Sara Reza: DAIŞ’ê xwest nasname û çanda Şengalê bi tevahî tune bike

Tevî ku 12 sal di ser Fermana 74’an de derbas bû jî aqubeta jinên Êzidî hê nayê zanîn. Siyasetmedar û aktîvîst Sara Reza, wiha got: "Jinên Êzidî hê li hinek welatan tên kirîn û firotin."

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî- Di rojên herî germ ên havînê yên sala 2014’an de, di encama êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de zêdetirî 7 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 5 hezar jin û zarokên keç ên Êzidî hatin revandin. Ev yek piştî Komkujiya Enfalê ya ji aliyê rejîma Baas ya Iraqê ve pêk hat, di dîroka Rojhilata Navîn a nû de bû yek ji komkujiyên herî mezin li dijî gelê Kurd.

Jenosîda Êzidiyan a li Şengalê, bû sedema encamên gelek giran. Di êrîşan de, 2 hezar û 745 zarokan dayîk û bavên xwe winda kirin. Ji van hezar û 759 bav û 407 jî dayîkên xwe winda kirin. Bi tevahî 359 kes hem dayîk û bavê xwe û 220 zarokan jî hemû ferdên malbatên xwe winda kirin.

‘Êrîş berê hatibû plankirin’

Siyasetmedar û aktîvîst Sara Reza, diyar kir ku civaka Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de careke din rastî êrîşeke hovane ya DAIŞ’ê hatiye û wiha got: "Em di salvegera Fermana 74’an de şehîdên xwe bi bîr tînin. Ev êrîş ji berê ve hatibûn plankirin. Destpêkê êrîşê Mûsilê û piştre êrîşê çiyayê Şengalê kirin.”

Sara Reza îdia kir ku di dema êrîşan de nêzî deh hezar endamên çekdar ên KDP’ê û yên hikûmeta Iraqê hebûne lê çekên xwe berdane û ji herêmê derketine. Sara Reza, diyar kir ku çekên di destên gelê Şengalê de berê hatine desteserkirin û ev yek nîşan dide ku êrîş plankirî bûye li dijî civaka Êzidî pêk hatiye.

DAIŞ’ê xwest nasname û çanda Şengalê bi tevahî tune bike’

Sara Reza, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Şengalê neçar maye xwe bispêre çiya û geliyan û axaftina xwe wiha domand: "Jinên Êzidî hatin kolekirin û mêr bi komî hatin qetilkirin. Gund bi tevahî hatin wêrankirin û malbat ji hev hatin parçekirin. Piraniya kesên hatin rizgarkirin jî travmayek derûnî bi salan jiyan. Armanca DAIŞ’ê û piştgirên wî ew bû ku nasname, çand û gelê Êzidî yê Şengalê bi tevahî tune bike. Lê belê gelê Êzidî tevî Fermana 74’an jî çand, ziman û nasnameya xwe parast û îro jî vê yekê didomîne."

‘Jinên Êzidî hê jî li hinek welatan tên kirîn û firotin’

Sara Reza, da zanîn ku hê jî jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de ne û wiha got: "Rêxistinên mafên mirovan, hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî divê tiştê ku li Şengalê qewimî wekî jenosîdek li seranserê cîhanê nas bikin. Divê gavên berbiçav werin avêtin, jin û zarokên ku hê di destên DAIŞ’ê û piştgirên wî de ne werin rizgarkirin. Jinên Êzidî hê li hinek welatan tên kirîn û firotin."

Sara Reza, diyar kir divê gelê Kurd jî di mijara têkoşîna jinên Şengalê de tawîzê nede û da zanîn ku jinên Êzidî rastî guherîna bi darê zorê ya ol, revandina bi pergalî, koletiya zayendî û tundiya zayendî hatine û wekî koleyan li bazarên di bin kontrola DAIŞ’ê de hatine firotin. Sara Reza, tekez kir ku ev pêkanîn sûcê li dijî mirovahiyê ye.

‘DAIŞ berhema hêzên mezin e’

Sara Reza, îdia kir ku Tirkiye û hêzên mezin di derketina DAIŞ’ê de roleke mezin lîstine û mînaka Ehmed Şara da. Reza Sara wiha got: "Rastiya ku Ehmed Şara yê beriya demek DYE’yê ji bo girtina wî xelat danîbû, weke serok anîna Sûriyeyê nîşaneya vê yekê ye. Hêzên mezin û welatên ku Kurdistanê parçe kirin, berpirsiyarên avakirin û xurtkirina DAIŞ’ê ne û heta roja îro endamên DAIŞ’ê bi rastî nehatine girtin.”

Sara Reza, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Şengal îro jî di bin gefê de ye. Xeter bi dawî nebûye. Xetera ji bo Rojavayê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Ger pêwîst bike wê DAIŞ’ê dîsa wekî amûrek zilmê li dijî Kurdan were bikaranîn."