Roja 5’an a pevçûnan: Ji Îsraîlê sînyala operasyoneke nû
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser televîzyona dewletê ya Îranê de, hat ragihandin ku edîtorê nûçeyan û xebatkarek jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Di roja 5’an a şerê ku bi êrîşên Îsraîlê dest pê kir û bi bersivên Îranê didome de, tevahiya şevê Îranê êrîşên li dijî Îsraîlê berdewam kir.
Li aliyê din Îsraîlê jî dem bi dem êrîşên li ser Tehranê domand. Trump û Netanyahu, bang li gelê Tehranê kirin ku bajar vala bikin. Îranê jî bang li gelê Tel Avîvê kir ku bajar biterikînin.
Îranê careke din bi fuzeyan êrîş kir
Îranê di saetên şeve de, li dijî Îsraîlê dest bi êrîşên fuzeyan kir. Ji ber êrîşan, li Îsraîlê gel dikevin stargehan.
Îsraîlê, ji ber êrîşên Îranê talimat da û xwest gel li nêzî stargehan be. Berdevkiya artêşa Îsraîlê, talîmetek weşand û diyar kir ku dema hişyarî were kirin divê mirov bikevin stargehan û heta talimat neyê dayîn ji wan dernekevin.
Trump bi daxuyaniyek xwest Tehranê vala bikin
Trump, di parvekirina ji ser platforma medyaya dîjîtal de got: "Diviyabû Îranê, peyamana kum in jê xwest îmze bikira. Çi şermeke mezin çi windahiyek ji bo mirovan. Dê destûr neyê dayîn ku Îran bibe xwedî çekên nukleer. Divê her kes demildest ji Tehranê derkeve.”
Macron: Ferzkirina guherîna rejîma Îranê dê şaşî be
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di daxuyaniya di lûtkeya G7 de got ku DYA’yê ji bo agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de teklif kiriye û got: “Ger DYA bikaribe agirbesteke pêk bîne dê tiştek gelek baş biek. Divê hem Îsraîl hem jî Îran êrîşên li dijî sivîlan rawestînin.”
Makron her wiha bal kişand ku ger hedef hilweşandina rejîma Tehranê be dê “şaşiyek stratejik” be û got: “Kesên ku bi bombekirina welatek fikirîne welatek rizgar bikin her dem vala derketine.”
Sefîrê Îsraîlê yê DYA’yê: Dê operasyonên cîhazên bangê sivik bimînin
Sefîrê Îsraîl ê DYA’yê Yechiel Leiter, di hevpeyvîna ji bo Merît TV de li ser “operasyona cîhaza bangê” ya li dijî Hizbullahê de û operasyonên leşkerî yên ku dê li dijî Îranê çêbibin de axivî.
Leiter got: “Heta niha me gelek surprîz kirin. Hûn ê şevên pêncşem û înê surprîzên wisa bibînin ku dê operasyonên cihaza bangê sivik bimînin.”
Teqînên li nêzî Tel Avîvê didomin
Hat diyarkirin k udi beşên navîn ên Îsraîlê de teqîn çêdibin û li bajarê li bakurê Tel Avîvê yê peravê Herzliyayê apartmaneke xisar dîtiye.
Li bajarê Tebrîz ê Îranê teqîn çêbû
Ajansa Nûçeyan a Mehr Îranê, ragihand ku li bajarê Tebrîz ê dikev bakur rojavayê welat teqîn çêbûye.
Fermandarê payebilind ê Îranê Alî Şadmanî hat kuştin
Artêşa Îsraîlê diyar kir k udi êrîşa li ser Tehranê de Alî Şadmanî yê fermandarê Biryargeha Navendî Xatemel Enbiya ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoraşê ya Îranê ye hatiye kuştin.
Di êrîşa li ser televizyona dewletê ya Îranê de: 2 xebatkar hatin kuştin
Piştî ku Îsraîlê banga valakirina Tehranê kir, êrîşa roja 16’ê Hezîranê ya li ser Televîzyona Dewletê ya Îranê IRIB’ê bi weşana zindî hat ser ekranan.
Li gorî agahiyên Ajansa Dewletê ya Îranê (IRNA) di êrîşê de edîtorê nûçeyan û xebatkarek di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.