Pêşxistina qada petrolê zozanê Sohrabê dike xeterê

Destûra ku ji bo lêgerîna petrolê li Hewza 1 a Hora Mezin (Hor-El-Azim) hatiye dayîn, fikarên jîngehparêzan zêde kiriye. Çalakvan hişyarî dikin ku ev proje dê bibe sedema qirêjbûn û zuhabûna yek ji dawîn beşên zindî yên vê zozanê.

Navenda Nûçeyan – Destûra ku ji bo qada petrolê ya Sohrab li herêma Horûlezîmê hatiye dayîn, fikarên li ser pêşeroja Hewza 1, ku yek ji beşên zindî yên dawîn ên vê zozanê ye, derxistiye holê. Qada petrolê ya Sohrab li nêzî sînorê Îran û Îraqê ye û rezervên petrolê yên di bin erdê de bi qasî 2 milyar bermîl tên payîn.

Bandora projeyê ya li ser xaka hewza 1

Çalakvanekî jîngehê yê Xûzistanê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya herêmî ya Asr Iran ragihand ku di vê projeyê de, çêkirina 6 platformên petrolê û kolandina 20 bîrên nû li Hewza 1 hatine plankirin. Bi çêkirina bendavên axî, rê û xetên veguhestinê, dê nêzî 40 hektar ji vê herêmê bandor bibe.

Girîngiya jîngehî ya Hewza 1

Hewza 1 ku li bakurê Horûlezîmê ye, riyeke girîng a ketina ava Çemê Kerxeyê ye ji bo nava zozanê û heta niha av, qamîş û jiyana xwe ya xwezayî parastiye.

Metirsiya dubarebûna karesata hewzên 4 û 5

Çalakvanê jîngehê behsa rewşa hewzên 4 û 5 kir û diyar kir ku çalakiyên pêşxistina petrolê li van deveran bûne sedema ziwabûna zozanan û çêbûna navendên toz û bagerê. Niha îhtîmal heye ku ev rewşa xirab li Hewza 1 jî dubare bibe.

Xetereya qirêjbûnê û hişyariya jîngehparêzan

Wekî din li gorî agahiyên hatine dayîn, xebitandina bîrên Sohrabê dikare rojane zêdetirî 10 hezar metre sêçka ava şor ligel madeyên şile yên petrolê derxe holê. Ev yek di rewşa rijandinê de xetera qirêjbûna zozanan gelekî zêde dike.

Çalakvanên jîngehê hişyarî dikin ku pêşxistina qada Sohrabê dikare yek ji beşên jiyanê yên dawîn ên Hora Mezin bi awayekî cidî bike bin metirsiyê.