Romannivîsa Mexribî bi nivîsên xwe dengê jinan derdixe pêş
Romannivîsa Mexribî Samîa el-Qerafadî bi nivîsên xwe hewl dide deng û rengên jinên Mexribî derxe pêş û dibêje: “Bi riya nivîsandinê balê dikşînim ser jinên hatine jibîrkirin, bindest û yên bêdeng li berxwe didin."

HENAN HERÊT
Mexrib – Romannivîsa Mexribî Samîa El-Qarfadî, ji mîtolojiya Yewnan bigre heta çîrokên hatine jibîrkirin ên gundên Mexribê, gelek berheman kom dike. Samîa, di navbera helbest û pexşan, sembolîzm û realîzmê de tevdigere û hewl dide rûmeta serpêhatiyên jinên bindest û dengê jinê, wek çalakiyek berxwedan û seknê vegerîne.
Du berhemên wê yên nivîskî hene
30'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî di 18’ê Nîsanê de li paytext Rabatê dest pê kir û dê heta 27'ê Nîsanê bidome. Romannivîs Samîa Qarfadî jî du berhemên nû yên bi navê “Ahnên Galatea” û “Evîna te awazek di xwîna min de ye”, di çarçoveya pêşangehê de îmze kir. Di merasîma îmzekirinê de Samîa behsa rêwîtiya xwe ya afirîner û berhemên xwe yên wêjeyî yên dawî kir. Samîa da zanîn ku ji helbestê heya pexşanê, ji rastiyê heta efsaneyê û dinyayên mirovî yên ku ji kûrahiya ezmûnên kesane derdikevin, tevdigerin.
Di berhema xwe de Samîa El-Qardafî çîroka Galatea ya Yewnan, keça ku bûye kevir vedibêje. Her wiha li ser efsaneyê romaneke femînst a ku jina bindest pîroz dike û li ser zaroktî, evîn û rûmeta windabûyî vegotineke ruhî ya kûr radighîne. Di nav karakterên romanê de kesayeta Safiya ku di bin kevneşopiyên dijwar û rûyê agir de dijî derdikeve pêş. Ew jineke ciwan a ku ji gund tê bajêr û xwedî taybetmendiyên serhildan û tirsê ye.
'Min xwest aliyê jinbûn û ruhî bê dirûşme derxim pêş'
Samîa Qerfadî derbarê bajarê xwe Quneytrayê de jî axivî. Samîa diyar kir ku bajarê wê bajarê hestiyar û berxwedanê ye, nivîsandinê mîna çalakiya îfade, berxwedan û cîhê vejandina dengê jinên hatine jibîrkirin nirxand û wiha got: "Şêniyên Galataea ne tenê nivîsek e. Ew ji bo giyayên keçên bindest seyrangehek e û neynika jinên ku li şûna qêrînan bêdengiyê hildibjêrin e. Berhevoka min a pexşan a bi navê ‘Evîna te awazek di xwîna min de ye’ bi riya wê dîmenên evîn, tunebûn û hesretê pênase dikim. Ez hewl didim aliyê jinbûyîn û ruhî bêyî dirûşmeyan derxim pêş."
'Nivîsandin bîranînên jinên jibîrkirî û bindest in'
Samîa Qerfadî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku nivîsandin çalakiya berxwedanê ye û wiha got: "Ez bîranînên jinên jibîrkirî, bindest û bêdeng li berxwe didin, belge dikim. Hewldanek ku hêviyek biçûk di dilê xwendevan de çêbike ku bêje guhertin gengaz e.”