Rojnamevanên jin ên Êzidî: Emê xewnên Nûjiyanê pêk bînin
Rojnamevanên jin ên ku beşdarî dewreya perwerdeya 15 rojan bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bûn, dan zanîn ku ewê xewnên Nûjiyanê û hemû rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane, pêk bînin.

Şengal – Ragihandina Jinên Êzidî dewreya perwerdeya 15 rojan ku bi dersên fikrî û teknîkî dida, bi serkeftî bidawî kir. Dewreya perwerdeyê li ser navê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatibû vekirin.
‘Em şopdarên Nûjiyan in’
Rojnamevan Nûjîn Êzidî der barê perwerdeyê de da zanîn ku jinên rojnamevan ên Êzidî dewreyeke perwerdeyê ya ji bo 15 rojan dabûn destpêkirin û wiha got: “Perwerde, li ser navê herdû rêhevalên me yên şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatibû destpêkirin. Ji bo me perwerdeyek girîng û pêwîst bû. Ji bo pêşketina me ya di aliyê teorî û teknîkî de pir baş bû. Wek ku tê zanîn em jinên Êzidî di karê çapemeniyê de nû ne. Piştî fermanê me dest bi xebatên ragihandinê kir. Bi pêşengî û keda şehîd Nûjiyan Erhan îro em vî karî dikin. Ew ji bo me sembola ragihandina jinên Êzidî ye. Bi keda wê ya ku dixwest jinên Êzidî bipêş bikevin û kedek mezin bidin, em îro kar û xebatên xwe didomînin. Em şopdarên Nûjiyan in û erkên ku ji me tên xwestin weke jinên rojnamevan em dikin. Ji bo pêşengiyê, me pêwistî bi perwerdeyê dît û li ser vî esasî me dest bi dewreya xwe kir.”
‘Em ê têkoşîna şehîd Nûjiyan jiyandar bikin’
Rojnamevan Dilo Hecî jî behsa dewreya perwerdeyê kir û da zanîn ku perwerdeya wan gelek xweş û serkeftî derbas bûye. Dilo Hecî wiha got: “Ev 15 roj in me dewreya perwerdeyê daye destpêkirin û îro roja dawî bû. Pir girîng e ku keç û jinên Êzidî xwe bipêş bixin û perwerdeyeke baş bibînin. Weke ku tê zanîn şehîd Nûjiyan di ber axa Şengalê de şehîd bû. Îro em şopdarên wê ne û li ser xeta wê ne. Yek ji daxwazên wê ew bû ku keçên Êzidî bipêş bikevin û pêşengiyê bikin. Em jî hewl didin daxwaza wê di kesayeta xwe de pêk bînin. Perwerde ji bo keçên Êzidî pir pêwîst bû. Perwerdeya me pir baş bû, me gelek tiştên girîng ji vê perwerdeyê girt. Di dawiyê de em ji bo şehîdên ragihandinê soza xwe dubare dikin. Em ê her dem şopdarên heqîqetê bin.”
‘Dîroka ragihandina jinan pir girîng e’
Pêşkêşvana bernameya Nûjiyan a Jin TV’yê Hêvîdar Şengalî jî bal kişand ser mijarên sereke yên perwerdeyê û girîngiya wan û wiha got: “Di kesayeta şehîd Hêro û Gulistan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Perwerdeya me 15 rojan berdewam kir. Bi navê şehîd Gulistan û Hêro bû. Gelek dersên me yên zengîn hebûn. Li ser fikrên serokatiyê, rastiya jinan û çanda Êzidiyatiyê bûn. Perwerdeyeke girîng bû di vê demê de ji bo keçên Êzidî. Dema em di perwerdeyê de bûn banga Rêber Apo hat. Vê yekê jî kêfxweşiya me zêde kir û bi heyecaneke mezin em tevlî perwerdeyê bûn. Dersên me yên dawî jî dîroka ragihandina jinan bû. Bi rastî ev ders ji bo me pir girîng bû. Pêwîst e em jî şopdarên Nûjiyanê bin. Em nehêlin kameraya Nûjiyan li erdê bimîne û em ê xewnên wê pêk bînin.”