Rûniştina Xezayê li KNEY’ê hat lidarxistin

Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Filistînê Riyad Mansûr diyar kir ku li Xezayê, jin û zarok hatine qetilkirin û welatên di civînê de rexne kir û got: “Ji bo ku li we guhdar bikin hûn amûrên di destên xwe de bi kar naynin. Tenê hûn heman tiştan dubare dikin.”

Navenda Nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Li ser daxwaza Cezayîr û Silovenyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KNEY) rûniştina Xezayê hat lidarxistin. Welatên endam diyar kirin ku rewşa mirovî ya li Xezayê her ku diçe xirabtir dibe.

Nûnerê Daîmî yê Slovenyayê yê Neteweyên Yekbûyî Samûel Zbogar di rûniştinê de diyar kir ku ew êrişên 7’ê Cotmehê yên Hamasê şermezar dikin û got: “Lê bele di êrîşa terorê de çawa dibe ku jin û zarok jî di nav de 40 kes bên qetilkirin. Dikare bibe sedema mirina bê serûber a bi hezaran sivîlan. Em vê yekê fam nakin. Pevçûnên li Rojhilata Navîn her ku diçe berfireh dibe. Semuel Zbogar banga xwe ya ji bo agirbesteke lezgîn dubare kir. Nûnerê Daîmî yê Rûsyayî yê Neteweyên Yekbûyî Vsîly Nebenzîa jî diyar kir ku Îsraîlê 7’ê Cotmehê bi kar aniye û got “Vê trajediyê salek firsendê da we ku bi awayekî hovane û dijmirovî Filistîniyan bi awayekî komî ceza bikin”

Banga alîkariyên mirovî dikin

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfield, îdia kir ku DYE bi lezgînî bang li Îsraîlê dike ku sivîlên Filistînê biparêze. Lînda Thomas Greenfiend diyar kir ku DYA ji ber astengiyên Îsraîlê yên li pêşiya alîkariyên însanî yên derbasî Xezayê dibin bi fikar e û got: “Divê astengiyên li pêşiya sewqiyata erzaq kêm bibin.”

‘Bêdengî hevkariya sûc e’

 Nûnerê Daîmî yê Cezayîrê yê li Neteweyên Yekbûyî Amar Benjama jî diyar kir ku di encama êrîşên Îsaîlê de 900 malbat bi temamî ji qeydan hatine paqijkirin û ragihand ku 17 hezar zarokan malbatên xwe winda kirine. Amar Bendjama got ku Îsraîlê ne “Operasyona leşkerî”lê li dijî gelê Filistinê şer dike civaka navneteweyî her ku bêdengiya xwe bidomîne, zilma Îsraîlê zêdetir dibe û got ku bêdengî ne tenê şirîkbûn hevkariya sûc e.” 

“Armanc ew e ku kontrola herêmê biparêzin”

Nunerê Daîmî yê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansur diyar kir ku êdî eşkere bûye ku Îsraîlê li dijî gele Filistînê şerekî topyekûn îlan kiriye û her wiha her kesê alîkariya gelê Filistînê bike weke dijmin îlan kirîye û wan bike hedef. Riyad Mansûr tekez kir ku Îsraîlê gele Filistînê bi darê zorê ji bo dabînkirina ewlehiya xwe ji cih û warên wan dernexistiye û armanca sereke ew e ku kontrola axa xwe biparêze.

‘Hûn her dem heman tiştan dubare dikin’

Riyad Mansûr, anî ziman  ku KNEY her dem dicive û heman axaftinan dike, ji beşdaran re got: “Hûn ên ku divê guhdarî bikin, bi telefonên xwe yên destan dilîzin. Guh nadin we. Hûn diranê xwe nîşan nadin, hûn amûrên ku di destên we de ne bikar naynin. Hûn heman tiştê dubare dikin” rexneyên xwe kir û got: “Ma hûn bi mirina me re eleqedar in? Qey hûn fêrî wêrankirin û kuştina jin, zarok, kal û pîran bûne? Ma ev normal e? Îsraîl ma hûn ji vê yekê aciz bûne kû serokwezîr we paşguh dike, heqaretê li we dike. Dîsa jî ji we hêvî dike ku hûn piştgiriya çek, bazirganî û têkiliyên xwe biparêzin? Divê Îsraîl bê rawestandin. Divê mafê Îsraîlê ji bo vetokirina agirbeste tunebe.”