Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî hate binçavkirin

Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê bi îdiya “helwesta li dijî destûra bingehîn” hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê, Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî binçav kir.
Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” derheqê Azer Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin.

Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esîl ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir. Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan. 

Azer Mansurî piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî, bûbû seroka giştî ya eniyê.