Serokomarê Îraqê guhertina Zagona Rewşa Kesane erê kir!
Çavkaniyek ji medya Iraqê re ragihand ku Serokkomarê Iraqê, guhertina Zagona Rewşa Kesane jî di nav de, sê projeyasayên nakok, erê kir.
Navenda Nûçeyan – Tevî nerazîbûn û bertekên tund yên navxweyî û derveyî welat jî, her sê projeyasayên nakok yên Yasaya Rewşa Kesî, Yasay Efûya Giştî û Yasaya Vegerandina Mal û Milkan li Xwediyên Wan, ji aliyê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hate erêkirin.
Li gorî agahiyên di medya fermî ya Iraqê de hatine belavkirin, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd Yasaya Rewşa Kesî, Yasay Efûya Giştî û Yasaya Vegerandina Mal û Milkan li Xwediyên Wan pejirand.
Yasayên hatine pejirandin li seranserê Iraq û derveyî welat, bûn sedema nerazîbûn û bertekên tund. Bi taybet Yasaya Rewşa Kesî ya jimara 188 ya Iraqê dê bibe sedema binpêkirina hemû mafên jin û zarokan û zewicandina zarokên keç ên di temenê 9 salî de.
Her wiha Şîe di wê baweriyê de bûn ku bi efûya giştî dê çeteyên DAIŞ’ê bên berdan, Sunnî û gelek rêxistinên civaka sivîl li hundir û derveyî welat li dijî guhertinê bûn.
Hêjayî gotinêye ku di 21’ê Çileyê de Parlamentoya Iraqê her sê projeyasayên Yasaya Efûya Giştî, Yasaya Rewşa Kesî û Yasaya Vegerandina Mal û Milkan di carekê de pejirand. Lê piştî nerazîbûn û giliyên li ser projeyasayan, di 2’ê Sibatê de bi biryara Dadgeha Federal her sê yasaya hatibûn rawestandin. Lê di 11’ê Sibatê de Dadgeha Federal biryara rawestandinê hilweşand. Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê biryara rawestandina yasayan da û şûnde partiyên Sûnî nerazîbûn nîşanî vê biryarê dabû. Serokê Partiya Teqadûm a Sûnî Mihemed Helbûsî li dijî biryarê banga protestoya mezin kiribû.