‘Salek e her roj 6’ê Sibatê li bîra me ye!’
Erdhejzedeyên Antakyayê Done Davulcu û Ayşe Kaplanoglu, diyar kirin ku salek e di konên ku tuwalet û hemamên wan tune ne bi malbatên xwe re di mercên zehmet de dijîn û gotin: “Her tişt her diçe xirabtir dibe.”
Antakya – Tevî ku di ser erdhejên 6’ê Sibatê ya bi navenda Mereşê çêbûn, salek derbas bû jî li Antakyayê hê jî birîn nekewiyane û jiyan asayî nebûye. Li Antakyayê hê jî cih tune ye mirov lê bijîn, hinek erdhejzedeyên ku konteynirên wan tune ne jî li ser xirbeyên malên xwe kon vegirtine û bê tuwalet û hemam di mercên zehmet de dijîn.
Jinên Antakyayê ku bi piştgiriya gel hewl didin li piyan bimînin, ji me re behsa zehmetiyên ku di konan de dikşînin kirin. Jinan bal kişandin ku roja 6’ê Sibatê ji bîr nekirine û her roj dijîn û gotin ku her roj rewşa wan xirabtir dibe.
‘Ne potên bebikan ne jî mama têr dike’
Done Davulcu, ya ku beriya erdhejê mala wê li Taxa Dagê bûye, diyar kir ku di erdhejê de ji mala xwe ya ku xisar dîtiye bi hevjînê xwe re xilas bûne. Dune Davulcu da zanîn ku xesuya wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, birayê hevjînê wê jî ji ber ku di bin xirbeyan de maye lingên wê jêbûne û got ku ji wê demê ve heta niha di konan de dijîn.
Done Davulcu diyar kir ku tevî salek derbas bûye jî di jiyana wan de tiştek baş nebûye û wiha got: “Em perîşan bûn. Her kes ji hev belav bû, me ji tu kesê alîkarî negirt. Bebika min hê sê mehî ye, hevjînê min xurdekariya dike, bi pereyê ku ji wir kar dike em xwe têr dikin. Ne pot ne jî mama têr nake. Ji ber ku em di konê de dimînin pêdiviya her dem bi texteyan heye. Em ji avahiyên xirabe ji xwe re texteyan tînin. Gelek caran dema em tînin mirov bi ser me de diqîrin. Ji ber ku mala me ‘bêxisar’ nivîsîne konteynir nedan me lê ger werin li malê binêrin dê bibînin ku dîwarek jî sax nemaye.”
‘Salek e em di nava perîşaniyê de ne’
Done Davulcu diyar kir ku ew di konê bê tuwalet û qirêj de hewl dide zaroka xwe xwedî bike û got ku salek e dewletê ji bo wan tiştek nekiriye. Done Davulcu da zanîn ku bi tenê mane û ji neçarî di nava xirbeyan de dijîn û wiha domand:
“Van deran êvarê pir sar e, ez bi zaroka xwe re dimînim. Hê pir biçûk e. Çend caran li vê derê ji ber baranê lehî rabû. Eşyayên bebika min di bin avê de man. Em li vê derê perîşan bûn, carna bi pereyê ku hevjînê min kar dike carna jî bi pot û cilên ku mirov tînin ez bibika xwe xwedî dikim. Ez nikarim tiyê xwe ye astengdar bibim derman bikim. Dewlet li wî jî xwedî derneket, di çaqa wî de platîn heye ger tedawî bibîne dê bikaribe bimeşe lê dewlet wê jî nake. Em salek e li vê derê ne, tenê me perîşan kirin. Salek e di konan de dimînin em ne tuwalet ne jî cihekî paqij heye.”
‘Tu alîkarî nekirin’
Done Davulcu, diyar kir ku êvarê ji bo mama ji bebika xwe re çêbike neçar dimîne findê pê û got: “Ez bi şev di van mercan de ji zaroka xwe re mama çêdikim, pir zehmet e, me got miheqeq ew ê alîkariyê ji me re bikin lê nekirin. Malbata me belav bû, jiyan ji me re nema. Ji tirsa ku dê tiştek bibe em bi şev nikarin rakevin.”
‘Gelek caran tiştek tune ye em bişewitînin û xwe pê germ bikin’
Ayşe Kaplanoolu, ya ku li heman taxê dijî jî got ku mala wan a duqatî rûxiyaye û bi hevjînê xwe yê astengdar re di konê de dijî. Ayşe Kaplanoglu got ku konteynir xwestine lê nedane wan, zehmetiyên ku dikşînin tu carî bi dawî nebûne û mercên wan her roja dixe nebaştir dibin. Ayşe Kaplanoglu diyar kir ku ne erdhejê ne jî bûyerên piştî wê çêbûne qet ji bîr nekiriye û wiha axivî:
“Hûn rewşa me dibînin. Tu tiştek me tune ye, ne betaniye ne jî tiştekî ku em bişewitînin xwe pê germ bikin. Salek e li vir dijîn em. Mala min duqat bû, bi temamî rûxiya. Sobe heye, bi şev û roj divê em sobeyê vêxin lê gelek caran tiştek ku em bişewitînin tune ye. Em tenê ji neçarî li vê derê dijîn, wekî din tiştek nakin. Şukur em dijîn, kesên ku rewşa wan ji me xirabtir e hene.”
Ayşe Kaplanoglu, bal kişand ku salek e tiştên jiyane ji bîr nekirine û got: “Wan rojan hê li ber çavên min in. Gelek mirovan ji bîr kirin lê me hê jî ji bîr nekiriye. Em her roj di nava xirbeyan de dijîn.”