‘Hilbijartin dê bibe xurtkirina bingehê civaka demokratîk û ekolojîk’

Berdevka Rêxistina Kongra Star hilbijartinên şaredariyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê 30’yê Gulanê çêbibin nirxand û bang li jinan kir ku berê xwe bidin sindoqan, dengê xwe bi kar bînin da îradeya xwe nîşan bidin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Komîsyona bilind a hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dê hilbijartina şaredariyan di 30’yê Gulana 2024’an de pêk were. Rêxistina Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 17’ê Nîsanê de bi riya daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo hilbijartina şaredariyan tifaqa xwe ragihandin. Her wiha heta niha pêşhilbijartin pêk hatine û di pêşhilbijartinê de jin dikaribûn namzedên her bajar, bajarok û navçeyê diyar bikin. Têkildarî hilbijartinê û pêvajoya wê berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo ji ajansa me re axivî.

‘Têkoşîna jinan pêl bi pêl berdewam dike’

Rihan Loqo di serî de destnîşan kir ku piştî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîroka hilbijartinên şaredariyê eşkere kirine, weke Rêxistina Jin a Kongra Star dest bi kar û xebatên hilbijartinê kirine û wiha nirxand: “Di şoreşa jinan de her dem bi awayekî zindî û zanistî jin bi awayekî rojane di jiyanê de, ji bo berfirehkirina vê şoreşê û pêşxistin û parastina şoreşa jinan her dem tevgeriyan. Lewma pêl bi pêl şoreşa jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê di aliyê parastin, rêxistinî, civakî, çandî û leşkerî de bû nimûne. Jin dikarin bi şoreşa xwe re dengvedanek mezin çêbikin. Ji lewre ji bo temamkirina mîrasa têkoşîna jinan, têkoşîna jinan a bênavber bi hemû pêkhateyên xwe pêk tîne, ev têkoşîn bi awayekî xurtir berdewam dike.”

‘Bi tifaqa PYD’ê em bi rê ketin’

Rihan Loqo tifaqa Kongra Star û PYD’ê wiha anî ziman: “Me weke rêxistina jin Kongra Star rêkeftinek hevbeş bi PYD’ê re di 17’ê Nîsanê de ragihand ku em ê bi hev re ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin rê. Di nava vê rêkeftinê de me diyar kir ku deriyê vê rêkeftinê li pêşiya tevahî civakê, rêxistin û saziyên civaka sivîl û her kesê vekiriye ku tevli vê rêkeftinê bibin. Li gorî pîvana hilbijartinê em ê bi awayekî zindî vê xebatê bişopînin û amadekariyên berfireh bikin. Li ser van bingehan rêzek hevdîtin bi partiyên siyasî re ji aliyê Kongra Star û PYD’ê ve hatin kirin. Nêrînên partiyan bi awayekî eşkere bûn, dixwestin tevli vê rêkeftinê bibin. Heta niha kar û xebatên me berdewam dikin, di nava van partiyan de jin jî hene.”

‘Jin hilbijêrên xwe bi xwe diyar dikin’

Rihan Loqo anî ziman ku namzedên jin ji aliyê jinan ve tên diyarkirin û wiha bal kişand ser pêşengiya jinan: “Em dikarin bibêjin ku ji bo Rêxistina Kongra Star merheleyeke dîrokî ye. Cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê namzedên jin ji aliyê jinan ve tên diyarkirin. Êdî jin bi dengê jinan tên hilbijartin. Ev yek cara yekem e di dîroka jinan de. Wek nimûne ev pergal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ku hilbijartina pêşwext ên jinan pêk tên. Jin di nava Kongra Star de, mafên jinan, endam û rêveberiyên xwe hildibijêrin. Piştî hilbêjêrin êdî bi awayekî rêxistinî sindoq tên dayîn, bajarok, navçe û bajar bi awayekî rêxistinî dengê xwe dide jinên ku hilbijartine.

‘Armanca jinan bajarên ekolojîk e’

Armanca jinan ew e ku bajarek ekolojîk bi hişmendiya jinan ava bibe. Ev ji bo me xaleke pir girîng e, ji ber ku em pêşengiya pergala hevserokatiyê dikin, ji bo pergala hevserokatiyê em çawa di şaredariyan de ava bikin û em şaredariyek demokratîk, ekolojîk û edalet tê de hebe armanc dikin da ku bikaribe xizmeta civak, bajar, gund, gel û jinan bike. Jinan ji Dêrikê heta Şehbayê, Herêma Firatê hilbijartinên pêşwext pêk anîn û bernamzed derketin. Ev pergal nû ye lewma jin bi kelecaneke mezin bi sedan diçûn ser sindoqan û dengê xwe didan namzedan. Li her bajarekî pêşî vekiribû ku xwe bikin namzed, kesên ku bi dengek bilind digirtin bi daxuyaniyek hevbeş ew bernamzed dihat eşkerekirin. Di nava Kongra Star de kesên ku xwe namzed danîn ji taxan hatin hilbijartin, ev yek bi nêrîna komîn û civakê ve hat hilbijartin.”

‘Bi rengê demokrasiya rast civak namzedên xwe diyar dike’

Rihan Loqo anî ziman ku hilbijartina pêşwext Kongra Star pêşengiya wê kiriye û paşê belavî tevahî rêxistinan bûye û wiha domand: “Ev hilbijartinên pêşwext, bû pergalek nimûne ji bo tevahî civakê ye. Niha her rêxistinek bernamzedên xwe pêşwext diyar dikin. Ev pergal bi Kongra Star dest pê kir, niha hemû rêxistin pêk tînin. Êdî ne weke berê ye ku yek diyar bike êdî civak bi xwe namzedên xwe diyar dike. Bi rastî jî rengê demokrasiya rast ew e ku civak namzedên xwe diyar bike. Di vê salê de weke hilbijartinên pêşwext bû pergalek demokratîk, xurt û rastir. Ev gav ji bo hemû rêxistinan dîrokî bû. Ev cara yekem e di dîrokê de, hilbijartinên jinan li vê herêmê çêbûn. Bi dengê jinan, bi hezkirin dengê xwe didin jinan. Îro jin derdikevin û dibin bernamzed.”

‘Jin li ser mîrasa 40 salan dimeşin’

Rihan Loqo qala pêşengiya jinan a ji bo şoreşê û îro jî ji hilbijartinê re wiha kir: “Jixwe şoreş bi awayekî rojane li tevahî qadan dimeşe. Îro jin têkoşîna xwe li ser mîrasa 40 salan a jinên Kurd berdewam dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan, amadekariya hilbijartinan dike ku ev tê wateya bersiva herî mezin ji dewletên dagirker, qirker, hegemon û xwe li ser desthilatdarî ava dikin re. Ev pergal her diçe xurtir dibe û amadekariya xebateke nimûne dike. Berhema şoreşa jinan ji destpêkê ve heta niha di aborî, perwerde, akademî, zanist, civak, avakirina saziyên sivîl, jin, parastinê de berhemek mezin ava kir û îro jî li ser van berheman diçe hilbijartinê. Ev hilbijartin pîrozbahî û serkeftinek nû ye. Jin bi coş û hezkirinek mezin berê xwe didin ser sindoqan. Berhemên şoreşa jinan her diçe mezin û berfireh dibin û vê nimûneyê pêşkêşî civak û cîhanê dike. Jin bi dengê xwe derdikevin û bi dengê jinan derdikevin ev ji bo me dîrokî ye. Vê yekê ji bo tevahî pêkhateyên jin hesteke cuda ava kir ku şoreşa jinan hat wê astê, bi nasname, rêxistin û îradeya xwe, dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.”

‘Di 30’yê Gulanê de biçin ser sindoqan’

Rihan Loqo herî dawî bang li jin û gelan kir ku di 30’yê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û wiha bi dawî kir: “Di her şaredariyê de projeya jinan her dem hebû bi pêşengiya hevseroka jin, berdevka ofîsa jin a şaredariyan û kotaya jinan di meclisê de. Ji bo projeyên nû ji bo jinan, em ê li her bajarî ava bikin da ku kêmasiyên dema borî di dema nû de derbas bikin û dubare nekin. Banga me ji tevahî jinên azadîxwaz, rewşenbîr, sosyalîst û dilsozên azadî, dayik û ciwanan re ew e ku di 30’yê Gulanê de berê xwe bidin ser sindoqan û bi îradeyeke mezin dengê xwe bi kar bînin da ku em îradeya xwe derxin. Em ê bi dengê jinan, bi dengê demokrasiyê, dengê rastî û dengê heqîqetê namzedên xwe yên şaredarî û meclisê derxin da ku civakek azad, demokratîk, wekhev, bi edalet û ekolojîk ava bikin.”