Saziyên çand û hunerê: Derfet hene em azadiya xwe mayinde bikin
Saziyên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke, diyar kirin ku li ser banga Rêveberiya Xweser beşdarî serferberiyê bûne û gotin: “Derfet hene em azadiya xwe mayinde bikin.”
Qamişlo – Sazî û tevgerên çand û hunerê yên pêkhateyên kantona Cizîrê li dijî êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li ser kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Bi dehan endamên Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera demokratîk, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Komeleya Çanda Suryaniyan, Komîteya Çand û Hunerê ya Encumena Civakî ya Ermenî, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Hunermendan û Dîwana Wêjeyê bi cil û bergên xwe yên folklorî di daxuyaniyê de amade bûn.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Tev-Çandê Kadar Hisê ve hat xwendin û wiha hat gotin:
“Dewleta tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e. Hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike, serî li her rê û rêbazê qirêq dide. Bênavber êrişên dijmirovî û derveyî hiqûqa şer, li ser gelê me ferz dike. Li hemberî van êrişan hemû hêzên cîhanî bêdeng dimînin û destek didin dewleta Faşîst a Tirk. Di çarçoveya heman polîtîkayan de êrişeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Halebê dest pê kiriye. Armanca vê êrişê ne tenê Şehba û Haleb e. Dixwaze axa Sûriyeyê tevahî dagir bike. Bi taybetî jî dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike. Çeteyên ku li derdora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne. Hemû qatil û talankar in. Xulamên dewleta Tirk in. Dijminên xweza, jin û civakê ne. Tecawizkar û xwînmij in. Dikevin kîjan deverê xirab dikin, xesp û talan dikin. Ew û dewleta Tirk dijminên mirovahiyê ne.
‘Em dev ji ax û rêveberiya xwe ya xweser bernadin’
Li hemberî van êrişan gelê me li ber xwe dide. Hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hemberî van êrişan diparêzin, bi hev re bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî li ber xwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin. Em dev ji azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bernadin. Em hunermend, rewşenbîr û endamên çand, huner û wêjeyê, li hemberî van êrişan û dagirkeriyê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê pêşengiya şerê gelê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênûs û hunera xwe xizmetê ji civaka xwe re kir, em ê îro bi hemû hêz û rêbazê li ber xwe bidin, têbikoşin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milên me.
‘Divê gelê me welatê xwe biparêze’
Em şervanên xwe yên di çeperên şer de ne pîroz dikin, bi dil û can li gel wan in. Em berxwedana gelê me yê li Şehba û Helebê pîroz dikin û çi bikeve ser milên me em amade ne. Bang li gelê xwe dikin ku bê teredut tevli parastina welat bibin. Li gel xeteriyan ji bo em welatekî azad bi cîhanê bidin qebûlkirin jî derfet hene. Derfet hene em azadiya xwe û Rêveberiya Xweser mayinde bikin.
Bi çanda neteweya demokratîk; Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermen, Çerkez û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê em ê serkeftî bi encam bikin. Em bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milên me. Bi taybetî em bang li hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. Ev şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike. Xwedîderketina li vê şoreşê xwedîderketin li xwe û civaka xwe ye. Em bi hemû hêza xwe tevli vê seferberiyê dibin û dibêjin; bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênûs û fikrên xwe, bi ked û çalakiya xwe, tevli berxwedana me bibin. Roj roja xîret û rûmetê ye. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Roj roja xwedîderketina li kerameta xwe ye. Roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.”
Daxuyanî bi gotina strana “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.