‘Yekdengiya gelê Kurd gihîşt hemû Kurdistanê’
Çalakvan Soz Abdulqadir diyar kir ku serdema em niha tê de dijîn serdema civakê, înternet û medyaya bihêz e û got ku “Bandorek mezin a van hemûyan heye. Bi rêya van pêşketinan ev yekdengiya gelê Kurd gihîşt hemû Kurdistanê û derveyî welat.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî- Ciwanên Kurdistanê di cîhanek hatî çêkirin de mezin bûne û hilgirtina nasnameya neteweyî di nava ciwanan de guherîn û dilsoziya wan a Kurdistan û welat nû kir. Ger nifşên berê tenê kar û xebatan ji bo azadiya beşek Kurdistanê kiribin, ciwanên îro ji bo yekbûna Kurdistanê dixebitin û dibêjin: “Yek e, Yek e, Yek e Gelê Kurd Yek e.’ Yekdengbûna gelê Kurd ezmûnek giran a mirovatiyê, di navbera hest û fikir de hêviya hevbeş ava dike.
Pispor dibêjin ciwan nasnameya neteweyî û yekgirtinê bi şêwazên cûda ji nifşên pêşiya xwe fêr bûne. Ji bo wan neteweyî ne tenê dîrok û hunera klasîk e. Pêwendiyek jiyanî ye ku bi rêya medya, huner, ziman û hişyarkirina civakê ji nû ve ava bûye.
Di xwepêşandanan de ciwan pêşeng bûn
Xwepêşandan û yekdengiya gelê Kurd, bi taybetî li başurê Kurdistanê bandorek rasterast li şervanên Rojava û hemû kesên beşdarî seferberiya giştî bûne kir. Li tevahî cihên cûda yên Kurdistanê, berê xwe dan Rojava. Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dema dîtin ku hemû gelê Kurd li tevahî aliyên din ên Kurdistanê bûne yek, gelek kêfxweş bûn. Her wiha gelê başur bi xwepêşandanan nîşan dan ku di aliyê berpirsyarî, ehlaqî û manewî de piştgiriya berxwedana şervanan dikin. Di xwepêşandanan de ciwanan rolek gelek girîng lîstin.
‘Êrîşên li ser Rojava yekdengiya gelê Kurd bi xwere anî’
Çalakvan Soz Abdulqadir Baban ev qonax mîna qonaxek nû bi nav kir û wiha pê de çû: “Ji dîrokê ve me gelek qonax derbas kirine û gelek karesat bi serê me de hatiye. Karesata Helebce, enfal, darvekirin û girtina serokên partiyên siyasî, lê belê karvedanên li pey wê qonaxê, ne di asta dihat xwestin de bû. Lê belê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê yekdengiya gelê Kurd li pey xwe anî. Em gelek dilgiran in ku xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê rastî van êrîşên dewletên dagirker hatine. Lê belê bi vê jî yekdengiya gelê Kurd derket holê. Hemû gelê Kurd piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kir. Ev piştgirî wisa li civaka navneteweyî kir ku were ser rê. Divê em yekdeng bin û piştevaniya hevdu bikin. Ger em bi xwe yek deng bin, wê gelên din jî hevkarî û piştevaniya me bikin.”
‘Me karî dengê xwe bigihînin hemû dinyayê’
Soz Abdulqadir di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku serdema em niha tê de dijîn serdema civakê, înternet û medyaya bihêz e û wiha pê de çû: “Bandorek mezin a van hemûyan heye. Bi rêya van pêşketinan ev yekdengiya gelê Kurd gihîşt hemû Kurdistanê û derveyî welat. Her wiha diyar kir ku Kurd yek deng in. Di van xwepêşandanan de ciwanan karîn lutkeya hêzê û yekdengiya gelê Kurd nîşanî hemû dinyayê bidin. Beşdaran, ciwan û zarokan hemûyan bi yekdengî diqêriyan û digotin em Kurd in. Sedsala 21’an dikare wek sedsala Kurd bê binavkirin.”
‘Ciwan xwedî hêz in’
Soz Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de peyamek wek dayîkek da û wiha got: “Ez vê peyamê ji bo dayîka Şehîd Ehmed ku şehîdê yekem ê başûrê Kurdistanê yê li Rojava bû, didim. Ez kurê wê wek kurê xwe dibînim û em hemû dayîk in. Ger dayîk pörçeyek ji bedena xwe nede dê xebatên gelê me bi ser nekeve. Her wiha ya ku ciwanan kiriye, hêvî dide me. Divê em ji bîr nekin ku ciwan li hemû dinyayê pêşengên xebatê ne. Ji ber ew hêza ciwanan gelek zêdetir e. Her wiha em di serdema xwe de pêşengên xebatên li Kurdistanê bûn. Ji ber wê ciwanan îro jî diyar kirin ku pêşengên xebatê ne û divê dest ji vê yekdengiyê bernedin û zêdetir hewla pêşdebirin û serxistina gelê Kurd bidin.”