Roja yekem a Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bidawî bû

Roja yekem a Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat li darxistin bidawî bû. Siyasetmedar Azîme Kiliç got: “Ger em qala veguhertinê bikin, divê pîvana edaletê bê pejirandin.”

Navenda Nûçeyan – Roja yekem a “Konferansa  Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin, bi panela “Ezmûnên di çareseriyê de şer” ve bi dawî bû.

Moderatoriya panelê Siysetmedar Gulten Kişanak kir û ji Efrîkaya Başur Serokê Komîteya Qanûna Bingehîn ya Parlamentoyê Mohamed Bhabha li ser mijara “Di avakirina hiqûqa aştiyê de rola rêbertiyê” axivî û nirxandin kirin. Ji Serokê Netewî yê Sinn Feînê parlamenter Declan Kearney jî li ser mijara “Serpehatiya pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê” rawestiya û Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès i Garcia jî mijara “Muzkereya Katalonya û Îspanyayê:Ji pêvçûnên asîmetrik dersgirtin” nirxand. Endamê parlamentoya Baskê Igor Zulaika jî li ser Serpêhatiya Baskê axivî.  Siyasetmedar Azîme Işik jî li ser “Li girtîgehan aştiya civakî; Ji bo guherandina rejîma girtîgehan rêyeke çawa divê?” nirxandin kir.  Xwediyê Xeleta Nobelê û aktivîstê Amerîkî Jodey Willims jî li ser mijara “Ji rizgarbûna mîlîtarîzmê û ji holê rakirina bandora şer” rawestiya.

Gultan Kişanak, got: “Aştî, rêyeke dirêj e û hêsan nîne. Ya girîng ew e ku mirov bibiryar û biisrar be. Eceleya me heye. Têkoşîneke nêzî 50 sal in didome û pirsgirêka Kurd a 100 sal in didome heye. Lewma em dixwazin pêvajo bilez pêş bikeve. Pirsgirêka din jî ew e ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê ye. Em dixwazin di çareseriya pirsgirêka Kurd de demokrasiya Tirkiyeyê pêş biixin. Em dixwazin di vê pirsgirêkê de her kes bi lezgînî pirsgirêka xwe çareser bike. Em ê îro li tecrûbeyên cîhanê guhdarî bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em ê li pêşniyaran guhdarî bikin.”

‘Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye’

Mohamed Bhabha, bi gotina “Hiqûqa aştiyê pêwîstî bi pêşengtiyê heye” dest bi axaftina xwe kir û got: “Me jiyaneke civakî ya nû ava kir û hewl da hilberînin. Dixwazim ji we re bibêjim bê çima pêşengtî girîng e û divê pêşengtiyeke çawa be. Me li Efrîqaya Başûr stratejiyeke nû pêş xist. Ev jî stratejiya jiyana bi dijmin re bû. Ji ber vê sedemê tişta em jê re dibêjin hiqûqa aştiyê, mîmarî bû. Pêşengtî tê wateya mîmariyê. Lewma jî di rejîma Apartheidê de nasnameya me ya etnîkî, li gorî rejîmê pir li jêr bû. Em dabeş kirin û em birêve birin. Li Efrîqeya Başûr baweriya bi demokrasiyê pir zehmet bû. Lewma diviyabû destûreke bingehîn bihata çêkirin. Girîng bû ku ev destûra bingehîn rêzê ji nirxan û her kesî re bigire. Ji ber vê ye ku demokrasî pir hêdî pêş diket. Me destûreke bingehîn amade kir. Di vir de bi nasnameya Efrîqeya Başûr nasnameyeke giştî hate pênasekirin. Her wiha me jihevcudabûna hêzan paşguh nekir. Li Sudanê di mijara jihevcudakirina hêzan de pirsgirêk jiyan û vê jî bi xwe re pirsgirêkên aborî anî. Nelson Mandela, digot ‘Heke hûn xwe bixin asta dijminê xwe, êdî tiştekî dikare were kirin namîne.’ Lewma jî hewcehî bi avakirina dewletekî hêzê îstîsmar neke heye. Lewma pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye.”

'Hewceye pêvajo berfireh be’                                                                                                              

Di berdewama axaftina xwe de Bhabha ev tişt anî ziman: “Hewceye pêvajoya we berfireh be. Ozgur Faîk Erol tiştên balkêş got. Hin tiştên aşkera nayên nîqaşkirin. Weke mînak, pergala Apartheîdê. Taybetiyên hevpar ên Rêber Ocalan û Mandela hene. Carnan gotin Mandela doz firot. Lêbelê heke îrade û baweriya we hebe, tiştek ji van dernakeve. Dema em ji lîsteya ‘terorê’ derxistin me karî em biaxivin. Me rewşa qanûnî guherand. Piştre jî em weke aliyên wekhev rûniştin. Ji kêliya em ji hêla fermî naskirin ve êdî qonaxeke nû dest pê kir. Di mizakereyan de carnan rewş nebaş dibin lêbelê dîrok deriyên qet mirov ne li bendê li pêşiya mirov vedike. Û divê hûn jî li wir amade bin. Hin kesên destûra bingehîn a Hindistanê nivîsandin, dersek bi me re parve kirin. Gotin bila çapemeniyeke we ya azad hebe, bila daraza we serbixwe be û hêviya xwe qut nekin. Ew kêlî dê were û heta ku hûn girêdayî nirxên doza xwe bin, dê ew firsend bên pêşiya we.”                                                                                  

‘Dabeşbûn bû sedema berdewamiya kedxwariyê’

Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney qala pêvajoya çareseriyê ya li Îrlandayê kir û got: “Bandora navneteweyî di destpêkirina pêvajoya aştiyê de erênî bû. Piştî damezrandina Peymana Îniya Bixêr, Yekitiya Ewropayê jî tevkariyên girîng kirin. Lêbelê ev 27 sal in me karê xwe neqedandiye. Lê di encamê de di parvekirina hêza siyasî de hêzeke siyasî ya nû hat avakirin. Yek ji tiştên herî girîng ê li vir ew bû ku ji bo bidawîkirina pevçûnên li Îrlandayê rêyeke demokratîk bê avakirin. Em bi biryar bûn ku ew wekî peymaneke girêdar bê pêkanîn. Girîngiya peymanê ew bû ku statûko ne peymanek e û qebûlkirina pêşketin û guhertina demokratîk bû. Di peymanê de wekî pîvanên demokratîkbûnê, ligel danûstanina wekhev, çand û perwerdehiyê, gelek mafên me jî cih girtin. Sepana berdana girtiyan hat destpêkirin. Pêdiviya reforma polîtîk bi komîsyoneke serbixwe hat nirxandin. Hêza polîs a dewletê hat tasfiyekirin û hêzeke nû ya ewlehiyê hat avakirin. Peymana 'Îniya Bixêr' nelihevkirina hêzê çareser kir û rêveberên bakur û başûr anîn cem hev. Ji bo çek û cebilxaneyan komîsyonek hat avakirin, lê bêçekbûnê demeke dirêj girt. Ev jî bû gaveke zêdekirina baweriyê. Ev aştî û peymana Îrlandayê bi rewşek tenê ve girêdayî nînin. Gelek berfireh û tije guhêrbar bûn. Ji serî ve di warê parvekirina hêzan de tiştên neyînî jî qewimîn. Vana pirsgirêkên cidî jî afirandin. Lê pêşveçûnek erênî jî rû da.”

‘Civaka sivîl û girse divê tevlî pêvajoyê bên kirin’

Kearney, axaftina xwe wiha domand: “Divê em vê yekê jî bizanibin. Her çend 27 sal di ser 'Peymana Îniya Bixêr' re derbas bûbe jî, hîn bi temamî nehatiye pêkanîn. Ji ber vê pirsgirêka Îrlandayê hîn çareser nebûye. Pêwîst e ev pêvajo bi peymanên din berdewam bike. Muzakereya herî girîng divê her tim bi nirxên me bi xwe re bê kirin. Em îdia dikin ku dema yekitiya neteweyî hatiye. Divê pêvajoyên muzakereyê bi temamî berfireh bin, hemû mijar bi aşkerayî bên axaftin, her du alî bi niyeteke baş tevlî bibin, bawerî di navbera hev du aliyan de çêbibe, biryar bên pêkanîn. Civaka sivîl û girse divê tevlî pêvajoyê bên kirin. Di dawiyê de ji bo tifaqeke nû ya demokrasiyê ya di navbera Tirkiye û gelê Kurd de ez piştevaniya xwe ji Kurdan re radigihînim. Divê  Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne. Ez bi 'mafê hêviyê' bawer im, lê ez bi hêviyê jî bawer im. Ji gelê Kurd re aştî, azadî û demokrasî. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”

‘Têkoşîna we têkoşîna me ye jî’

Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès Garcia diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan û got ku Katalonyayê bi saya muzakereyê destkeftiyên baş bi dest xistine. Garcia bal kişand ser pevçûnên di navbera Katalonya û hikumeta Spanyayê de û got: “Katalonyayê têkoşîna nasname û azadiyê da. Di sedsala borî de paşê gihîşt xweseriya xwe. Piştre rê li ber hin reforman vekir. Di sala 2017'an de referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. Hikumeta Spanyayê xweserî rawestand û zextan dest pê kir. Rêberên hikumeta me hatin girtin, sirgûnkirin. Der barê gelek kesan de lêpirsînên darazê hatin vekirin. Di sala 2019'an de dadgeha hikumeta Spanyayê biryar da ku divê rêber neyên berdan û ceza li wan birî. Piştre çalakî dest pê kirin. Lêbelê partiyên sosyalîst ên li Spanyayê yên piştgiriyê didin serxwebûnê çalakiyeke mezin dan destpêkirin. Me jî di Mijdara 2019'an de bi wan re hevdîtinek da destpêkirin. Min got ez serxwebûna tam a Katalonyayê dixwazim lê dizanim ku hûn jî çareseriyê dixwazin, nizanim kîjan wê bi ser bikeve. Lê di encamê de ez difikirim ku em ê bigihîjin qonaxeke demokratîk. Mehek şûnda bi partiya sosyalîst re lihevkirinek çêbû. Di peymanê de pêşî pevçûna siyasî tune hat hesibandin, muzakere hat qebûlkirin, hat ravekirin ku çareseriya dawî dê bi gelê Katalan re bê biryardayîn.”

Garcia, diyar kir ku pandemiyê pêvajo asteng kir û piştî pandemiyê dîsa dest bi muzakereyan hat kirin û wiha pêde çû: “Pêşî me xwest girtiyên siyasî bên berdan, li parlamentoya Spanyayê hin sûc ji sûcbûnê bên derxistin. Me xwest zimanê Katalanî bibe zimanekî fermî û di dawiyê de ev jî hat qebûlkirin. Di sala 2024'an de me qanûna efûyê nîqaş kir. Niha em nikarin bibêjin ku efû bi temamî hatiye pêkanîn. Pêşî me xwest serokê berê yê Katalonyayê bê berdan û girtiyên din ên polîtîk bên berdan. Di heman demê de me reformên destûra bingehîn daxwaz kirin. Di pêvajoya muzakereyê de pêdivî bi vizyoneke demdirêj heye. Pevçûneke bi sedan salan di salekê de nayê çareserkirin. Di pêvajoya muzakereyê de kes naxwaze wekî aliyê têkçûyî xuya bike. Heke vegotina we wekî armanc aliyê dijber biçûk bibîne, hûn nikarin pêşve biçin. A herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye. Têgehên rêbertiyê û giştgiriyê girîng in. Rêbertî gelekî girîng e, derfetek dikeve destê we û ev derfet demeke pir kurt li wir dimîne. Mînak, salek berê min peyama ku ji rêberê we hat dît, ev peyameke rêbertiyê bû. Ev bi rîsk e, lê rêbertî ev e. Di dawiya rojê de tiştê ku em hewl didin behsa pêvajoya berfireh bikin, Katalonyayeke demokratîk û aştiyane ye. Silav ji Katalonyayê ji bo Kurdistanê.”

‘Divê Ocalan were berdan ji ber ku tevkariya wî gelekî girîng e’

Igor Zulaika yê ku diyar kir ezmûna Baskê demeke dirêj berdewam kiriye, got ku pêvajoya Baskê hîn bi dawî nebûye. Zulaika destnîşan kir ku 14 sal in ew gavên ber bi pêş û paş ve davêjin û ev tişt got: “Di hikumetê de guhertinek hebû, me dest bi pêvajoyê kir. Lê zext li girtiyên siyasî kirin, ew wekî dîl bi kar anîn. Me got pêdiviya me bi guhertinên qanûnî heye. Biryara siyasî didin lê avêtina gavan zehmet dikirin. Paşê di çarçoveya pêvajoya bêçekbûnê de 6 kesên bi çek hatin û teslîm bûn, lê ev hatin girtin. Û piştre bi piştgiriya gelê me jî, me pêvajo derbas kir. Bi taybetî gelê me piştgiriyeke xurt da pêvajoyê. Bi vê piştgiriyê me dest bi kirina hin tiştan kir. Paşê ETA belav bû. Me xwest rêxistineke siyasî ava bikin. Wekî partiya sosyalîst a Baskê. Pêvajo bi qasî ku em dixwazin bi lez birêve naçe. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê mirov bi vê re hevrû bibe. Herwiha tevlîbûna Abdullah Ocalan a ji bo vê pêvajoyê girîng e. Divê Ocalan were berdan ji ber ku tevkariya wî gelekî girîng e. Divê dewlet bi lez di vî warî de gav biavêje. Êdî divê li Kurdistanê û li herêmê piştgirî bidin aştiyê. Civakên me vê yekê heq dikin.”

‘Girtîgeh neynika hikûmetên heyî ne’

Azîme Kiliç, ku bi salan di girtîgehê de maye û ji ber nebûna delîlan hatiye berdan, bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Tirkiyeyê. Kılıç, behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, “Ez bê sûc di girtîgehê de mam. Ez difikirim ku ji ber pêvajo hebû ez hatim berdan. Niha zêdetirî 3 hezar girtiyên PKK’ê hene. Heke em qala veguhertinê bikin, divê pîvana edaletê bê pejirandin.” Azîme Kiliç, bal kişand ser zextên ku di 10 salên dawî de zêde bûne û got ku girtîgehên tîpa bajarî "mîna qenciyekî" tên pêşkêşkirin. Azîme Kiliç anî ziman ku tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kiriye û wisa got: “Li Tirkiyeyê getto nîn in, lê ev girtîgehên bajaran hene. Bi giştî li girtîgehan êşkence heye. Di 10 salên dawî de tecrîd hebû. Berê em di qawîşên komî de diman û me çalakî dikir. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir. Birêz Ocalan li Îmraliyê hate girtin û ji bo wî girtîgeheke taybet hate çêkirin. Ev nehat pirsîn ji ber ku dihat fikirîn 'serekê terorîstan' li wir e. Paşê ev bû serlêdanek bingehîn. Tecrîda ku pêşî li Kurdan dihat sepandin, li ser her kesî belav bû. Rewşa girtîgehan dest bi jiyana di civakê de kir. Girtîgeh neynika hikûmetên heyî ne. Ji sedî 90ê Kurdan di girtîgehê de ne. Piraniya girtiyên edlî û siyasî Kurd in. Dibe ku Kurd ne di kampên komkirinê de bin, lê gelek Kurd ketine girtîgehan.”

‘Zindanîkirina mirovekî di şaneya yek kesî de êşkenceke gelekî cidî ye’

Azîme Kiliç anî ziman ku derbasbûna ji qawîşên qerebalix bo sîstema şaneya yek kesî encamên giran bi xwe re aniye û got, “Zindanîkirina mirovekî di şaneya yek kesî de êşkenceke gelekî cidî ye. Li hewşên girtîgehên ewlehiya bilind ceyran heye, heta çûk jî dimirin.”

‘Jinên girtî dû qat zêdetir bi zoriyan re rû bi rû dimînin’

Azîme Kiliç bal kişand ser rewşa girtiyên ku zêdetirî 30 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne û got, guhertinên ku di qanûna serbestberdana bi şert de hatine kirin, derketina girtiyan dereng xistine. Kiliç, diyar kir ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan bi pirsa “Gelo tu poşman î?” berdana wan asteng dikin û got, “Hevalên me hene ku 34-35 sal in di girtîgehê de mane. Malbatên wan jî bi rengekî dîlîtiyê dijîn.” Azîme Kiliç bal kişand ser wê yekê ku şert û mercên jinên girtî giran in û wiha got: “Jinên girtî dû qat zêdetir bi zoriyan re rû bi rû dimînin. Ez difikirim ku rewşa jinên di girtîgehê de tecrubeyeke girîng e ku divê bê lêkolîn kirin.”

Azîme Kiliç, got ku divê girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin û zagonên azadiyê werin derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyekî din ve polîtîkayeke zextê ya domdar li ser Kurdan heye. Divê ev were rakirin.”

Konferans sibê jî dê bi axaftinan û nîqaşên berdewam bike.