Rojnameger Mahnaz Ghazlu: Divê medyaya Îranê rastiyan bigihîne cîhanê
Rojnameger Mahnaz Ghazlu diyar kir ku rejîma Îranê her tim rojnamevanan asteng dike û gelek rojnamevanan digre û got: “Divê medya rastiyan ji cîhanê re ragihîne. Di vî warî de karê dikeve ser medyaya muxalefetê gelek in.”
ŞEHLA MUHAMMADÎ
Navenda Nûçeyan – Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li bajarê Tehranê yê Îranê bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedayeji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat qetilkirin. Çalakiyên ku ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, bi lez û bez li welat belav bû û veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî”. Rejîma Îranê kesên ku piştgiriyê didin serhildanê bi taybet jinên aktîvîst, rojnamevan, hunermend û xwendekar hedef girtin.
Endama Tevgera Jiyana Azad rojnamevan Mahnaz Ghazlu têkildarî serhildan û zextên li ser rojnamevanan axivî. Mahnaz Ghazlu, anî ziman ku serhildan ji ber ku ji aliyê jinan ve hat destpêkirin tevgera “Jin Jiyan Azadî” bû û got ku jin ji sala 1957’an û vir ve li dijî “pêçana mecbûrî” li kolanan dadikevin qadan. Mahnaz Ghazlu destnîşan kir ku daxwazên azadiyê yên jinan ji dîrokê heta niha dewam dikin û diyar kir ku ji ber vê sedemê di serhildanan de pêşketin çêbûne.
Mahnaz Ghazlu diyar kir ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku li cîhanê deng veda, ne tenê dirûşme ye û got: “Ji ber ku li welatekî Rojhilata Navîn ku bi pergala baviksalarî ve ewqas girêdayî ye û xwedî tevnên giran e, cara yekeme dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê avêtin. Ev ji hebûna serhildanê tê. Di nava civakê de azadiya jinê û ji holê rakirina cihêkariyê azadiya civakî jî bi xwe re tîne.”
‘Zilam jî ne azad in’
Mahnaz Ghazlu, bal kişand ser wê yekê ku li Îranê ne tenê jin, mêr jî ne azad in û got: “Rojnamevan, aktîvîstên sivîl, parêzvanên jîngehê mafê wan yê azadiya îfadeyê nîne, hemû di girtîgehê de ne. Li Komara Îslamî ya Îranê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene.” Mahnaz Ghazlu da zanîn ku rojnamevan û medya hertim têne astengkirin û wiha got: “Azadiya çapemeniyê yek ji rêgezên demokrasiyê ye. Lê belê ji dema Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye ser desthilatê, berdewam rê li ber rojnamevanan hatiye girtin û hewl hatiye dayîn ku rê li ber çûna nûçeyan were girtin. Gelek rojnamevan tenê ji ber nûçe û pirsiyarkirina encamên şoreşê hatin girtin. Pirskirina pirsan mafê welatiyan e, divê rojnamevan pirsan bikin, hişyariyê bidin, rayedaran lêkolîn û rexne bikin.”
‘Divê medya rastiyan ji cîhanê re ragihîne’
Mahnaz Ghazlu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku di serî de çapemeniya navneteweyî jî ji serhildanê berpirsyar e û got:
“Ya rast ev e ku em di derbarê medyayê de ji pênaseyên diyar û standardên navneteweyî tune ne. Komara Îslamî ya Îranê li gor berjewendiyên xwe biryaran dide, ne li gor berjewendiya gel. Divê em girêdana xwe bi civaka Îranê re xurt bikin û ji bo civakek hişmend bixebitin. Di vê wateyê de pêdivî ye ku medya rastiyan ji cîhanê re ragihîne. Ji ber ku endamên çapemeniyê yên ku nêzî hikûmetê ne, dikarin raya giştî bixapînin, hinek pîvan û aliyekê nîşan bidin û tevgerê berovajî bikin. Ji ber wê karê dikeve ser medyaya muxalefetê gelekin.”