Sendîkaya rojnamevanan bertek nîşanî girtina rojnamevanên jin ên Sûdanî da

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê bi daxuyaniyekê, binpêkirinên vê dawiyê li dijî rojnamevanên jin ên Sûdanê bi tundî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên Sûdanî Mayah Al-Nil Mubarek û Hajar Silêman di demên cuda de dema ku li ser erkên xwe bûn, ji aliyên hêzên Serwîsa Îstîxbarata Giştî ve rastî êrîşan hatin û hatin binçavkirin. Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê bi daxuniyekê girtin û binçavkirina kêfî ya Mayah El-Nîl Mubarek ji aliyê hêzên Servîsa Îstîxbarata Giştî ve li herêma Cebel Ewliya ya eyaleta Xertûmê û Hejar Silêman ku li mala xwe hat girtin şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevan dema li dibistaneke li herêmê azmûnên xwandevanên amadeyî dişopandin rastî tundiyê hatine. Wan birine odeya lêpirsînê, rastî lêgerîna tazî hatien û her wiha dest danîne ser telefon û çeneteyên wan ên şexsî.

Bi hincetên bê bingeh hatin sûcdarkirin

Di daxuniyê de hat îfadekirin ku 12 saetan hatine girtin û bi çend sûcan hatine sûcdarkirin. Wêneyên dibistanê yên ku kişandine weke ku ji bo koordînatiyê hatine kişandin nîşan dan. Her wiha bi sextebûna karta çapemeniyê hat sûcdarkirin, tevî ku qarta wê ya pîşeyî ya derbasdar hebû, di dema lêpirsînê de, li ser jiyana wê ya kesane, di nav de eşîr û karûbarên wê yên taybet pirs jê hatin kirin. Ev kiryar binpêkirinek eşkere ya mafên wê bû.

Divê nêzîkahiya li rojnamevanan li gorî pîvanîn pîşeyî be

Sendîkayê ev kiryar wek mînakeke eşkere ya binpêkirina mafên zagonî û bingehîn nirxand û daxwaza lêpirsînek tavilê, zelal û hesabpirsîna kesên berpirsyarên van binpêkirinan kir. Her wiha tekez kir ku pêwîst e rêz li qerta çapemeniyê ku belgeyeke fermî ye were girtin û daxwaz hat kirin ku milkên şexsî yên rojnamevanan ji bilî biryara dadweriyê neyên lêgerînkirin û da zanîn ku pêwîst e di nêzikahiya li dijî rojnamevanan de li gorî pîvanên pîşeyî û mafên mirovan tevbigerin û pirsên cudakar neyên pirsîn.

Rojnamevan bi astengiyan re rûbirû dimînin

Sendîkayê her wiha birina bi zorê ya Hajar Silêman ji mala wê ya li Xartûmê ber bi Dongola ya eyaleta Bakur, ji bo lêpirsîna dozgeriyê ya ji ber weşandina gotarek li ser gumanbariya gendeliyê di nav saziyê de şermezar kir.

Sendîkayê bertek nîşanî vê tedbîrê da, diyar kir ku ev yek li dijî prensîbên herî bingehîn ên edaletê ne û destnîşan kir ku dikaribû lêpirsîn li cihê rûniştina wê bihata kirin. Sendîkayê da zanîn ku ev kiryar alîgirî û hedefgirtina bê bingeh nîşan dide û cureyek zext û cezakirinê li dijî rojnamevan e, hewldanek ji bo tolhildanê li dijî erkên pîşeyî ye.