Rûşen Seydaoglu di konferansê de pêşniyara Konfederalîzma Jinan a Demokratîk kir
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala wê ya Duyemîn de di roja xwe ya duyemîn de di dome. Di konferansê de Rûşen Seydaoglu pêşniyara Konfederalîzma Jinan a Demokratîk kir.
Stenbol – Rûşen Seydaoglu di konferansa bi sernavê "Rola Damezrîner a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de" pêşkêşiyek kir û diyar kir ku demokratîkbûn tenê bi rizgariya jinan mimkun e û Konfederalîzma Jinan a Demokratîk wekî sîstemek navneteweyî li dijî burokrasiya dewletên neteweyî û kapîtalîstên transnasyonal pêşniyar kir.
Rûniştina çaremîn a konferansê bi sernavê "Îhtimalên Demokratîkbûnê ji Civakê ber bi Dewletê" ve bû.
Di rûniştina ku ji aliyê Akin Bîrdal ve moderatoriya wê hat kirin de, Şukru Aslan li ser "Qalibê Sosyolojîk a Pirreng a Komarê ku ji hêla Siyaseta Yekgirtî ve tê Tepeserkirin", Rûşen Seydaoglu li ser "Rola Damezrîner a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de", Mehmet Bekaroglu li ser "Neteweperestî, Welatparêzî, Hemwelatîbûn?" û Ozgur Erol li ser "Komar, Kurd û Îhtimala Veguherîna Qanûnî ya Demokratîk" pêşkêşî kirin.
Rûşen Seydaoglu, ji Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser "Rola Damezrîner a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de" pêşkêşî kir. Di pêşkêşiya xwe de, Seydaoglu bal kişand ser pirsgirêkên ku jin bi wan re rûbirû dimînin û daxwaz û pêşniyar pêşkêş kirin.
Komara Demokratîk ji bo xwerêveberiyê
Rûşen Seydaoglû bi bîr xist ku netew dewlet bi xwe, artêş û malbata wê di komarê de xwedî roleke diyarker in û got: "Em van hemûyan hema hema di her polîtîkaya netew dewletê de, bi taybetî jî di warê têkiliya bi jinan re dibînin.” Rûşen Seydaoglû da zanîn ku ji ber vê yekê jî komara demokratîk a li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê ji bo jinên Kurd di warê xwerêveberiyê de girîng e.
Êrîşên li ser jinên Kurd tên meşandin qat bi qat in
Rûşen Seydaoglu diyar kir ku jinên Kurd bi her cure zext û êrîşan li ser herdu nasnameyên xwe - jinbûn û Kurdbûnê - bi awayekî qatbiqat re rûbirû mane û wiha domand: "Ji ber vê yekê, jinan bi ezmûnên bi êş dîtin ku nîqaşa komara demokratîk divê ne tenê wekî meseleya çareserkirina nakokiyan, reformên qanûnî, yan lihevkirina siyasî werin destgirtin. Divê demokratîkbûna dewlet, civak û mêran, pêşxistina hemwelatîbûna azad û wekhev û ji nû ve avakirina pergalê di nav xwe de bigre. Nebûna van hêmanan tê wateya zemînek ku jinan paşguh dike. Wan ev yek fêm kiriye û pêşniyarên xwe yên çareseriyê ji vê ezmûna jiyanê derxistine."
Veguherîna jinên Kurd
Rûşen Seydaoglu diyar kir ku aştiya mayînde tenê bi veguherîna newekheviyên pergalî, mekanîzmayên derxistinê û têkiliyên serdestiyê mimkun e û destkeftiya herî mezin di veguherîna jinên Kurd de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Seydaoglu got: "Abdullah Ocalan, di civaka Tirkiyeyê ya ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin û di civaka Kurd a ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin de, hilbijart ku bibe hevalê jinên Kurd û serkeftina têkoşîna azadiyê li ser bingeha azadiya jinên Kurd ava kir. Wî rê li ber jinan vekir - ne tenê ji hêla berfirehbûna fîzîkî ve, di heman demê de ji hêla pêşniyarên rewşenbîrî û zîhniyetê ve jî - ku berfireh bibin û di warên berfirehtir de rêxistin bibin."
'Serkeftina pêvajoyê bi rizgariya jinan ve girêdayî ye'
Rûşen Seydaoglu diyar kir ku jinan di 50 salên dawî de bi yekkirina hilberînên xwe yên teorîk, têgehî û rewşenbîrî û berxwedana xwe realîteyek afirandine û got: "Sîstemek ku li ser neteweperestî, olperestî û sermayeyê hatiye avakirin ji bo jinan jî dojeh bû, demokratîkbûn wekî mifteya reva jinan ji vê dojehê dihat hesibandin. Îro, em pîvaneke pir zelal destnîşan dikin. Serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêşîniya azadiya jinan ve girêdayî ye."
Daxwazên TJA’yê
Rûşen Seydaoglu hêvî û daxwazên jinan di sedsala 2’yemîn a Komarê de di bin van sernavande rêz kir:
"* Veguherîn û guhertina mêran li dijî têkiliyên jin-mêr ên hegemonîk û jiyana azad, derbaskirina rejîma partiyên siyasî,
* Jineolojî li dijî zanista pozîtîvîst, serdestiya mêran, bingeha kapîtalîst,
* Aboriyên ekolojîk ên herêmî yan modelên aboriya komunal a demokratîk li dijî pergala cîhanê ya kapîtalîst,
* Beşdarbûna di siyaseta demokratîk de bi riya rêxistina xweser a bêhempa li dijî siyaseta yekreng,
* Konfederalîzma Jinan a Demokratîk wekî pergalek navneteweyî li dijî burokrasiya dewletên neteweyî û kapîtalîstên transnasyonal û têkiliyên wê yên demokratîk û polîtîkayên tifaqê.”
Guhertina di hişmendiyê de
Rûşen Seydaoglu dûre van pirsên li jêr ên der barê tiştên ku ji bo avakirina komareke demokratîk ji bo guhertina di zihniyetê de pirsî:
"* Pirsgirêka sereke ev e: Gelo yên din, bi zanebûn an nezanî dê di pergala dijminatiya jinan a dewletên neteweyî de îsrar bikin, an dê helwestek bigrin ku testa lakmusê ya vê mijarê nîşan dide rizgariya jinan? Perspektîfa me ev e, ev helwest di heman demê de bersiva pirsa gelo komareke demokratîk dê were avakirin an na pêk tîne.
* Mînakî, gelo ew ê dev ji axaftina li ser navê jinan berdin? An jî dema ku jinek dibêje wê rasterast an nerasterast tundiya fizîkî, zayendî yan psîkolojîk kiriye, gelo ew ê nêzîkatiyek xwe-rexnegir bigrin û berpirsiyariyê bigrin ser xwe? Gelo ew ê sûcên li dijî jinan hatine kirin wekî sûcên li dijî civakê bibînin û li gorî wê helwestek bigrin?"
* Gelo ew ê bikaribin nêzîkatiya zanistî ya pozîtîvîst ku zanîn, ezmûnên jiyanê û beşdariyên jinan tehrîf dike û piçûk dibîne, red bikin?
* Gelo ew ê bikaribin têkoşîneke pratîkî bidin da ku jin jî li ser maseyê bin, bi kêmanî bi qasî ku ew bawer dikin divê hebin?
* Di guhertinek destûrî ya gengaz de, dema ku jinên Kurd dibêjin, "Em dixwazin bi destûrî û qanûnî werin naskirin," an "Em dixwazin bi riya pergala komunîst beşdarî komarê bibin," gelo ev jî dê bibe daxwaza wan?
* Li ser bingehên hevpar ên têkoşînê gelo ew ê meylên xwe yên hiyerarşîk ên cuda, temen, ezmûn û hwd. bidin aliyekî, gavek paşve bavêjin û cih ji bo jinan vekin, beşdariya jinan di siyaset, desthilatdarî û însiyatîfa biryardayînê de parve bikin?
* Çawa ku jinan pergalên xwe ava kirine gelo komên din ên marjînalîzekirî dê ne tenê bikaribin mudaxeleyî pêvajoyên siyasî bikin, di heman demê de pratîkên ku nirx, norm û saziyên sazûmanek civakî ya nû ava dikin eşkere bikin?
* Gelo ew ê ne tenê ji bo berfirehkirina mekanîzmayên temsîlê, di heman demê de ji bo pêşxistina xwerêxistinkirina komên civakî yên cuda jî şer bikin? Gelo ew ê bi heman bawerî û biryardariyê beşdarî parastin û pêşxistina têkoşînên tevgerên jinan, rêxistinên kedê, têkoşînên ekolojîk, tevgerên ciwanan û komên nasnameyên cuda bibin?