Li Efganistanê sînorkirinên li ser jinan xebatên alîkariyê asteng dike
Ajansên Neteweyên Yekbûyî û hevkarên alîkariya mirovî, piştî ku Talîbanê sînorkirinên nû yên xebatên li herêmê yên karmendên jin ên Efganî astengdar kir danî, ragihandin ku hemû xebatên xwe yên li sînorê Efganistan û Îranê rawestand.
Navenda Nûçeyan – Piştî sînordarkirinên nû yên Talîbanê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevkarên wê yên alîkariya mirovî ragihandin ku hemû xebatên xwe yên li ser sînorê Efganistan û Îranê rawestandiye. Pêkanînên nû, li herêmê karkirina xebatkarên jin ên Efganî qedexe dike.
Piştî desterserkirina Talîbanê ya rêveberiya Efganîstanê, sînordarkirinên tund ên li ser jinan ên di qadên perwerde û kar de roj bi roj zêdetir dibe. Ev pêkanînan, him derfetên kar ên jinan sînordar dike û him jî azadiya wan a tevgerê jî bi awayekî cidî sînordar dike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên alîkariya mirovî, di 4’ê Mijdarê de ragihand ku hemû xebatên xwe yên li sînorê Efganistan û Îranê rawestandiye. Bi taybetî sînordarkirinên nû yên li deriyê sînor ê Îslam Qaleyê, xwegihandina xebatkarên jin a ji bo herêmê asteng kir.
‘Bêyî xebatkarên jin gihandina alîkariyê ne pêkan e’
Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya NY’ê ya Efganistanê, ragihand ku ev rewş "operasyonên lezgîn ên zehmet” diafirîne û "ji bo jin û zarokên keç ên vedigerin xetereyên zêde ava dike.” Berpirsyar, destnîşan kir ku ji sedî 60’ê kesên ku ji Îranê vedigerin Efganistanê jin û zarok in û wiha got: "Bêyî xebatkarên jin gihandina alîkariyê ne pêkan e.”
Talîbanê, heta niha der barê sînordarkirinê nû yên bûne sedema rawestandina operasyonan de tu daxuyaniyek fermî neda. Lê belê, van gavan di civaka navneteweyî de bû sedema fikarên cidî. Hikûmeta Talîbanê ya ji sala 2022’an vir ve mafê xebatê yê jinan sînordar dike, vê qedexekirinê bi awayekî ku bandor li xebatkarên jin ên Neteweyên Yekbûyî jî bike, berfireh kiriye.