Semah Hemadî ya ji Hemayê: Min li vir hîs kir ku ez rastî jî jin im

Semah Hemadî bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û di pêvajoya damezrandina Rêveberiya Xweser de cih digre, dibêje: “Min li vir hîs kir ku ez rastî jî jin im û Bêrîtan sembola min a azadiyê ye.”

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê bi cihêrengî û pirzimaniyê tê naskirin, dibe wargeh ji jinên ku li aramî, ewlehî û azadiyê digerin û bi dîtina van tiştan jî ew jin bi xwe dikevin nava pergalê, di avakirin û pêşxistina wê de cih digrin û roleke aktîf dilîzin.

Semah Hemadî kî ye

Semah Hemadî ya ji Parêzgeha Hemayê di sala 1985’an de hatiye dinyayê. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re di sala 2012’an de berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li bajarê Zirganê bicih dibe. Piştî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê dike û bajarê Zirganê ji rejîma Baasê tê rizgarkirin, Semah jî dest bi rêwîtiyeke nû di jiyana xwe de dike û di avakirina pergaleke demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinan cih digre. Hêjayî bibîrxistinê ye ku mala Semahê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye topbarankirin.

Semah ji ajansa me re behsa rêwîtiya xwe ya piştî aloziya Sûriyeyê dike.

Ji parêzgeha Hemayê ber bi lêgerîna li azadiyê û naskirina Rêber Ocalan ve

Semah Hemadî got ku dema derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe çeteyên Cebhet El-Nusra serwer bûn û wiha domand: "Piştî wê bi demekê Rêveberiya Xweser hat damezrandin û di damezrandina wê de jî ji destpêkê ve min cih girt. Sedema ku hişt ez di damezrandina Rêveberiyê de cih bigrim ew bû ku min gelek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û dikaribûm bi fikr û ramanên wî bawer bikim. Ya ku di gelek pirtûkan de bala min jî kişand behskirina Rêbertî ji demokrasî, jiyana hevbeş û wekheviya di navbera jin û mêr de bû. Ji bo wê ez ber bi xwe ve kişandim û hişt ku ez jê hez bikim û riyekî cuda ji xwe re hilbijêrim. 12 sal in, ez riya Rêber Apo dişopînim."

12 salên têkoşînê

Semah Hemadî got ku gava xwe ya destpêkê ji Mala Jin avêtiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Destpêkê bi awayekî xwebexşane ez beşdarî Mala Jin bûm. Wekî karê min ê destpêkê di tevgera jin de gelekî bi bandor û cihê hezkirin û xweşiyê bû. Paşê bi salekê di warê dadweriyê de ji bo Dîwana Edaletê ez hatim hilijartim û weke dadgerek nêzî 2 salan li wir xebitîm. Paşê Meclisa Bajarê Zirganê hat avakirin û li ser hilbijartina min ez derbasî meclisê bûm, nêzî 9 sal in ez di Meclisa Bajarê Zirganê de cih digrim."

'Ger rejîma Beasê pergala me qebûl bikira wê rewşa Sûriyeyê îro wiha nebûya'

Semah Hemadî pêvajoyên ku Sûriye tê re derbas dibû wiha anî ziman: "Sûriye di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Pergala neteweya demokratîk û pergala me ya Rêveberiya Xweser jî bi gelek êrîşên ji gelek aliyan ve rûbirû ma. Di serî de êrîşkar rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk bûn lê gelek dewletên ku bi awayekî veşartî êrîşî pergal û projeya me jî kirin hebûn. Sedem jî projeya me projeyeke serkeftî ye û navnîşana xwûşk û biratiya gelan e. Bi nêrîna min eger Rejîma ketî Hikûmeta Sûriyeyê xwedî li pergala Rêveberiya Xweser derketiba û ji xwere kiriba mînak, îro wê Sûrî ne di vê pêvajoyê de ba.

Lê ev projeya me rastî her cûre û ji her çar hawirdoran ve êrîş hatin, ji ber projeyeke serkeftî di giştî cîhanê de ye û ez ê serkeftina wê di Rojhilata Navîn de tenê sînordar nekim. Projeya me rê li ber gelek danûstandinên di navbera me û dewletan û gelên azadîxwaz de vekir. Ji ber gel ev rastî dît ku projeya me ya demokratîk xilasiya wan a tekan e ye, ji ber di nav de azadî demokrasî û jiyana hevbeş dibînin û dijîn. Ji ber min bi xwe xwe cûdayî vê axê nedît û gelên li ser vê axê jiyan dikin ev cûdahî bi min nedan hîskirin û jiyankirin ku ez xerîb im. Wekî her welatiyek ez jî îro xwedî maf im û di nav pergalê de têdikoşim."

'Min li vir hîs kir ku bi rastî jî ez jin im û kesên li min guhdarî bikin hene'

Semah Hemadî got ku Semaha li Hemayê berê naşibihe ya îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha kesayeta xwe ya daye avakirin da nasîn: "Jin li Hemayê bê rol bûn ne di warê rêveberî, leşkerî û ne jî di sazî û dezgehan de dikarîbû xwe îfade bike û mafên wê yên jê hatibûn standin jî wiha mabû jineke bê maf û bê rol. Ez naşibihim Semah a kevn. Ez ê vê bi zelalî bêjim ku li vir gava ku min dest bi têkoşîna xwe kir min nû hîs kir ku rastî jî ez jin im. Berê hêza me yî gotina peyvekê tune bû, lê niha em dikarin nêrînên xwe bînin ser ziman û hene yên ku li jinê guhdar bikim. Ferqekî mezin heye.

Rêber Ocalan dibêje; ‘Mêr ji jinan ditirsin ku bihêz bibin, da ku textê wan nehejînin.’ Li herêma ku berê li dijiyam, li Hemayê ev gotina Rêber Apo piştrast dike, ji ber rastî jî mêr ji jinan ditirsin ku bihêz bibin. Roleke tenê ji jinan re qebûl dikin ew jî xwedîkirina zarokan di nava çar dîwarên malê de ye, ji derveyî wê jinên bi rol napejirînin. Ji lewre ev ferqa ku ez behsa wê dikim, cudahiya jiyana di nava pergala kapîtalîst û demokratîk ku Rêber Ocalan wê pejirandiye çawa rêve diçe ye. Ez bi xwe dikarşbûm di nav vê pergalê de xwe ava bikim û bibim şopdara ramanên Rêber Ocalan."

'Ji dest min bihata min ê pergala neteweya demokratîk li Hemayê pêk bianiya'

Semah Hemadî got ku ger ji destên wê hatibûya wê pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parêzgeha Hemayê pêk bianiya û wiha pêl da gotinên xwe: "Ez ji rewşa jinan li wir gelekî bandor dibim, ji ber li parêzgeha me tiştekî bi navê mafên jinan tune ye. Xewnên min serkeftina pergala neteweya demorkatîk, serkeftina Şoreşa Jinan û aştiyeke domdar ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Ji jinên ku li ser vê axê dijîn re ne tenê ji min re cudahî çavkaniya hêzê ye. Ya ku hişt ez Semaha berê biguheînim hebûna min di tevgera jinan û Rêveberiya Xweser de ye. Ji ber ku cudahî çavkaniya hêzê ye, li ser vî bingehê min kesayeta xwe ava kir ji ber ku pergala neteweya demokratîk ji jinan re dibe hem hêz hem jî rênîşan. Min Semaha berê da guhertin û hişt ku Semah a îro bibe xwedî şop û mohra xwe li şoreşê bide."

'Bêrîtan ji min re sembol e'

Semah Hemadî ji me re kêliyên ku bi bêhêzbûnê hîs dike çi wê bihêz dike wiha vedibêje: "Min gelek zehmetiyan kişand, heta ez îro weke jinek li ser xwe me. Gava ez bi bêhêzbûnê hîs dikim ez li jina ji xwe bihêztir dinêrim û jê hîn dibim. Ez ji şehîdên jin ya herî zêde ji xwe re sembol digrim û dibînim, şehîd Bêrtîan (Gulnaz Karataş) e. Bêrîtan me fêr kir ku divê çawa jin bi hêz bin, çawa ji hêla mêran ve neyên îstîsmarkirin. Bêrtîan canê xwe da tenê ji bo xwe teslîm neke. Ez gelekî bi Bêrîtan serbilind im û wê ji xwe re sembol dibînim. Bêrîtan û nêrîna li jinên ji min bihêztir, ev her du çavkaniyên hêza min in. Ez ji jinên ku di kesayeta xwe de bêhêzbûnê jiyan dikin dibêjim hewl bidin ku win ji wiha bihêztir bin û ji jinên ji xwe bihêztir binêrin û hêz bigrin, ji ber ew xwedî gelek ezmûn in di jiyanê de."

'Jinên li Sûriyeyê tên erkdarkirin jinên xwedî feraseta mêr û pergala kapîtalîst in'

Semah Hemadî li gorî rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe, weke rewşeke xeternaktir, pênase kir û wiha got: "Piştî ketina Esed û hatina HTŞ’ê li Sûriyeyê û serweriya wê, Sûriye ber bi rewşeke zehmetir ve diçe. Ji ber niha êrîş li dijî nasnameyan çêdibin, maf û hebûna neteweyên din nayên nasîn û şerekî nijadperestî rû dide. Hewldanê avakirina dewleteke îslamî li Sûriyeyê tên kirin lê belê divê ku ev çênebe û bi sernekeve. Ji ber serkeftina dewleta Sûriyeyê ya nû di naskirin û qebûlkirina hemû neteweyên wê re derbas dibe. Ji berê zêdetir xetere li ser hebûna jinan û mafên wan hene.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê jinan tê bihîstin û dikarin daxwazên xwe bînin ser ziman lê belê li parêzgeh û herêmên din ev gelekî kêm e. Ya ku ji jinên Sûriyeyê tê xwestin ew e ku dengê xwe bilind bikin. Ger dengê xwe bilind nekin wê dengê wan neyê bihîstin û her dem di bindestiyê de bijîn. Wê çaxê wê di destûra nû de jî neyên parastin û mafên wan jî tunebe. Jinên ku niha ji aliyê HTŞ’ê ve tên erkdarkirin jî jinên xwedî feraseta mêr û pergala kapîtalîst in. Ev xetereke zêdetir li ser jinan çêdike."

'Teror berfireh dibe û koka terorîstan nayê zanîn'

Semah Hemadî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Hêvîdar im ku jinên cîhanê destekê bidin jinên Sûriyeyê, ji ber ku em dibînin Sûriye ber bi Efganistaneke duyemîn ve diçe, teror her diçe dirêjtir û berfirehtir dibe, nayê zanîn bê koka van terorîstan ji kîjan welatî ne. Ez vê baş dizanim, ger ji jinên di hundirê parêzgehan de palpişt tune bin, wê nikaribin dengê xwe bilind bikin. Divê ku bihêz bibin, dem dema bilindkirina dengê xwe ye.

Êrîşên Tirkiyeyê û binpêkirina mafên jin û zarokan

Em li vir li Zirganê li hemberî dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên domdar, berxwedaniyeke bêhempa dimeşînin û sekneke birûmet raber dikin. Em bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dikin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan bibînin, bi taybetî sivîlên ku li bendava Tişrînê hatine hedefgirtin. Kîjan wijdan radike ku zarokeke 7 mehî dayik û bavê xwe di bombebarana Tirkiyeyê de winda bike û sêwî bimîne! Saziyên mafên mirovan van sûcan nabînin gelo? Ez bang dikim ji bo rawestandina êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin tevgerê. Mafên jin û zarokên tên binpêkirin lê dewlet çavên xwe digrij û temaşe dikin."