Rojnamevan Berfîn Ay hat binçavkirin

Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û ew sewqî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê pêla binçavkirinan a li dijî rojnamegeran didome. Rojnamevanên ku dixwazin heqîqetê nîşanî raya giştî bikin, bi girtin û astengkirinan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên jin, bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin.

Berfîn Ay di ketina Cizîrê de hat binçavkirin

Li gorî agahiyên dawî, Berfîn Ay di ketina navçeya Cizîrê de hatiye rawestandin û piştî binçavkirinê ew birine Midûriyeta Emniyeta Şirnexê.

Heta niha sedema binçavkirina rojnamevan Berfîn Ay nehatiye zanîn.