Rojnameger Xezne Nebî: Kobanê xala man û nemanê ye

Rojnameger Xezne Nebî ya ku berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê şopandibû, bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û got ku “Kobanê bi berxwedana xwe bû mîrateyek û ji bo hemû kesên azadîxwaz, xala man û nemanê ye.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Hesekê – Di sala 2012’an de dema ku Şoreşa Rojava pêl da, Kobanê bû yek ji Kantonên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dema ku rûpelên salnamê sala 2014’an nîşan dan, çeteyên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyê, gelek deveran dagir kirin û li Şengalê komkujiyên mezin pêk anîn. Bi piştevaniya dewleta Tirk dixwestin ku Kobanê dagir bikin û berxwedana gelê Kurd a li herêmê têk bibin.

Di 13’yê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê tevî çekên giran li hemberî Kobanê dest bi êrîşek mezin kirin. Şervanên YPJ’ê, YPG û gelê Kobanê, bi rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî li hemberî êrîşên qirkirinê xetek berxwedanê ava kirin. Ji bo parastina Kobanê Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi destên xwe sînoran şikandin û ji bo parastinê, berê xwe dan Kobanê. Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî têkoşîna bê hempa ya 134 rojên ku mohra xwe li dîrokê da, Kobanê bi ser ket û êrîşên DAIŞ’ê hatin şikandin.

Werçerxa têkoşîna jinan

Kobanêya ku bi rihê berxwedêr bi pêşengî û têkoşîna jinan a di eniyên şer de têgiha ‘DAIŞ têk naçe’ şikand, sînorên Kurdistanê jî derbas kir. Ji 30 welatan bi milyonan mirov ji bo parastin û xwedî derketina berxwedana li Kobanê herikîn qadan. Şervanên YPJ’ê ne tenê bajêr, li hemberî feraseta dijminahiya jinan a DAIŞ’ê parastin, her wiha biryardariya jinan a di berxwedanê de jî nîşanî dinyayê dan. Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahî jinên serhildêr ên hebûna xwe di berxwedana Kobanê de dîtin û ji bo mirovahiya pêşverû bû werçerx.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê û avakirina bajêr a li ser bingehê pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ruyê rast ê DAIŞ’ê jî xuya kir. Kobanê ji sala 2017’an heya îro bi êrîş û gefên dewleta Tirk re rû bi rû ye. Di demên dawî de bi êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Til Rifet, Şehba û Minbicê re, metirsî û gefên dewleta Tirk ên li ser Kobanê zêdetir bû.

Rojnameger Xezne Nebî ya ku di pêvajoya berxwedana Kobanê ya 2014-2015’an a li dijî DAIŞ’ê dişopand, têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê ji ajansa me re axivî. Xezne Nebî got ku berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê, bûye mîrate ji tevahî jin û kesên azadîxwaz re. Xezne anî ziman ku pêwîstiya Kobanê dîsa bi rihê 2014’an heye.

‘Sûriye mozaîkek e’

Xezne Nebî bal kişand ser destpêkirina aloziya li Sûriyê û wiha qal kir: “Di hindurê Sûriyê de pêwîstî bi demokrasî, edalet û wekheviyê hebû. Ne tenê ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemu pêkhateyên Sûriyê. Em dizanin ku Sûriye mozaîkek e û gelek pêkhate di nav de hene. Dûrzî, Elewî, Şiî, Sunî, Kurd, Turkmen, Êzidî ol û netewên cûda hene, Îsmaîlî hene. Ev di pergala heyî de fetisîbûn. Pêwîstî bi zayîn û vejînekê nû hebû ku her kes bikaribe bibe xwedî maf, xwedî deng û hebûn. Di serdema ku em tê de dijîn de dîktatoriya ku Esad dimeşand êdî nedihat kişandin. Bi guhertinên li Rojhilata Navîn ev jî mecbûrî çêbû.”

Ji her çar aliyê dinyayê berê xwe dan Kobanê

Xezne Nebî wiha qala berxwedana Kobanê kir: “Kobanê berxwedaneke derxist pêş bi derketina DAIŞ'ê re ku xeteriya wî heta niha jî didome. Bi berxwedana jin û xortên Kurd ên ji her çar aliyê Kurdistanê berê xwe dan vê derê, ev berxwedan mezin bû. Bi biryardariya ‘Kobanê nakeve’ destpê kir. Heta niha jî ev rih berdewam dike. Ji ber ku pêwîstî bi dewamkirina vê giyanê heye. Berxwedana ku li Kobanê çêbû, ji bo tevahiya Sûriyê pêwîst bû. Lê li hember mêjiyê tarî, li hember dîktatoriya ku heye, li hember çeteyên DAIŞ’ê, li hember hêzên radîkal ên ku dixwestin dîsa ev civaka pir reng bêzar bibe, Kobanê vê yekê şikand. Bi vêya re gihîşt serkeftinê. Bi vêya re bedêlên pir mezin hatin dayîn û bû bajarê hezar şehîdî. Nasnameya Kobanê êdî di tevahiya dinyayê de bû rênasîna berxwedanê. Daxwaza xalên ku me got edalet, wekhevî û demokrasî ye, herî zêde Kobanê  tê de pejirand. Ji ber ku erdnigariyekê bi temamî Kurd e. Di tevahiya Sûriyê de cihê ku hemû Kurd lê dijîn, Kobanê ye. Taybetmendiyek Kobanê bi vî rengî heye û Kurd jî bi berxwedana xwe tên zanîn, zû bi zû dev jê bernadin. Ji Kobaniyan re dibêjin serhişk in. Bi rastî ev serhişkî di berxwedana Kobanê de jî derket pêş. Lê ne tenê Kobanê bû. Yên ku li Kobanê liberxwe dan, kombûna Kurdistanê bû, bi giştî gelê Kurd û dostên wan bû.”

Hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re

Xezne Nebî têkildarî hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re wiha got: “Ji aliyê Tirkiyê ve bi awayek aşkere destek jê re hat dayîn. Di hindurê Kobanê de,  dîmenên ku li ser sînorê Kobanê derdiketin, desteka lojîstîk û çekan, heta derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê, pir derketin pêş. Dewleta Tirk viya aşkere kir. Çeteyên DAIŞ’ê yên birîndar bûn, li bajarên Tirkiyê hatin dermankirin. Li wê derê hatin perwerdekirin. Bala xwe bidinê, ev demeke dirêj e ku qala Rojhilata Navîn a nû tê kirin. Bi Rojhilata Navîn a nû re, pêwîstî bi hêzeke ku herêm biguhere hebû. Baş an xirab diviyabû bihata guhertin. Mijar ne tenê dewleta Tirk e. Ji bo guhertina nexşerêya Rojhilata Navîn, dewleta Tirk tenê têr nake. Lê piştgiriyek ji dewleta Tirk re hat dayîn ku di vê de cih bigire.”

DAIŞ xetereyek wisa ye ku sînoran derbas dike

Xezne Nebî bal kişand ser xetereya zindîbûna DAIŞ’ê ya bi êrîşên dewleta Tirk re û wiha dom kir: “Li Sûriyê jî diyar bû ku dewleta Tirk piştgiriyek çawa dide DAIŞ’ê. Heta niha jî bermahiyên wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Girtîgehên li herêmê, tije çeteyên DAIŞ’ê ne. Bi hilweşandina rejîma Sûriyê re, xeterî heye ku carek din derî li wan bê vekirin û ev çete belav bibin. Xeteriya DAIŞ’ê xeteriyek dersînorî ye. Xeteriyekê ku sînoran derbas dike ye. Ger ku sînoran derbas kir, ne diyar e ew ê bi ku derê ve here. Çawa carek din bên komkirin û zindî bibin, ev jî nediyar e. Dewleta Tirk niha dibêje ez dixwazim dosyaya DAIŞ’ê bigrim destê xwe. Gelo bi rastî jî ji bo bidawîkirinê dosyaya DAIŞ’ê dixwaze? Ango ji bo zindî bike û berjewendiyên xwe li Sûriyê berfireh bike, erdnîgariya xwe fireh bike û armanca xwe ya sereke ya tunekirina Kurdan pêk bîne vêya dixwaze?

Niha dewleta Tirk ji bo çi di hundirê Sûriyê de ye? Desthilatî hat guhertin. Baş e, divê dewleta Tirk vekişe. Lê venakşe. Lê çeteyên DAIŞ’ê li vir in. Dewleta Tirk dixwaze carek din xwe bighîne wî. Wê demê armancek bi vî rengê heye bi riya çeteyên DAIŞ’ê pergala li Rojhilata Navîn heye were guhertin, di astekê de doza Kurd bê tunekirin û ev jî armanca bingehîn e ku dewleta Tirk û AKP-MHP dixwaze.”

‘Têkoşîna jinan hişt çavê her kesî li vê berxwedanê be’

Xezne Nebî balkişand ser berxwedana jinan a ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de nîşan daye û wiha pêl da axaftina xwe: “Yên ku li Kobanê bûn sembola berxwedanê û xalên serkeftinê, niha dîsa di rojevê de ne. Di şerê 2014-2015’an de ya ku berxwedana herî mezin kir YPJ bû. Yên ku wê demê nûçegihaniya şer dikirin, bi piranî hevalên jin bûn. Yên ku li pişt perdê alîkariyê dikirin jin  bûn. Yên ku li wir biser ketin, niha dîsa di xeterê de ne. Dewleta Tirk hewl dide ku pergala niha em li Sûriyê dijîn û dîsa destkeftiyên jinan têk bibe. Ger ku pergalek mîna ya Erdogan û dewleta Tirk li Sûriyê dixwaze pêk bê, ew ê serxwebûna jinan a di nav çend salan de derketiy pêş, tune bibe. Wan hêzên leşkerî, dinyayê  bi giştî ji xeteriya DAIŞ’ê xilas kir. Cara yekem jinek çek li piştê be û li dijî DAIŞ’ê şer bike, ev hêzek e û dewleta tirk dixwaze vê hêzê têk bibe. Û dizane jî xala herî xurt li gel me jin e û ji bo civak bikeve, divê jin bikeve. Ev ne dirûşmek e ku tê gotin. Ev rastiyek e. Bîrdoziya ku jin îro li vê derê dimeşîne xwedî girîngiyekê mezin e. Ji ber vê yekê mînakên pir mezin ên berxwedanê li Kobanê hebûn. Ya ku hişt çavê her kesî li vê berxwedanê be ev taybetmendî bû. Di tu şerên cîhanê de wiha nebû.”

Herkes xwe di Kobanê de xwedî par dibîne

Xezne Nebî ya got “Xwedî derketina Kurd û dostên wan li dinyayê, ji bo vê hêzê bû” di qada navnetewî de xwedîderketina li Kobanê bibîr xist û wiha berdewam kir: “Li şervanên YPJ û YPG’ê xwedî derketin. Taybetmendiyekê ku li dinyayê dûbare nebû, divê di vir de bipêş bikeve, rakin jor. Her kes xwedî li vêya derket. Ger tabloya Yekîneyên Parastina Jinê li Kobanê nebûya, dibe ku dengvedanekê bi vî rengî nebûya. Çalakiyên fedaî yên ku jinan dikir, Yekîneyên Parastina Jinê dikir, ger bipêş neketa, dibe ku dengvedanek bi vî awayî çênebûba. Çîroka berxwedana jinê ya li Kobanê, bû çîroka serkeftina berxwedana Kobanê û destkeftiyên ku herkes xwe di nav de dibîne. Herkes xwe di Kobanê de xwedî par dibîne.”

‘Bû mîrasek giştî û pêwistî bi parastina wê heye’

Xezne Nebî anî ziman ku berxwedana 134 rojan a li Kobanê pêk hat, bûye mîrasek giştî yê tevahiya dinyayê û got ku pêwîstî bi parastina wê heye. Xezne Nebî wiha domand: “Kobanê bi berxwedana xwe, bi şehîdên xwe, bi hêza jinê, bi guhertina taybetmendiyên jinê, bû destkeftiyek giştî. Ji bo ku ev bê parastin, divê kesên demokrat, kesên xwedî bîrdoziyên rast ku şoreşê rast xwendibin, xwedî li vê yekê derkevin. Her çiqas pergalek nû ya Sûriyê bê avakirin jî, divê bê mafê jinê, bêyî ku rewşa em niha dijîn di ber çav re bê derbaskirin, pêk neyê. Ger di ber çav re neyê derbaskirin, em ê vegerin rewşa berê. Êdî ev nayê qebûlkirin. Jin li hemberî koletiyê serî rakirin, êdî qebûl nakin ku carek din wê koletiyê bijîn. Em dizanin ku civaka me çawa bipêş ket, çawa guherî. Ger koletiyek dîsa li ser jinê bê ferzkirin, wê civak bi xwe jî vegere koletiya ku berê dijiya.”

‘Divê jin wek hêzek di nav diyalogan de cih bigrin’

Xezne anî ziman ku êrîş di heman demê de gefek mezin e li ser destkeftiyên jinan û got: “Niha wek jinek ez dibêjim ji xwe re ger pergalek demokratîk çênebe, ger di navbera zayendan de wekhevî nebe, gelo ez ê bikaribim mîna 12 sal berê bijîm? Na, ez nikarim. Divê ez serbixwe bim, azad bim. Her çiqas berê me wê jiyan dikir jî, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêşketinên ku jinan bidest xistin re, êdî em nikarin vegerin berê. Ji ber wê jî, bi taybetî ji bo hemû jinan dibêjim û ji civakê re dibêjim: Yê ku me jiyan kir, yê ku em fêr bûn, yê ku hişt em bibin kesên serhildêr li hemberî pergala ku em qebûl nakin, em bûn. Bîrdoziyek bû, fikrek bû û vêya biparêzin. Parastina wê jî berî her kesî li ser milê me ye. Em di wê hêviyê de ne ku vê pêvajoyê jî em bi awayekê diyalog, danûstendin, daxwaza maf çêbibe. Bi rastî jî di hemu aliyan de ji leşkerî heya aborî û siyasî em bikaribin vê yekê li tevahiya Sûriyê pêk bînin. Diyalogên pêş de divê bipêş bikevin û divê jin wek hêzek di nav wê de cihê xwe bigirin.” 

 Xala man û nemanê

Xezne destnîşan kir ku jinên Kurd çekan tenê ji bo şer bikin negirtine û wiha got: “Çek rakirin, ji bo jinên din jî jiyanek mîna jiyana wan bijîn. Ji bo ku bikaribin rihet, azad û bi awayek aştiyane bijîn. Ev mafek mirovî ye berî her tiştî. Ne mucîzeyek pir mezin e. Berxwedana ku di sala 2014’an de me bi çavkorî destpê kir, hemû Kurd tê de bûn şîrik. Pêwîstiya Kobanê carek din bi vêya heye, bi rihê 2014’an heye. Û pêdivî bi rihê ji wê zêdetir heye. Ji ber ku wê demê destpêk bû û niha dawî ye. Bidawîkirin ji vekirina pirtûkê girîngtir e. Mirov di dawiyê de çîrokê nas dike. Kobanê ji bo Kurdan xala man û nemanê ye. Pêwîstiya Kobaniyan bi berxwedanek di Kobanêya xwe de heye. Pêwîstiya Kurdan bi parastina Kobanê heye. Her wiha pêwîstiya cîhanê jî bi parastina Kobanê heye. Ji ber ku Kobanê bû mijara hemû dinyayê. Êdî tenê di çarçoveya Kurdan de nema. Li Kobanê sembolên mîna Arîn Mîrkan, Rêvanan û jinên Kurd derketin ku îro herî kêm em bi rihetî qala daxwazên xwe bikin û em bêjin li Sûriyeyek nû, em wekheviyê dixwazin. Pêwîstiya demokratan û kesayetên aştîxwaz bi vê yekê heye. ”