‘Rojbûna Rêber Apo ronahiya rêya me ye’

Jinên Êzidî bi coşeke mezin 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, anîn ziman ku rojbûna Ocalan rojbûn û ronahiya rêya wan e, her wiha ji bo azadıya fîzîkî a ocelan ew ê têbıkoşın.

Şengal-Jin û civaka Êzidî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Rojbûna Rêber Apo Nûvejîna Me Ye’ li Geliyê Kersê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pîroz kirin.

Jinên êzidî ku beşdarî şahiya 4’ê Nîsanê bûn bi kurtasî nêrîn û coşa xwe ya 4’ê Nîsanê bi ajansa me re parve kirin.

‘Divê em 4’ê Nîsanê bikin roja azadiya fîzîkî ya Serok Apo’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî di serî de rojbûna Ocalan pîroz kir û diyar kir ku divê ew vê rojê tenê wek rojbûnê negirin dest û wiha got : “Divê em bikaribin rojbûna Serok Apo bikin roja pêkanîna hedef û armanca xwe, bikaribin bikin roja bilindkirina têkoşînê, bikin roja azadiya fîzîkî ya Serok Apo û bikin roja têkbirina hemû dijminên xwe. Peyama ku Serok Apo ji civaka Êzidî re şandiye jî, cihê coş û kêfxweşiyê ye. Ev 11 sal in em bi fikir û felsefeya Serok Apo li ber xwe didin û xwe bi rêxistin dikin. Derveyî fikrên Serok Apo tu fikir nîne ku em xwe pê azad bikin û têbikoşin. Ji ber vê yekê divê em li ser nameya ku Serok Apo şandî lêhûrbûn bikin, têkoşîna xwe xurtir bikin û tişta ku Serok Apo ji me dixwaze pêk bînin.”

‘Em heta dawiyê li pişt şervanên xwe ne’

Emşê Korkorkî êrîşa artêşa Îraqê ku di 18’ê Adarê de li hember şervanên YBŞ’ê pêk anîn bi bîr xist û ev tişt gotin: “Ji 18’ê Adarê ve ye 5 şervanên YBŞ’ê di destê artêşa Îraqê de dîlgirtî ne. Ew 5 şervan zarokên vê civakê ne, parêzvanên vê axê ne ku ev 11 sal in li dijî her cureyên êrîşan li ber xwe didin û DAIŞ’ê ji ser axa Şengalê şikandin. Niha ev 5 roj in dayîkên şervanên dîlgirtî jî li ber deriyê îstîxbarata Îraqê di nav çalakiyê de ne û em heta dawiyê li pişta dayîk û şervanên xwe ne û heta berdana şervanên xwe em ê li ser piya bin.”

‘Rojbûna Rêber Apo ronahiya rêya me ye’

Li ser 4’ê Nîsanê û peyama ku Ocalan ji civaka Êzidî re şandiye jî şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Sozdar Agir ev nirxandin kir: “Em 4’ê Nîsanê li hemû cîhanê pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye, ronahiya rêya me ye. Meha Nîsanê ji bo civaka Êzidî meheke pîroz e û rojbûna Rêber Apo jî di meheke wisa pîroz de ye. Bi taybetî peyama Rêber Apo ya ji bo civaka me ya Êzidî cihê moral û kêfxweşiyê ye. Peyama Rêber Apo ji bo me  cihê lêhûrbûnê ye û em ê rêxistin û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Xwe birêxistin kirin û civaka xwe parastin, ji bo me esas e û tiştê ku Rêber Apo ji me dixwaze ev e. Em ê heta dawiyê nêrîn û peyamên Rêber Apo ji xwe re bikin bingeh û li ser vê bingehê em ê rêxistinbûn û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”