Selefî dixwazin Ciwanroyê bidest bixin
Bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokek olî û jiyana hevbeş a olan e, ew niha bi dijwariyan re rûbirû ye. Ramanên selefî ne tenê çanda herêmê hedef digre, têkiliyên malbatî û aştiya civakî jî dike armanc.

SOMA KERÎMÎ
Ciwanro – Bajarê Ciwanroyê xwedî xweşbîniya olî û jiyana baweriyan a bi hev re ye. Lê îro gefek nû li pêşiya vî bajarê xweş e. Niha bi belavbûna ramana selefî ya ku çanda herêmî hedef digre û li ser aramiya civakî gefê dixwe re rûbirû ye.
Di kevneşopiya baweriya Kurdan de xweşbînî
Dema mirov li dîroka baweriyê ya gelê Kurd a beriya Îslamê û piştî wê dinhêre, yek ji tiştên berbiçav “xweşbîniya olî” ye. Kurd bi sedan salan bi ol û mezhebên cuda re jiyane; radîkalîzma mezhebî wan ber bi tundiyê ve nebiriye. Ji bo Kurdan ji baweriyê zêdetir, têkiliyên ku li ser ziman û nasnameya neteweyî çêbûne girîng in. Li heman herêmê jiyana bi hev re ya komên olî ji bo wan asayî ye û ev yek gelek caran ne pevçûn, bi xwe re diyalog û aştiyê aniye. Vê meyla ku ji mîstîsîzm û manewiyatê re heye li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Ciwanroyê bûye bingeha pêşketina gotinên olî. Lê di salên dawî de bi ketina fikren Wehabî-Selefî yên radîkal, gefê li vê kevneşopiya bi aram dixwe.
Rewşa civakî û olî ya Ciwanroyê
Ciwanroya ku girêdayî bajarê Kirmaşahê ye, ji aliyê çandî, olî û nasnameyî ve xwedî dewlemendiyeke dîrokî ye. Zêdetirî şêniyên wê girêdayî mezheba Şafiî ne. Tevî baweriya xwe ya olî, girêdayî rîtuelên çandî yên wek cejna Newrozê, govend, şevbuhêrkan û dawetên kevneşopî yên Kurdan in. Lê di van salên dawî de, komên Selefî ketine vê herêmê. Ev kom, bi feraseta olî ya xwe dispêre tiştên şeklî û derxistina ji olê ya mezhebên din, xwe nîşan didin. Her wiha yekîtiya çandî û civakî hedef digrin. Kevneşopiyên herêmî weke “bîdet” (tiştên ku di dawiyê de li olê zêde bûne, xurafe) dibînin, bi hînbûyînên xwe yên hişk re nelihevkirî îlan dikin.
Riyên ketina wehabiyan
Ev kom, di ser medyaya civakî re bi propagandayên ku dimeşînin, ciwanan bi civînên taybet bi bandor dikin û carna bi sûdgirtina ji pirsgirêkên xizanî, bêkarî û krîzên nasnameyî, li ser nifşên ciwan bandorê çêdikin. Van komên ku xwe weke “nûnerên îslama saf” didin nasîn, pîrozbahiyên kevneşopî yên weke cejna Newrozê, muzîka gel û reqsên kevneşopî, dijberî şerîetê îlan dikin.
Mînak; di pîrozbahiyên Newroza îsal de hinek endamên van koman, bi riya gef û tirsandinê hewl dan pêşî li gel bigrin ku merasimên pîrozbahiyê li dar nexin. Lê gel bi hevgirtina çandî, pîrozbahiyên mezin li dar xist.
Bi cil por û tevgerên xwe dibin sedema fikaran
Hinek endamên van koman, di nava civakê de bi şekl û şemalê xwe yê cuda xwe diyar dikin. Bi por û rûyê belawela, çavên bi kil û bi cilên ji yên kevneşopî yên Kurdan cuda, di nava gel de fikaran çêdikin. Nûçeyên têkildarî tundiya gotinî, êrîşên fizîkî yên ji aliyê van kesan ve hatine weşandin. Mînak ciwanek dema bi kesek ji malbata xwe re bû, bi awayek bi guman hat derbkirin. Derket holê ku kesên êrîş kirine, girêdayî komeke radîkal in.
Aliyê ewlehiyê û hişyariyên herêmî
Di sala 2018’an de li herêmê nûçeyên têkildarî tesbîtkirina şaneyek Selefî hatibûn weşandin. Vê komê li herêmê, xebatên bicihkirina milîtanan û belavkirina fikrên radîkal dimeşand. Li dijî vê yekê, bi beşdariya lîderên olî, civînên agahdarkirinê hatin lidarxistin. Lê hê jî di nava civakê de fikar hene.
Civaknas hişyar dikin ku ger ev pêvajo nekeve bin kontrolê, dê pêşî li perçebûna civakî û pevçûnên mezhebî vebe. Ev yek jî ne li gorî çanda xweşbîn a Kurdan e.
Bandorên malbatî û şexsî
Sumeyye Muhammedî ya 20 salî ku vî navî li xwe kiriye, derbarê birayê xwe de wiha dibêje: “Berê kêfxweş bû, beşdarî pîrozbahiyan dibû. Lê ev sê sal in ji ber bandora hevalên derdora xwe pir guherî. Ji cilên min diaxive, dixwaze ez çarşevê li xwe bikim û rûyê xwe bigrim. Dema ku mêvan tên, li ser baweriyê bi wan re dikeve nîqaşan, dibêje ku birêkirina mêvanan jî heram e. Ji ber wê bavê min ê extiyar neçar dimîne mêvanan birê bike.”
Sumeyye, diyar dike ku ev raman di malbatê de fikaran çêdikin, tevgerên wî yên çors li dijî malbatê û helwestên ku didarizîne, bandorên giran dihêle.
Encam û berxwedan
Ciwanro ku cihekî xwedî çandeke dewlemend e, îro ne tenê bi krîza çandî re, bi gefa li ser aramiya malbatî û civakî re jî rûbirû ye. Di vê di têkoşîna bi olperestiyê re de; saziyên perwerdeyê, otorîteyên olî, yekîneyên ewlehiyê û medya bi hev re bixebitin. Zindîkirina nasnameyên herêmî, desteka ji bo perwerdeya olî ya nerm û parastina ciwanan a li dijî olperestiyê; ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê gavên pêşîn in.
Vê tecrubeyê careke din nîşan da ku gelê Ciwanroyê, bi berxwedana li dijî gefan, dînamîzma xwe ya çandî, hişyarî û zanîna civakî îsbat dike. Tevî zextan jî bi awayê bi coş pîrozkirina Newrozê, ne tenê bersiveke li dijî radîkalîzma olî, di heman deme de tê wateya yekîtiya civakî û nasnameya kolektîf. Berdewamkirina çalakiyên çandî û kevneşopî, li dijî bîrdoziya bi tundiya olî, xeta parastina xwedî kok ava dike. Gel careke din nîşan da ku dikare li dijî cudakarî û radîkalîzmê liberxwe bide.