'Xala 51’an dê rê li ber darvekirina rojnamevanan veke'

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, guhertina di Xala 51’emîn a Qanûna Cezayê û damezrandina Mekanîzmaya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber de, red kir û destnîşan kir dibe ku ev xal rê li ber darvekirina rojnamevanan veke.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê rojnamevan, ji ber pevçûnên domdar û qedexeyên giran ên di pêkanîna erkên xwe yên pîşeyî de bi zehmetiyên giran re rûbirû ne.

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, di daxuyaniya xwe ya îro de guhertina Xala 51’emîn a Qanûna Cezayê ya 1991’an û biryara Serokwezîrê hikûmetê ya damezrandina Mekanîzmaya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber, bi zimanekî tund red kir.

‘Ev yek dikare bibe sedema cezayên giran ên wekî cezayê darvekirinê’

Sendîkayê, hişyarî da ku ev gav dikarin gef li azadiya çapemenî û derbirînê û mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê ya bi taybetî di nava pevçûnên domdar û qedexeyên heyî yên li ser çalakiya rojnamegeriyê de, dixwe. Sekreteriya Azadiyan a sendîkayê, diyar kir ku zêdekirina îfadeyekî ya di Xala 51’an a çalakiyên li dijî ewlehiya dewletê birêve dibe ku naverokên bi rêya platformên elektronîkî an jî medyayê tê belavkirin jî dikare bibe sedema sûc hesibandina çalakiyên rojnamegeriyê, lêkolîn û derbirîna ramanan. Sendîkayê, destnîşan kir ku ev yek dikare bibe sedema cezayên giran ên wekî cezayê darvekirinê an jî cezayê girtîgehê ya heta hetayê.

Banga parastina rojnamevanan

Sendîkayê, hişyarî da ku xistina karê rojnamegeriyê ya çarçoveya cezayên giran, dikare bibe sedema zêdebûna doz û otosansurê. Sendîkayê ku li dijî çavdêriya medyayê û platformên medyaya dîjîtal a di bin navê têkoşîna li dijî sûcên sîber de nerazîbûn nîşan da. Sendîkayê tekez kir ku pêdivî bi parastina maf û azadiyên bingehîn heye. Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, daxwaza betalkirina guhertina Xala 51’an û biryara avakirina Mekanîzmayek Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber kir. Sendîkayê, her wiha daxwaza nirxandina yasayên ku azadiyan sînordar dikin û bidawîanîna destwerdana fermî ya di operasyonên edîtorî yên rêxistinên medyayê de kir. Sendîkayê, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan, komeleyên pîşeyî û saziyên navneteweyî yên ku ji bo azadiya çapemeniyê hatine veqetandin kir. Sendîkayê ji wan xwest ku ji bo parastina rojnamevanan û mîsogerkirina mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê, helwestek zelal nîşan bidin.