Saadia Mesbah piştî salek derdikeve pêşberî dadgehê

Aktivîsta Tûnisî Saadia Mosbah, piştî girtina sal û nîv, îro dê derbikeve pêşberî Dadgehê.

Navenda Nûçeyan – Di salên dawî de, li Tûnisê çewisandina aktivîstên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev pêvajo di qadeke ku zextên li ser azadiya civakî û xebatên civaka sivîl zêde bûne de hat jiyîn. Di vê atmosfera rageş de, doza aktivîsta mafên mirovan Saadia Mosbah ku yek ji kesên berbiçav e di warê parastina mafên kêmaran de tê nasîn.

Aktivîsta Tûnisî Saadia Mosbah ku niha girtî ye dê îro bi endamên komeleyê re, derbikevin pêşberî dadgehê. Tê payîn ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî danişînê ji nêz ve bişopînin.

Danişîna piştî salek û nîv

Ev danişîn piştî salek û nîv girtina Mosbah tê dîtin. Doz, ji aliyê mafên mirovan û derdorên civaka sivîl ve rastî nîqaşên berfireh hat. Ev danişîn piştî biryara Dadgeha Bilind a ku dosyayê ji nû ve bişîne daîreya ceza û îtiraza li gorî usulê qebûl bike, di esas de red bike hat rojevê. Rayedaran Saadia Mosbah di Gulana 2024’an de ji ber sûcê ‘dewlemendiya neqanûnî, paqijkirina pereyê reş û avakirina rêxistina sûc’ girtibûn. Lê belê malbat û derdorên wê ev sûcdarî red kirin, diyar kirin ku ev doz xebatên wê yên mafên mirovan dike hedef. Saadia Mosbah weke kesayetek girîng ku mafên kêmaran diparêze û li dijî netewperestiyê têdikoşe tê zanîn. Her wiha di sala 2018’an de di pêvajoya qebûlkirina zagona ku cudakiriya netewperestiyê weke sûc didît de rolek girîng lîstibû.

Doza Saadia Mesbah û karmendên komeleya ‘Manamati’ di pêvajoyeke darazî ya tevlihev de derbas bû. Di Tîrmeha 2025’an de dadgerê lêpirsînê îlan kiribû ku lêpirsîn temam bûye û biryar da ku beşek zêde ya sûcê ‘paqijkirina pereyê reş û bi armanca dewlemendiya neqanûnî avakirina rêxistinan’ were daxistin. Lê belê piştre dosya ji bo dîsa ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve were lêkolînkirin hat rojevê. 

Hemû geşedan, di demek ku li Tûnisê fikarên zêdebûna zextên li dijî civaka sivîl zêde bûn de hatin jiyîn. Rêxistinên Mafên Mirovan, diyar dikin ku darizandina Saadia Mosbah ceribandinek nû ye ji bo rêzgirtina rayedaran ji bo azadiya xebatên civaka sivîl û parazvanên mafên mirovan .