Jinên Iraqî di çalakiya ‘Ji fikir ber bi projeyê’ de hatin ba hev
Li paytext Bexda ya Iraqê, çalakiya Înîsyatîfa ‘Ji fikirê ber bi projeyê’ ku armanc dike destek bide karsazên jin, ramanên wan veguherîne projeyên domdar, beşdariya wan a aborî zêde bike û derfetên kar biafirîne, bi merasîmekê bi dawî bû.
RAJA HAMID REŞÎD
Iraq- Çalakiya Înîsiyatîfa ‘Ji fikir ber bi projeyê’ ku li navenda Komeleya Bankên Taybet a Iraqê li Bexdayê bi hevkariya Tîma Neteweyî ya Jinan a Iraqê û Rêxistina Bihêzkirina Jinan hate lidarxistin, duh bi dawî bû. Di çalakiyê de projeyên aborî yên ji hêla jinan ve hatine pêşkêşkirin hatin nîşandan.
Şandeyek ji Sefaretxaneya Swêdê û her wiha nûnerên Serokkomarî, wezaretên cûrbecûr, saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl di çalakiyê de amade bûn. Ev beşdarbûn armanca bingehîn a înîsiyatîfê ya destekkirina jinan a di veguherîna ramanên xwe yên karsaziyê ya ji bo projeyên aborî yên guncaw û domdar û avakirina derfetên kar de, nîşan da.
‘Serxwebûna aborî rolên jinan bi hêz dike’

Koordînatora Giştî ya Tîma Neteweyî ya Jinên Iraqê Dîfaf El-Cerah, di axaftina xwe de da zanîn ku tîm ji aliyê Encumena Bilind a Jinan ve di 9’ê Tebaxa 2024’an de hatiye avakirin. Dîfaf El-Cerah diyar kir ku ji cotmeha 2025’an dema bi fermî dest bi xebatên xwe kirî heta niha, di mijara şopandina rêya ji bo armancên xwe zelal û bi biryar e û wiha got: “Ev pêvajo avakirina qadên xebatê yên li ser bingeha torê û entegrasyonê di qadên cûda de, di serî de rêxistinên civaka sivîl, digre nava xwe. Tîm wek platformek ji bo anîna ba hev a jêhatiyên jinan û yekkirina hewildanên ji bo pêkanîna çarçoveyên neteweyî û navneteweyî yên wek Stratejiya Neteweyî ya Jinên Iraqê û Armancên Pêşkeftina Domdar xizmetê dike. Bihêzkirina jinan di aliyê aborî de ne tenê vebijarkek pêşkeftinê ye. Her wiha, bingehek bingehîn û garantiyek rast ji bo hebûn û beşdariya wan a çalak di platform û mekanîzmayên biryardanê yên cûrbecûr de ye. Serxwebûna aborî û kapasîte, faktorên sereke di pêşvebirina beşdariya siyasî û civakî ya çalak de ye.”
Bihêzkirina jinan û afirandina derfetan

Seroka Rêxistina Hêzdarkirina Jinan Suzan Aref ji bo hevkariya berhemdar a di navbera Şêwirmenda Serokwezîr a Karûbarên Jinan, Ala Talabanî, Tîma Neteweyî ya Jinên Iraqê, saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl de spasî kir û wiha got: “Înîsyatîfa ‘Ji fikir ber bi projeyê’ pêşxistina kapasîteyê, rêberîkirin û pêkanînên pratîkî anîne ba hev. Însyatîf; rênîşandana rêwîtiyek ku ji bo beşdaran bi fikrê destpêkê û firsendan destpê dike, dîzayna pêşniyarên proje û metn di qonaxa amadekirinê de derbas dibe û di encamê de bi awayek îqnaker tê pêşkêşkirin û ji bo danasîna wê bi qezenckirina kêrhatiyên pêwîst temam dike.”
‘Ev înîsiyatîf pêşveçûna jinan xurt dike’
Dema rastiya beşdariya jinan di jiyana aborî ya Iraqê de li ber çav tê girtin, Suzan Aref bal kişand ser girîngiya zêde ya van hewldanan. Wê daneyên Banka Cîhanî yên sala 2025’an bi bîr xist û da zanîn ku rêjeya beşdariya hêza kar a jinên 15 salî û mezintir li Iraqê li gorî ya mêran ku ji sedî 72.6’ e, bi qasî ji sedî 10.9’an e. Wê anî ziman ku ev valahî pêwîstiya girîng a veberhênanê li jêhatîbûnên jinan û berfirehkirina gihîştina wan a kar, karsaziyê û çavkaniyên aborî eşkere dike û wiha got: “Rêxistina Bihêzkirina Jinan, bihêzkirina aborî ya jinan tenê wek meseleya dabînkirina çavkaniyek dahatê nabîne; berovajî, ew rêyek bingehîn ji bo pêşvebirina serxwebûna aborî, baweriya bi xwe, jêhatîbûna biryardanê û beşdariya çalak a di pêşketina aborî û civakî de dibîne. Ev înîsiyatîf têgihîştina ku jin ne tenê di qadên xizmetê ne, di heman demê de hevkarên çalak û afirînerên derfetan di pêşveçûnê de ne, xurt dike.”
Suzan Aref di dawiya axaftina xwe de got ku ev çalakî ne dawiya înîsiyatîfê bû; berovajî vê, destpêka rêwîtiyek nû ku tê de raman vediguherin projeyan, proje vediguherin derfetan û derfet vediguherin çîrokên serkeftinê ku jinên din jê îlham bigrin e.
Jêhatiyên jinên sozdar ên di karsaziyê de

Nûnera Rêxistina Bihêzkirina Jinan (Women's Empowerment Organization) Wathba Al-Tayyar jî, qonax û encamên sereke yên înîsiyatîfê anî ziman. Wathba diyar kir ku înîsiyatîf di qada raman û projeyên cihêreng ku xwesteka jinan ji bo beşdarbûna di hêza kar û karsaziyê de, nêzîkî 165 serlêdan wergirtiye. Wathba El-Teyyar, daneyên fermî yên Desteya Sîstemên Agahiyên Cografîk û Îstatîstîkan bi bîr xist û tekez kir ku rêjeya çalakiya aborî ya jinan li Iraqê bi qasî ji sedî 13.1’ e, ya mêran jî ji sedî 65.9’ e. Wathba Al-Tayyar bal kişand ser lêkolînên ku ji hêla Ofîsa Navendî ya Îstatîstîkê û Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ve hatine kirin. Wathba da zanîn ku jin di gihîştina fînansê de ji mêran zêdetir rastî zehmetiyan tên, bi taybetî di çarçoveya karsaziyên biçûk û navîn (SMEs) de rewş wiha ye û got: “Ev valahî dighîje ji sedî 51’an. Çareseriyên sereke ji bo piştgiriya jinan, hêsankirina gihîştina fînansê û her wiha afirandina qada xebatê ya guncaw di qada taybet û qada karsaziyên biçûk cih digre.”
Çalakî bi pêşkêşkirina sê projeyên serketî bi dawî bû:
Projeya ‘Tamra’ ya Karsaz Rusul Alaa Subhî: Ev proje hilberîn û firotina xurmeyên premium, tijîkirî û bi çîkolatayê pêçayî ku di pakêtên bilind de têne pêşkêşkirin da ku nirxa wan a bazarê zêde bike ye. Proje bi taybetî di qadên rojên taybet û diyariyan de, hedef dike ku hê zêdetir xwe bighîne kirîgeran
Projeya ‘Sha'ar Banat’ (Şekirê pembo) ya karsaz Zainab Raad Jassîm: Armanca vê projeyê ew e ku li navendên kirînê û navendên bazirganî bi çêkirina pemboyê bi şiklên taybet yên wekî kulîlk û karakterên kartonî xwe bighîjen malbat, zarok û ciwanan.
Projeya ‘Platforma Zincîra Nirxa Dîjîtal a Çandinî-Xwarinê’ ya karsaz Narîman Husseyîn Mohamed: Proje pêşxistina bernameyek mobîl ku cotkar, dabînker û kargehên hilberandina xwarinê bi hev ve girêdide û dibe alîkar ku navbeynkarên kevneşop (navbeynkarên firotanê yên bi toptan) ji holê bên rakirin.