Roksan Mihemed: Doza jinan bingeha pêkanîna demokrasiya li Sûriyeyê ye
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Roksan Mihemed girîngiya berdewamiya têkoşîn û hevgirtinê tekez kir û got: "Divê em yekbûna xwe di vî şerê çarenûssaz de ava bikin, ji ber ku jin hêzek bingeha veguherîna demokratîk in."

AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Di nava şer û pevçûnên berdewam ên li Sûriyeyê de, jin di parastina mafên xwe û beşdarbûna di pêvajoyên leşkerî û siyasî de roleke girîng dilîzin. Her ku pirsgirêkên ewlehiyê û bêaramiya siyasî li welêt berdewam dikin, jin neçar in ku ji bo aramiyê şer bikin.
Piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bûn rêveberiya demkî, guhertinên bingehîn di rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê de bi xwe re anî. Desthilata xwe li ser deverên berfireh ferz kiriye û tirsa ji zêdebûna aloziyên navxweyî zêde kiriye.
Derbarê rewşa jinan a li Sûriyeyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roksan Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir.
Bandorên tevliheviyên ewlehiyê li ser jinên Sûriyeyê
Roksan Mihemed di destpaêk gotinên xwe de destnîşan kir ku bi hatina cîhadîstên HTŞ'ê ya ser desthilata Sûriyeyê re rewşa herêmê ya ewlehiyê têk çûye û wiha got: "Ji ber bêewlehî û aramiyê jin herî zêde bi ziraran re rûbirû ne. Di heman demê de fikrên cîhadîstan ên tundrew jî bandor li ser jiyan û tevgera wê kir ku hebûn û rola wê bi çewsandinê re ma. Feraseta ku hebûna jinan red dike astengiyeke mezin e li pêşiya pêkanîna civakeke hevseng. Ew rola girîng a jinan di civakê de înkar dike, tevî ku jin yek ji stûnên bingehîn ên civakê ne. Rizgarkirina jinan rizgarbûna civakê ye. Ji ber vê yekê ev feraset jinan sînordar dike û wan dike bin qanûn û rêbazên paşverû."
Roksan Mihemed da zanîn ku tevî astengî û kêşeyan jina Sûrî rolek pêşeng lîstiye û têkoşiyaye. Roksan Mihemed wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destkeftiyên girîng hatine bidestxistin, jin bûne pêşengên şoreşa ku navê wan li ser e. Bi rola xwe ya pêşeng, beşdarî avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî dibin.
Lê hê jî jin li deverên din ên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve têne kontrolkirin, bi binpêkirinên di nav de revandin, kolekirin û qetilkirina hovane hene, wek ku li peravên Sûriyeyê diqewime, rûbirû dimînin. Pirsgirêka jinan di têkoşîna ji bo pêşeroja Sûriyeyê de pêşanî ye, ji ber ku nayê hiştin ku vegere serdema zilm û koletiyê, piştî ku wan têkoşîn dan da ku bighîjin vê qonaxê. Şerê jinan ji bo azadiyê dê bidome heta ku Sûriyeyek demokratîk ava dike."
Binpêkirina şertên peymana pevguhertina girtiyan
Roksan Mihemed balkişand ser binpêkirina şertên peyaman, pevguhartina girtiyan a di navbera meclîsa taxên eşrefiyê û Şêxmaqsûd a Helebê û rêveberiya demkî de, aramî û ewlehiya herêmê hedef digre. Roksan Mihemed wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li gor şertên peymana hatiye îmzekirin, qonaxa duyemîn a radestkirinê hatibû plankirin ku were pratîkkirin. Peyman 14 xalan dihewîne. Di nav de pevguhertina girtiyan û berdana hemû girtiyan ji girtîgehan heye. Lê di demên dawî de em şahidê binpêkirina vê peymanê bûn. Ji ber ku pêvajoya pevguhertina girtiyan di kêliya dawî de hat sekinandin. Rêveberiya demkî di bin zexta derve de ye, ji ber ku hin alî hewl didin daxwazên xwe ferz bikin û encumena herêmî bi şertên xwe ve girê bidin. Ev jî dibû sedem ku gavan ji bo guhertinê navêje. Di heman demê bi pêkneanîna benda pevguhertina girtiyan jî hewl dide fitneyan di nav pêkhateyên herêmê de ava bike. Pêwîst e hikûmet şertên peymanê yên ku li hev kirine, bicîh bîne."
Redkirina berdana jinan feraseta cîhadîst e
Roksan Mihemed derbarê redkirina rêveberiya demkî ya biryara berdana şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinê de, diyar kir ku helwestek kûrtir li hember jinan nîşan dide, ji ber ku ew hikûmetek bi ferasetek cîhadîst e û wiha pêl da gotinên xwe: "Redkirina radestkirina şervanên YPJ'ê nîşan dide ku hikûmet di warê pêşandana pirsgirêka jinan de, tevî ku ew pirsgirêkek mirovî û civakî ya bingehîn e jî, nikare wê pêşanî bide. Jinên ku hatin girtin, ew in ên ku axa Sûriyeyê li dijî terorê parastin û di parastina Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û heta mirovahiyê bi tevahî de roleke girîng lîstin. Jin ne tenê hejmarek an komeke piştgukirî ne, ew hêman in ku şoreş bi rê ve birine û di rêberiya civaka Sûriyeyê ber bi demokrasiyê û pirrengiyê ve dibin alîkar."
Jin dîwarê ewlehiyê ne
Roksan Mihemed tekez kir ku tevî hemû zehmetiyên li ser jinan tên ferzkirin divê erkên xwe bidomînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna ku di sala 2011'an de dest pê kir berdewam dike. Ew meşek bêwestan ber bi bidestxistina azadî û edaletê ve bûn. Jin di pêşengiya vê têkoşînê de bûn, ji ber ku wan herêm bi rê ve bir, parast û parêzvanî kir, beşdarî rêveberiya siyaset û ewlekirina aboriyê bûn û rola xwe ya girîng di hemû warên jiyanê de îspat kirin. Ew mîsogeriya ewlehî û aramiyê ne. Divê em yekbûna xwe ava bikin û di vî şerê çarenûssaz de şer bikin, ji ber ku pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, ew bingeha veguherîna demokratîk li Sûriyeyê ye. Têkoşîn dê berdewam bike heta ku jin statuyek ku li gor dîrok û têkoşîna wan bi dest bixin."
Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê
Roksan Mihemed derbarê bandora tevgerên navneteweyî û herêmî ya derbarê dosyeya Sûriyeyê de wiha axivî: "Rakirina dorpêçên dawî yên li ser Sûriyeyê wek gaveke erênî ber bi baştirkirina şert û mercên aborî û jiyanê yên welêt ve tê dîtin. Hemwelatiyên Sûryeyê ji ber dorpêçên ku bi salan e hatine sepandin, ji aboriyeke xirab êş kişandine, lê rakirina van dorpêçan bi tena serê xwe têr nake, ger dîmenên kuştin, koçberî û binpêkirinên heyî berdewam bikin. Bêyî hawîrdorek bi ewle û aram, rakirina dorpêçan bandorek rastîn li ser jiyana Sûriyan nake û vejîna aborî wek ku tê xwestin pêk nayê. Bidestxistina edalet û wekheviyê gava yekem e ji bo misogerkirina paşerojeke çêtir. Ewlehî û aramî bingeha her vejîneke aborî û civakî ne û bêyî bidestxistina wan, rakirina dorpêçan bandorek erênî ya rastîn nake."