Rûken Ehmed: Rêber Apo Komploya 15`ê Sibatê û Komploya 6`ê Çileyê vale derxist

Endama Kongra Star Rûken Ehmed da zanîn ku armanca Komploya 15’ê Sibatê qirkirina gelê Kurd bû, bi Komploya 6’ê Çileyê jî hêzên nevnetewî û hegemonîk bi heman armancê cardin xwastin şoreşa jin û gelan têk bibin û qirkirinê re derbas bikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Ji kêliya ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, hewldanên ji bo têkbirina projeya wî ya Civaka Demokratîk a ji bo gelên herêmê, nesekiniye. Piştî zêdetirî 27 salan e, bandorên wê komployê hîn jî di êrîşên berdewam ên li ser Rojava de eşkere ne. Rojavaya ku temsîla pratîkî ya îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, azadiya jinan û jiyana hevbeş hatiye avakirin. Hedef girtina Rojava îro wek berdewama komploya 15’ê Sibata sala 1999’an ku bi tecrîda li ser Rêber Apo dest pê kirine û armanc dikin ku destkeftiyên gelan ji holê rakin û projeya aştiya Demokratîk ji naveroka wê vala bikin, tê dîtin.

Endama Kongra Star Rûken Ehmed ji ajansa me re derbarê Komploya ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêkhatî axivî.

Rûken Ehmed da zanîn ku armanca vê Komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, qirkirina gelê Kurd bû û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Di serî de em Komploya navnetewî ya ku li ser Rêber Apo pêk hat, ku 27 sal derbas kiriye, şermezar dikin. Ev komplo ne tenê li ser Rêber Apo pêk hat, li ser gelê Kurd bi tevahî û li ser jinê jî pêk hat. Armanca vê Komployê, qirkirina gelê Kurd bû. Ji bo ku gelê Kurd doza maf û hebûna xwe nekin bû. Ji ber Gelê Kurd ji bo hebûna xwe têkoşiyaye, bi komployek re rû bi rû maye.”

‘Heta sala 1998’an Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bû’

Rûken Ehmed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim aştiyê xwastiye û têkoşîna jiyana azad daye û dibêje: “Di salên 70 û 80`yî de, di asta cîhanê de gelê Kurd di rewşekî gelekî giran de bû û gihîştibû asta ku gelê Kurd tune bibe. Lê bi rabûna Rêber Apo ya di wan salan de, carek din gelê Kurd bi rêxistin, yek bûn û zindî bûn. Rêber Apo her tim dibêje eger derfetek hebe ku mafê gelê Kurd bihata mîsogerkirin, me pêwîstiya şerê çekdarî nedidît. Lê ji ber ku derfet tunebû, ji ber vê me xwe kişand derveyî welat û me xwe birêxistin kir û carek din em vegeriyan. Heta sala 1998`an ku Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bû, her û her hewildanên Rêber Apo ji bo aştiyê bûn.”

‘Rêber Apo her tim alîgirê aşitiyê ye’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestiye aştiyek navxweyî di navbera Kurd û tirkan de bide avakirin û wiha berdewam kir: “Di sala 1993`yan de Rêber Apo xwest bi Serokê Tirkiyeyê re aştiyekî navxweyî çêbike, lê hêzên ku ne dixwastin ev pêvajo serbikeve û xwe li ser şeran didin jiyankirin, nehiştin ku ew pêvajo were pêkanîn. Di sala 1998`an de carek din hewildanên Rêber Apo hebûn, ji bo ku aştiyekî navxweyî were çêkirin. Lê bi komploya navnetewî re rûbirû hat. Rêber Apo ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike, berê xwe da Ewropayê, lê ji ber ku ev Komplo navnetewî bû û destên gelek dewleta tê de hebû û ji ber xwestin ku carek din şer di navbera Kurdan û dewleta Tirkiyê de gur bikin, berê Rêber Apo dane Tirkiyeyê, ji bo ku gelê Kurd sedsalekdin winda bike. Lê Rêber Apo ev bi rengekî din da xuyakirin. Rêber Apo carek din şer da rawestandin, hewildanên aştiyê dane pêş, bi 5 cîldên parêznamê dîroka Kurd û Tirkan çawa bi hevdû re hatiye jiyankirin ev di nava parêznameyên xwe de bi awayekê zela vedike. Ji bo ku vê Komployê vala derxîne û ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn bi giştî vegere ser xwezaya xwe.”

‘Rêber Apo pêşî li van komkujiyan girt’

Rûken Ehmed diyar kir ku dewletên navnetewî xwestin şerekî mezin di navbera pêkhateyan de bidin pêş û wiha pê de çû: “Hemû pêkhate û olên ku di hundirê Rojhilata Navîn de çawa di dîrokê de bi hev re jiyane, Rêber Apo bi cîldê Parêznameya xwe ya Çaremîn li ser Rojhilata Navîn anî ziman. Beşek ji Komployê ye ku xwestin biryara darvekirina Rêber Apo bidin û ji holê were rakirin, xwestin ku şerekî navxweyî ku bi hezaran salan dewam bike bidin pêş. Lê Rêber Apo li pêşiya van komkujiyên ku di navbera gelan de were pêkanîn, girt.”

Rûken Ehmed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînek pir mezin li Îmraliyê  meşandiye û wiha axivî: “Sîstema Îmralî, sîstemek navdewletî ye û her kes dizanê çi kesî ku ketiye Îmarliyê sax derneketiye, bê îdeolojî, fikir, hêz mane û teslîmî sîstemê bûne. Lê Rêber Apo Îmralî vegerand cihê dibsitana yekbûna gelan, tevî ku di van 27`salan de gelek tecrîdên giran li ser Rêber Apo hatin ferzkirin jî, ji bo ku Rêber Apo teslîm bibe gelek kiryarên ne di rê de li ser Rêber Apo hat meşandin. Rêber Apo gelek caran tîne ziman û dibêje dema min xwest parêzname binvîsim pirtûk, lênûs û pênûs li min qedexe kirin. Ji bo ku Rêber Apo fikir û ramanên xwe negihîne derve. Lê tevî wê jî, Rêber Apo têkoşînekê gelekî mezin meşand, ji bo ku aştiya navxweyî bê kirin. Ev komployek li ser gelan bû, armancê wê gelê Kurd bû, lê li ser hemû gelan bi şêweyên cûda tê meşandin.’

‘Rêber Apo armancê komplogeran pûç kiriye’

Rûken Ehmed anî ziman ku bi 30 endaman û bi pêşengtiya Seroka KJK`ê çek hatine şewitandin û wiha pê de çû: “Rêber Apo di van 27`salan de, bi têkoşîn û berxwedaniyek mezin yê dîrokî her cûre û şêwazên vê komployê pûç  kiriye. Bi taybetî di 27’ê Sibata sala 2025`an de, ji raya giştî re carek din da diyarkirin ku em dikarin Partiya Karkerên Kurdistan ku ev 52 sal li pey xwe hiştin, karên xwe temam kirin, hebûn û nasnameya gelê Kurd mîsoger kirin, em dikarin PKK’ê fesih bikin û dawî li şerê çekdarî bînin. Ev yêk hêz û bandoriya Rêber Apo bû, ji ber Rêber Apo dizane ku pirsgirêka Kurd çareser bibe wê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Bi 30 endaman û bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat çek hatin şewitandin. Rêxistina Azadiyê daxuyanî da û got cihê ku temas lê heye xwe paşve kişandine.”

‘Rêber Apo mîna Komploya 15`Sibata 1999`an ev komplo jî vale derxist’

Rûken Ehmed da zanîn ku wê di 15`ê Sibata 2026`an de gelê Kurd hemû li ser piyan be û wiha got: “Di 15`ê Sibata sala 2026`an de, bi diruşma “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re”, wê gelê Kurd bi tevahî li ser piyan bin. Eger Rêber Apo azad bibe, wê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn werin çareserkirin. Îro jî mirov dikare bêje êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê dewamkirina vê komployê ye, êrişê li ser projeya Rêber Apo Netewa Demokratîk e. Hemû gelên ku li Rojhilata Navîn û li vê erdnîgariyê dijîn, hemû netew bi çand û zimanê xwe dijîn, ew dê ji me re aramiyê bîne. Rêber Apo wekî ku Komploya 15`ê Sibata 1999`an vala derxist, di heman demê de komploya ku di sala 2026`an de xwestin li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bînin, carek din bi mudaxeleya Rêber Apo ku wê şer tu carî aramiyê nayne, şer wê bi xwe re qirkirina gelan bîne, ji ber vê Rêber Apo carek din ev komplo vala derxist û şer da rawestandin.”

‘Rêber Apo ji bo jinan şoreşa azadiyê li darxistiye’

Rûken Ehmed diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşek ji bo jinan li dar xistiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerê ku li Helebê hat kirin, ne di navbera gelê Kurd û Ereb de ye, ev bi destên çeteyên ku naxwazin aramî di herêmê de were pêkanîn çêbûye. Her û her êrîşî jinan dikin, ji ber ku Rêber Apo, ji bo jinan şoreşek li dar xist, rêxistin, artêş, partiya jinê avakir û jinê kir pêşenga civakê. Dema ku Şoreş di sala 2011`an de destpê kir, ji bo ku sîstema navendî were hilweşandin, sîstemek hevbeş ku hemû gelan hembêz bike di Sûriyeyê de were avakirin. Lê gelek dewletan mudaxele kirin û ev şoreş ji gelan dizîn. Ev şerê ku tê meşandin di hundirê Sûriyeyê de, pêwîste gelê Sûriyeyê baş bizanibe, ev êrîş ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser tevahiya gelê Sûriyeyê  ye jî. Ji bo ku em nehêlin ev komplo bighîje serî û em vala derxin, careke din yekbûna gelan bi pêşengtiya jin û ciwanan pêk bînin. Ji ber ku şer li dijî xwezaya jinê ye. Em bawer dikin ger gelê Sûriyeyê bi tevahî û bi taybetî gelê Kurd li hemberî vê komployê hişyar be, ewê vala derkeve. Em Komploya 15`ê Sibatê û di heman demê de Komploya ku ji 6` Çileyê ve li ser gelê Kurd destpê kir şermezar dikin.”