'Jinên li herêmên dagirkirî di çerxa bindestiyê de dijîn'
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Macîde Hesûn bal kişand ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî û got: "Di demeke ku jin li dijî pergala heyî têdikoşin de, li herêmên dagirkirî jin ji du aliyan ve bindest in."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Pergala ku xwe dispêre hişmendiya mêrê serdest, xwe li ser hebûn û afrîneriyên jinan ava kir. Ji ber vê bi salan e di asta yekemîn de jin ji aliyê pergalê ve hatine bindestkirin. Li hinek welatên cîhanê jin ji bilî bindestiya pergalê, di nava şert û mercên giran de dijîn ku mirov dikare vê yekê weke bindestiya dinan jî binav bike. Mînaka herî şênber a vê mijarê, rewşa jinên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablûsê ye. Ev herêm bi salan e ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Jinên van herêman bi kiryarên herî hov û dermirovî re rû bi rû dimînin.
Endama koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn der barê rewşa jinên ku li herêmên dagirkirî bi binpêkirinên mafê mirovî re rû bi rû dimînin de axivî.
Macîde Hesûn a bal kişand êrişên li ser jinan, wiha got: “Jiyan ji gelek warên girîng ve bi destên jinan hat afirandin, her wiha wekhevî, hevbeşiya di nava ferdên civakê de, demokrasî û edaleteke xwezayî hebû. Bi pêşketina hişmendiya mêrsalar û pergala netew-dewletê re dîrok hat berovajîkirin ku heqîqetên civakî bûn malê zilaman. Bi vî rengî em ji serdema dayîksalar derbasî serdemeke ku temenê wê bi hezaran salan e û ji aliyê hişmendiya serdest a mêr ve tê birêvebirin, bûn. Ji bo vê jî ji wê demê ve heta roja me ya îro jin di qirkirinan re derbas dibin. Êrîşên pergalê yên dijwar bûn sedem ku jin nasnameya xwe ya resen ji dest bidin. Polîtîkayên cur be cur li hemberî jinan hatin meşandin ku di gelek pêvajoyên dîrokê de jinên fîlozof, zana, afirîner û pêşeng bi bihaneyên cuda hatine qetilkirin ku rewş heta roja me ya îro hatiye."
Li heremên dagirkirî jin di rewşekî giran de dijîn
Macîde Hesûn destnîşan kir ku rewşa jinan li heremên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dijwar e û got: “Jinên ku li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin dijîn, rû bi rûyê bindestiyeke du alî ne. Dewleta tirk û çeteyên wê, bi heman hişmendiyê herêmê dagir kirin. Ji bo vê jin ji hilbijartina cilên ku li xwe bikin bigre nikarin bibin xwedî biryar. Mirov dikare têkildarî vê xalê, xeyal bike ku jinên li Efrîn, Girê Spî, Serêkanî, Cerablûs, Ezaz û Babê di çi rewşê de dijîn. Li hemberî vê yekê, em dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinek gavên şênber hatine avêtin. Jin di gelek qadan de xwedî roleke çalak in her wiha dikarin der barê kesayet, jiyan û civaka xwe de bibin xwedî biryar jî. Di demeke ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin xwe ji bindestiya pergala netew-dewlet rizgar bikin de, jinên li herêmên dagirkirî bindestiyeke din dijîn."
'Em ê jinên di bin tecrîdê de rizgar bikin'
Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de banga têkbirina dagirkeriyê kir û got: "Em dikarin tesbît bikin ku jinên di bin serweriya dewleta tirk de dijîn, ji jiyanê hatine qutkirin. Ev mijar bi serê xwe qirkirina hebûna jinan e, dema ku em dibêjin qirkirin jî ne tenê di wateya fizîkî de. Jin ji aliyê ruhî, mêjî û fizîkî de tên tunekirin. Mirov dikare bibêje jinên li herêmên dagirkirî di nava tecrîdeke mezin de ne. Rojane bi kiryarên weke revandin, qetilkirin, tecawiz, îşkence û zawaca bi darê zorê re rû bi rû ne. Her wiha zewaca zarokan jî zêde bûye. Ji lewre rewşa li herêmên dagirkirî cidî û xeter e ku divê êdî pêşî lê were girtin. Em weke rêxistina jinan û divê hemû tevger û rêxistinên ku bi azadiya jinan re mijûl dibin, bi rengekî lezgîn bikevin nava tevgerê û vê hişmendiya qirker tune bikin. Divê ku em xwedî li bangawaziya tevahî jinên niha li Suweydayê û herêmên dagirkirî jî daxwaza rizgariyê dikin, derkevin û destek bidin."