‘Ronesans li ser koka xwe bi serdama nû re afirandina tiştên nû ye’
Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de peyama endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma hat xwendin. Zozan Sîma diyar kir ku ronesans di esasê xwe de tê wateya li ser koka xwe bi serdema nû re avakirina tiştên nû ye

Şengal – Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermanan e’ dest pê kir, bi peyaman didome. Di konferansê de peyama bi dîmen a endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma ya bi dîmen hat parvekirin.
Di peyamê de Zozan Sîma diyar kir ku lidarxistina konferanseke bi vî rengî, weke jinên Êzidî û civaka Êzidî li ser qeder, dîrok, fikir û ramanên xwe nîqaş meşandin û biryar girtin li hemberî fermanan bersiva herî mezin e û wiha got: “Ji bo vê jî konferans ne tenê ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî, ji bo hemû jinên cîhanê û civakên Rojhilata Navîn girîng û pîroz e. Çanda civaka Êzidî çandeke gelek qedîm e ku di nava xwe de ne tenê koka Kurdan an jî koka civakên li ser esasê komunal dijîn, di heman demê de koka jiyana derdora jinan ava bûye jî cewhera xwe heta roja me ya îro parastiye. Em jî weke Akademiya Jineolojiyê dema li ser vê mijarê lêkolîn kir, gelek tiştên balkêş me dît. Gelek tiştên ku aydê çanda Êzidiyan e ku bi hezaran salan parastine hene lê gelek tiştên ku ne aydê Êzidiyan in jî hene. Bi taybetî çandên ku jinan biçûk dibînin, bedena jinan dikin amûreke zarokanînê, îradeya jinan nas nakin û tundiyê li wan dikin, bi çanda Êzidayetiyê re pir bi nanok e. Niha Rêber Apo vê pêvajoya ku tê meşandin weke ronensansa civaka Ezidî jî pênase kir.
‘Ronesans bi serdema nû re afirandina tiştên nû ye’
Di peyama xwe de Zozan Sîma da zanîn ku ronesans di esasê xwe de tê wateya li ser koka xwe bi serdema nû re avakirina tiştên nû, ev nirxandin kir: “Gelek caran li ser civaka Êzidî ferman çêbûn û di esas de armanca fermanên ku piranî bi destên hêzên desthilatdar û kapîtalîzmê hatin kirin, ji holêrakirina cewhera çanda Êzidayetiyê bû. Ev ferman jî bûn sedema koçberkirina Êzidiyan û li welatên cuda nikaribin li ser koka xwe bi serdemê re bibin yek. Her dem ji bo Êzidiyan du rê hebûn Bi taybetî li ser jinên Êzidî tişta ku hat ferzkirin ev bû: Yan dê bi modernîteyê re bibin yek an jî kevneşopiya ku tê de heq û mafên jinê nîn e, jin bê îrade ne bijîn. Her dem ev her du rê li ser jinên Êzidî û civaka Êzidî hatin ferzkirin. Lê Rêber Apo di nêrîna xwe ya li ser civakan, li ser civakên sosyalîst û demokrat de dibêje ku divê kevneşopiyan baş nas bikin û li ser van kevneşopiyan civaka nûjen ava bikin. Ji bo vê jî dema em dibêjin civaka nûjen, civaka demokratîk a vê serdemê ne pêwist e civak ji koka xwe qut bibe. Civak bikaribe tiştên ku ji hêla desthilatdar ve di nava çanda wê de hatiye bicihkirin, bisefîne û ji nava çanda xwe derxe. Bi vî awayî rêxistinbûna xwe ya nû li ser azadiya jinan bikaribe ava bike.”
Lêkolînên jineolojiyê
Zozan Sîma di peyama xwe de bal kişand ser lêkolînên jineolojiyê û ev tişt got: “Bi rastî jî demek me bi hevala şehîd Zîlan (Nagîhan Akarsel) re li ser çanda Êzidî ya qedîm lêkolînek da meşandin. Ew lêkolîn pir heyecan da me, ji ber ku dema me li ser koka jinên Êzidî lêkolîn kir di esas de em gihîştin koka civaka demokratîk a komînal. Ji ber vê jî me dît ku ev çand çiqas zindî ye. Niha di nava xebatên me yên jineolojiyê de em dixwazin koka ku bi hezaran salan e li ber xwe daye, di avakirina nasnameya jinên azad de em çawa bikaribin wê bikin bingeh.Tişta balkêş di lêkolînê de me dît ev bû; di nava civaka Êzidî de avakirina bingeha parastin, aborî, ked, rêveberiya xweser û hwd. heye. Lê ev bingeh ji ber fermanan, ji ber desthilatdariya mêr, ji ber êrîşan zêde di vê ferqê de nîn e. Niha tişta ku dikeve ser milên me hem bi rêbaza têkoşînê, hem sazîbûnê, hem parastinê hem ji aliyê fikir ve gere em van nîqaşên xwe zêdetir bikin. Tişta herî zêde ji jin û civaka Êzidî re pêwist e ev e. Ji ber ku gelek lîstik li ser civaka Êzidî hene.
‘Divê êdî em li ser kok û çanda xwe guhertinan pêk bînin’
Her wiha di dawiya peyama xwe de Zozan Sîma ev nirxandin kir: “Civaka Êzidî ger li ser koka xwe bikaribe sazîbûna xwe ava bike, wê demê dê bikaribe şêwazê parastina nirxên xwe weke civaka demokratîk di avakirinê de li ser bingeheke rast bide rûniştandin. Di qewl û çanda Ezidiyan de li dijî dewlet û desthilatdariyê, li ser aştî, lihevkirin û tifaqê gelek nirxên qedîm hene. Em di roja me ya îro de bi şêwaza xweseriya rêxistinbûna jinan û xweseriya Şengalê çawa dikarin bi sazîbûnên nû re bikin yek. Ev jî hinek dibe karê fikrî di heman demê karê têkoşînê ye. Divê êdî em gavan biavêjin û li ser kok û çanda xwe guhertinan pêk bînin.”
.