Rojnamevan Selamet Tûran hat binçavkirin
Rojnamevan Selamet Tûran danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin.

Şirnex-Polîsên Tirk danê sibehê li Çemkûrkê (Nûh) li mala Selamet Tûranê lêgerîn pêk anîn. Selamet piştî lêgerînan hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Derbarê binçavkirina Selamet Tûranê de tu agahî nehatin parvekirin.