RSF’ê li Sûdanê komkujî kir: 79 kes hatin qetilkirin

Bêdengiya civaka navneteweyî, fikarên li ser kûrbûna qeyrana mirovî ya li Sûdanê û belavbûna koçberî û êşê zêde dike. Di encama komkujiya li bajarê Kaluqî ya Kordofana Başûr de, zarok û jin jî di nav de 79 sivîl mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Sûdan, bû şahidê zêdebûna bûyerên tundiyê yên nû. Di encama pevçûnên tund ên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi dehan kes mirin û tevgerên berfireh ên nifûsê çêbûn. Ev rewş, bû sedema hişyariyên li ser qeyrana mîrovî ya xerabtir û binpêkirinên berdewam ên li dijî sivîlan.

RSF’ê bi ÎHAyek, dibistanek zarokan bombebaran kir

Li gorî çavkaniyên medyayê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn di 4’ê Kanûnê de li bajarê Kaluqî ya eyaleta Kordofan Başûr, komkujiyek tirsnak pêk anî. Di encamê de zarok û jin jî di nav de 79 sivîl mirin, 38 kes jî birîndar bûn. Êrîş mîna parçeyek ji kampanyayek ku civakên Sûdanê hedef digre û mîna “qirkirin” tê pênase kirin, hate binavkirin. Di encamê de windahiyek mirovî ya mezin çêbû. Li gorî çavkaniyan, qetlîam bi armanca hedefgirtina hejmarek zêde sivîlan pêkhat. RSF’ê bi ÎHA’yek, dibistanek zarokan bombebaran kir û gelek zarokan qetil kir. Di êrîşa duyemîn a li dijî sivîlên ji bo rizgarkirina birîndaran hatin de hejmara miriyan zêdetir bû. Li nexweşxaneya gundewarî ya birîndar lê dihatin ragirtin, sivîl û endamên tenduristiyê hatin hedefgirtin.

Êrîşekdi nava komên tundrew de jî nehatiye dîtin

Ev hedefgirtina zarok û birîndaran mîna "êrîşek teror û hovane" hate binavkirin û mîna êrîşek "di nava komên tundrew de jî nehatiye dîtin" hate binavkirin. Ev rewş, nîşan dide ku RS ji bêdengiya civaka navneteweyî wêrekî digre.

Çavdêran, diyar kirin bûyerên hatine jiyîn nîşan didin jiyankirina bi van koman re ne pêkan e.

Pevçûnên tund ên bi heftiyan e li sê eyaletên Kordofanê tên jiyîn, bûn sedema koçberbûna bi deh hezaran kesan. Li gorî agahiyên qadê, RSF tevahî her pênc eyaletên Darfûrê kontrol dike û bakurê Darfûra Bakur tenê hinek herêmên di destê artêşê de ye. Paytext Xartûn û 13 eyaletên din jî, di bin kontrola artêşê de ne.