Rozerîn Yildiz a rastî êrişê hatibû jiyana xwe ji dest da

Rozerîn Yildiz a ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ve hatibû gulebarankirin, piştî dermankirina du salan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Rozerîn Yildiz a li navçeya Hênê ya Amedê dijiya, di dîroka 8’ê Hezîrana 2022’an de ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ê ku di pêvajoya hev berdanê bûn ve hate xwestin ku bi çekê were qetilkirin. Rozerîn Yildiz a giran birîndar bû, piştî 2 salan li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Çi bibû? 

Rozerîn Yildiz a di pêvajoya hevberdanê de bû, ji aliyê kiryar notirvan Ozcan Yildiz ve bi awayekî pergalî tundî lê dihate kirin, di vê pêvajoyê de du caran li stargehê ma. Rozerîn Yildizê ji ber gefên li stargehê lê hatin xwarin neçar ma vegera mala ku zarokên wê lê ne û dîsa bi tundiya pergalî re rûbirû ma. Rozerîn Yildiz a di dîroka 8’ê Hezîrana 2022’an de rastî gef û îşkenceya giran a faîl Ozcan Yildiz hat, hate xwestin ku bi çekê were qetilkirin. Rozerîn Yildiz a bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneyê 2 salan hate dermankirin.