‘Weke DAIŞ’ê dê aqilê serwer ê mêr jî winda bike’

Jinên ku biryara di Doza Kumpasê ya Kobanê de derket nirxandin, wiha gotin: “Wek feraseta DAIŞ’ê wê aqilê serwer ê mêr jî têk biçe. Yên têkoşîna azadiyê didomînin wê bi ser bikevin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin der barê hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedaran de hat vekirin, di 16’ê Gulanê de bi dawî bû. Di danişîna ku ji hevserok Fîgen Yuksekdag re 30 sal û 3 meh û ji Selahattîn Demîrtaş re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn de, li 5 siyasetmedarên jin jî ceza hat birîn û tehliye bûn. Der barê 12 kesan de beraet hat dayîn. Di çarçoveya dozê de biryara domandina girtina 13 kesan hat dayîn û ji siyasetmedaran re bi sedan salan ceza hat dayîn.

Parêzer û siyasetmedarên ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn, anîn ziman ku cezayên hatine dayîn di hikmê tunebûnê de ye û wiha gotin: “Tê xwestin tola Kobanê bê girtin.”

'Ger DAIŞ bi ser ketibûya wê ev doz nehata vekirin’

Parêzer Cemîle Turhalli ya ji destpêkê ve pêvajoya dozê dişopîne, anî ziman ku siyaset li şûna darazê biryaran dide û daraz jî tenê van biryaran teblîx dike. Cemîle Turhalli, diyar kir ku bi cezayên hatine dayîn re helwesta tolhildanê ya hikûmeta di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de jî ditîne û wiha got: “Em hemû dizanin ku ger îro DAIŞ li Kobanê bi ser ketibûya û sûcê qirkirinê pêk anîbûya, îro ev doz nedihat dîtin. Ev doza tolhildanê ye. Daxuyaniya MYK'ê ya di dîroka 6'ê Cotmehê de li ser medyaya dijîtal a banga mirovahiyê û bangek demokratîk û rewa ya xwedîderketina rûmeta xwe bû. Diyar kirin ku vê yekê bi derûniya sûc pêkanîne parve kirine û ne dadgehê, wan bi xwe dadgeh darizandin. Em bi vê biryarê dibînin ku hê jî tê xwestin ev tolhildan bê domandin.”

Doza Kobanê têkoşîna rûmet û heqîqetê ye'

Cemîle Turhalli, bal kişand ku biryara hatiye dayîn ji bo wan di hikmê tunebûnê de ye û wiha got: “Her çiqas dadgehê got ‘Me li gorî wijdanê raya giştî biryar da’ jî siyasetmedarên ku li vir di wijdanê raya giştî de tên darizandin. Sûcdarên rast îro li derve ne, sûcdar hatine teşhîrkirin û heman sûcan didomînin. Mixabin îro dozên bi vî rengî, ji aliyê hikûmetê ve ji bo veşartina sûc û gendeliya xwe tên pêkanîn. Îro siyaset û hikûmet, bi êrîşkirina gel û tevgera siyasî ya Kurd hewl dide di nava xwe de razîbûnek çêbike. Dixwazin ser lîstikên xwe bigrin. Doza Kobanê ku em di ferqê de ne û me eşkere kir, têkoşîna rûmet û heqîqetê ye. Siyasetmedarên Kurd rehîne ne. Em ê ji bo hemû hevalên me tehliye bibin û bigihîjin azadiyê, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."

'Weke DAIŞ'ê wê aqilê serwer ê mêr jî winda bike’

Parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş jî da zanîn ku aqilê mêr ê ku winda kiriye, bi hedefgirtina têkoşîna jinan û têkoşîna azadiyê ya civakê van cezayan daye. Sebahat Erdogan Saritaş da zanîn ku cezayên tên dayîn ne hiqûqî ne û têkoşîna wan dê bidome û wiha got: “Bi van cezayan re xwestin dengê jinên azadîxwaz bê qutkirin. Mîna ku hevserok Fîgen got, gotina dawî wê kesên têkoşîna jinan bilind bikin û li ber xwe bidin bibêjin. Em van biryarên daraza serwer a mêr nas nakin. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin. Feraseta DAIŞ’ê winda kir, wê aqilê serwer ê mêr jî winda bike. Ev di heman demê de derbeyek siyasî ye. Em weke jin wê li her derê bin. Aqilê serwer ê mêr wê her dem winda bike.”

‘Wê ev tarîtî bi dawî bibe’

Sehabat Erdogan Saritaş bi gotinên: “Rêhevalên me têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Bi awayekî neheq û bêhiqûqî rehîn hatin girtin. Ev biryar darbeyek li aştî û azadiyê ye. Wê ev tarîtî bi dawî bibe. Wê têkoşîna demokrasiyê ya jinan û civakê bi ser bikeve" bang li hemû pêkhateyan kir ku di bin banê têkoşîna demokrasî û rêxistinbûnê de têkoşîna xwe bidomînin.”