Rojnamevanên jin ên Mexmûrê bertek nîşanî girtina saziyên jinan dan
Rojnamevanên jin yên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara girtina saziyên jinan ên li Silêmaniyê dan û gotin: “Em ê bêdeng nebin û neyên bêdengkirin. Şopdariya heqîqetê wê berdewam bike.”
Mexmûr – Di 31’ê Kanûna 2024’an de Asayişa Silêmaniyê bi awayekî hemwext, êrişî navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê û Rêxistina Merziye ya jinan kir û her çar navendan bi dare zorê girt.
Rojnamevanên jin ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi daxuyaniyekî biryara girtina her çar navendan şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlîbûna rojnamevanên jin û saziyên jinan li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê rojnamevan Mizgîn Kara ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ya li tevahiya cîhanê bûye nimûneya jiyan û jina azad, li Başûrê Kurdistanê rastî serdegirtin, astengî û qedexekirinan tên. Di dawiya sala 2024’an de ku hêviya tevahî gelê Kurdistanê û bi taybetî ya jinên Kurd, azadî û bi dawîkirina tundiya li ser jinan bû, li bajarê Silêmaniyê saziyên jin bi serdegirtinên ne qanûnî re rû bi rû man.
‘Şîrketa Gizîngî Berbeyan deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re radigihand’
Di 31’ê Kanûna 2024’an roja dawî ya salê de, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Asayîşa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî, biryara girtina şîrketa Gizîngî Berbeyan dan. Şîrketa Gizîngî Berbeyan ji bo Jin TV bername çêdikir. Deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re radigihand. Di heman rojê de bi ser Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tewanên li dijî jinan de jî girtin. Tevahî serdegirtinên ku çêbûn bi awayekî ne qanûnî û bi darê zorê bûn. Ev serdegirtinên ku pêk hatin li dijî maf, hebûn û rêxistinbûna jinan e.
‘Êrişa li dijî Şîrketa Gizîngî Berbeyan, êrîşa li dijî heqîqetê ye’
Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo mafên jinan heya niha ti tişt nekirin e. Bi qanûnên xwe asta êrişkarî û tundiya li dijî jinan zêdetir kirin e. Rê li ber tundî, qetilkirin û bê mafiyê vekirin e. Li hemberî polîtîkayên qirêj yên bi aqilê mêrê desthilat tên ferzkirin, têkoşîna jinan jî her bilind bûye. Yên ku herî zêde rastiyên veşartî û rûyên tarî eşkere dikin jî rojnamevan in. Ji ber vê yekê êrişa li dijî Şîrketa Gizîngî Berbeyan, êrişa li dijî heqîqetê ye. Li dijî eşkerekirina rastiyan û rêxistinkirina jinan, êriş e.
Em wek jinên rojnamevan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û rêxistinên jinan yên li qadê, biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan bi tundî şermezardikin. Şîrketa Gizîngî Berbeyan zêdetirî 7 salin bi keda jinan û bi hişmendiya jina azad li Başûrê Kurdistanê ji qenala yekemîn a jinan Jin tv re bernameyan çêdike. Bi dosya û nûçeyên xwe parêzvaniya mafên jinan dike. Nêrîn û dengên jinên nayên dîtin û bihîstin, parve dike. Li pey tevahî rastiyên veşartî, di şopa heqîqetê de xebat dike.
Li ser biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan û saziyên jinan yên li Silêmaniyê 5 roj derbas bûn. Li dijî serdegirtinan bertek zêde dibin, lê heya niha ev hêz bêdeng in. Em bang li van hêzan dikin ku demildest ji biryara xwe ya şaş gav paşve bavêjin. Ji ber ku bi êrişên xwe wê nikaribin vîna jinan bişkînin û rastiyê bêdeng bikin. Wê şopandina heqîqetê bidome û yên rû reş wê hertim ji aliyê rojanamevanên jin ve werin eşkere kirin.
‘Em ê bêdeng nebin û neyên bêdeng kirin’
Weke jinên rojnamevan yên Mexmûrê jî em ê li gel hevrêyên xwe bin. Heya betalkirina vê biryarê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser şopa hevalên xwe yên şehîd Gurbetellî, Denîz, Nûjiyan, Gulistan, Hêro û Cîhan em ê şopdarên heqîqetê bin.
Di dawî de em carek din êrişên li ser ragihandin û saziyên jinan şermezar dikin û dibêjin em ê bêdeng nebin û neyên bêdeng kirin. Şopdariya heqîqetê wê berdewam bike.”