ew dixwest zilm û zordariya van jinan jiyan kirine nîşanî cîhanê bide û got: "Çîrokên nayên nivîsandin tên jibîrkirin, ji ber vê divê pirtûk bibe cihekî ku him serpehatî û him jî tiştên min bihîstiye bihewîne.”
Heta ku jin biaxîvin çîrok wê xilas nebin
Ayah Ebû Nasr, da zanîn ji bo guhdarkirina çîrokan bi jin û zarokên keç re roportaj kiriye û bi rêya guhdarkirina vegotinên devkî, dîrok, dem û cîh tomar kiriye. Çîrokên dihatin vegotin baweriya ku heq dikir dida Ayah. Ayah Ebû Nasr, diyar kir biryar daye hûrgiliyên dawetekî li Filistînê ya di dema qirkirinê de tomar bike û axaftina xwe wiha domand: “Lêbelê bûk telefon kir û hevdîtina me îptal kir. Ji ber ku zava di dema êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.”
Ayah Ebû Nasr, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir her jineke Filistînî xwedî çîrokek bêhempa û êşek bi tena serê xwe dijî ye: “Windakirin tenê bi jiyanan ve sînordar nîne; kevirên ku ew hewil didan bi salan avabike, ji nişkê ve hilweşiyan, darên ku jin bi destê çandine tûne bûn. Lewma pir girîng bû ku ev hemû hûrgulî û yên din jî bên tomarkirin. Vê tiştê tenê jinekî ku ji bo domandina jiyana xwe têdikoşe, dikare fêm bike.”
‘Tenê pirtûkek ne têrkêr e’
Ayah Ebû Nasr, destnîşan kir ku ji bo berhevkirina çîrokên bi sedan jinên Filistînî tenê pirtûkek ne têrkêr e û got: “Pirtûke, ji bo vegotina hûrgiliyên hov û tirsnak ên sûcên jin dijîn, ne têrkêr e. Rojek ez rastî jinekî ku hewil dida belgeya mirinê ya birayê derbixe re rast hatim. Hûrgiliyên jinê bala min kişand û min hinek pirs jê kir. Jin bi van gotinan bersîva min da, “Min li her bajarê zarokek winda kir; yek li Cebeliye, yek li Beyt Lahiye û ya sêyemîn jî li Xezayê. Hevjînê min jî li başûr bû. Ez niha hewl didim belgeya mirinê ya çaremîn hezkirinê xwe ya derxim.
Her çend di çîrokên jinan de êş serdest be jî, hewl didan di daweta xwe an jî hatina pitikek nû de keyfxweşî an jî kênekî biçûk bidizin. Ev yek wan ji bo domandina jiyana xwe ya tijî astengiyan, xurt kir. Ji ber ku neçar bûn li ber xwe bidin û tu luksa wan tûne ku piştî windakiriyên xwe dawî li jiyana xwe bînin. Jin stûna konê ku ew zêdetirê du sal in xwe lê spartîn bû.”
Nivîsandina bê pênûs û bê kaxiz
Ayah Ebû Nasr, behsa zehmetiyên di dema amadekirina pirtûka xwe de pê re rû bi rû ma kir û da zanîn nebûna qelem û kaxezê ya di dema qirkirinê de zehmetiya herî mezin bû: “Gelo kî dikaribû di rûbirûbûna birçîbûnê de qelemek hilgire an jî çalakiyek derûnî nîşan bide? Lewma, min nivîsên xwe bi rêya telefonê qeyd dikir. Şarza telefona min beriya nivîsandina nivîsên min xilas dibû. Ji ber ku şarza telefona min bi rêya enerjiya tavê tijî dibû, min tiştên guhdarkiriye, roja din dinivîsand.”
Ayah Ebû Nasr, di dawiya axaftina xwe de diyar kir carna nivîsên xwe li ser qoşeyên vala yên pirtûk û pakêtên alîkariyê dinivîsan û wiha got: “Min li şûna qelemê, amûrekî ku bikarîm ramanên xwe tomar bikin, bikardanî. Nivîsandin perçe perçe û dijwar bû û rojan û heta mehan domkir. Min bi alîkariya hevalek xwe weşanxaneyek dît û dema ku pirtûka min cara ewil bi nûçeya agirbestê hate weşandin, ez pir kêfxweş bûm. Kêfxweşiya min du qat zêdetir bû û biryardariya min a nivîsandina beşa duyemîn jî xurt bû.”