RSF: Îsrail hewl dide rojnamevanên li Xezayê weke ‘terorîst’ nîşan bide

RSF diyarkir ku Îsrail hewl dide rojnamevanên li Xeza weke ‘terorîst’ nîşan bide û ev rewş fikaran zêde dike.

Navenda Nûçeyan – Dîrektorê Giştî yê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Thibaut Bruttin ku ji bo bejdarî bernameyekê bibe berê xwe dayî Cenevre, derbarê qetilkirina rojnamevanên li Xezayê ku ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha di bin êrişên dijwar yên Îsrail de ne nirxandin kir.

Thibaut Bruttin diyar kir ku Îsrail hewl dide rojnamevanên li Xezayê weke ‘terorîst’ nîşan bide û ew ji vê rewşê bi fikar in. Thibaut Bruttin da zanîn ku rojnamevanên li Xezayê rû bi rûyî gefên bi fikar in û wiha got: “Ji çapameniya navnetewî re girtî, xwedîbûna qadek wiha, rewşek ku neyê famkirin e. Çarçoveya hemû nûçeyan xwe dispêre, weke sivîl dibin xeteriyan û hedefgirtina rojnamevanên xwecihî ên Filistînê. Ji ber vê em ji rewşa li wir di qewime gelek bi fikar in.”

Thibaut Bruttin da zanîn ku perpirsyariya ewil ya civaka navnetewî ew e ku ‘Di wateyek rast de ji bo Îsrail  û artêşa xwe polîtîkayên xwe biguhere zextê bike.’ Anî ziman ku Îsrail parastina rojnamevanan nake.

Thibaut Bruttin, destnîşan kir ku Îsrail tenê wan naparêze, nêzî 140 rojnamevanan beşek ji wan bi zanabûna qetil kirine û kirine hedef.

Thibaut Bruttin wiha got: “Ev jî weke ku têrê neke niha artêşa Îsrail hewl dide rojnamevanên Filsitînê weke terorîst bidin nîşan dan. Ji ber vê yekê em gelek bi fikar in. Di berê de ji me jî artêşa Îsrail berîsvên ne têrker girtin, lê belê cardin jî hewl didan û îdea dikin ku di aliyê parastina çapemeniyê de li gora standartên navnetewî tevdigerin. Niha bi eşkere derewan dikin û hewl didin rojnamevanên li Xezayê weke terorîst nîşan bidin.”

Thibaut Bruttin, îşaret bi wê yekê kir ku di rewşa bêdengkirina rojnamevanên li Xezayê de, di aliyê nûçegihaniya derbarê şer de wê eşkere pirsgirêkên mezin were jiyin. Destnîşan kir ku rojnamevan bê hal in û di jiyana sivîl de pirsgirêkên av, xwarin û kehrebeyê dijîn.

‘Em di ferqa xwezaya taybet ya şerê li Xeza de ne’

Thibaut Bruttin got: “Rojnamevan tevî vê jî divê şer bikin nûçe û vê jî dibin xeteriyek mezin de dikin.” Thibaut Bruttin bi van gotinana axaftina xwe temam kir:

“Xeza ji bo rojnamevanan bûye cihek xeter, ez difikirim ku di demek ewqas kurt de,  tiştek ku weke vê tune ye, lê belê di destpêka sedsala 21’an de me şerên gelek dijwar û hişk dît. Şerê li Iraqê ji bo rojnamevanan kabusek bû û li wê derê bi sedan rojnamevan hatin qetilkirin. Em di ferqa xwezaya taybet ya şer de ne, lê belê mixabin, di çapemeniya navnetewî de şerên ku cihek kurt digrin, rojmavanên xwecihî bedelên gelek mezin didin, em dizanin ku rewşek gelek awarte ye.”