Serdanên Şandeya Bakurê Kurdistanê li Rojava didome
Şandeya Bakurê Kurdistanê ku ji bo piştgiriyê li Rojavayê Kurdistanê ye, li Qamişloyê bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya û piştre bi Kongra Star re rûnişt.
Navenda Nûçeyan- Şandeya Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, wekîl û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tê, ji bo piştgiriyê ji duh ve li Rojavayê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyan şande, destpêke li Qamişloyê bi PYD’ê re civiya û pîştre çû avahiya Kongre Star. Şande ji aliyê endamên Kongre Star ve hat pêşwazîkirin.
Şande dê ji vir bi partiyên din ên Kurd re hevdîtinan bike. Tê payîn ku ji şandeyê daxuyaniyek çapemeniyê ya derbarê serdanên îro de were dayîn.