Rojnameger Nafiye Bal hat binçavkirin
Edîtora Rojnameya Xwebûn Nafiye Bal di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan.
Navenda Nûçeyan – Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik hat destpêkirin de, danê nîvro di serdegirtina mala wê ya Amedê de hat binçavkirin. Nafiye ya ku sewqî edliyeyê hat kirin, bi biryara dozgeriyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa TEM'ê ya Amedê.
Tê payîn ku Nafiye sibe careke din bînin edliyeyê.