Riya dirêj a diçe tendirustiyê: Li herêmên sînor jin zehmetiyan dijîn

Jinên li herêmên sînor ê Kurdistanê dijîn, ji bo ku biçin nexweşxaneyan, gelek zoriyan dikşînin. Ji ber şerm, xizanî û kêmbûna bijîjkan rewşa wan a tendirustiyê tê îhmalkirin û ev yek jî bi xwe re encamên giran tîne.

SOMA KEREMÎ

Ciwanro – Merziye Ahmedî ya 35 salî bi gotinên; “Beriya sê salan hîn bûm ku di singê min de çend kîst hene. Min çend caran ji hevjînê xwe re got em biçin ultrasyonê bikşînin lê ji ber ku hemû operatorên li Ciwanroyê mêr bûn, hevjînê min got pêwist nîn e. Tenê carek bi min re hat kirmaşanê dûre qet eleqedar nebû.”

Merziye Ahmedî diyar dike ku piştî sê salan singê wê dîsa êşiyane û wiha dibêje: “Bijîjk got ku divê şeş meh carekê ultrasyonê bikşînim lê ji ber ku wesayîda me tune ye mesrefa rê zêde ye nikarim biçim. Ez dermanên xwe yên berê û çend giyayên ku min ji dikanên aktaran sandiye tevlî hev dikim û dixebitînim. Her dema ku diêşê ji bo ku tiştek xirab nebe dua dikim.”

Jin piştî ultrasyonê cesaret nakin tiştek bipirsin

Jinên weke Merziye li herêmên sînor ên Kurdistanê, ji bo çûyîna nexweşxaneyan gelek zoriyan dikşînin. Ew bi tirs, şerm û mesrefên zêde re têdikoşin. Ultrasyona ku li bajarên mezin tişteke ji rêzê ye, ji bo gelek jinên li van herêman, bûye tiştek bi tirs û fikar. Gelek jin piştî ultrasyonê cesaret nakin tiştek bipirsin.

Li bajarên sînor ên weke Ciwanro, Selas Babacanî û Pavehê kesên ultrasyonê dikşînin zêdetir mêr in. Ji ber vê yekê gelek jin, an naxwazin ultrasyonê bikşînin an jî bi stresek mezin vê yekê dipejirînin. Meryan A. ya li Ciwanroyê ebe ye wiha dibêje: “Dema ku jin tên ba min, dema dibînin kesê ultrasyonê dikşîne mêr e pir dikevin nava panîkê. Gelek caran me xwest personela jin were lê ji me re gotin ‘vî bijîjkê mêr bi tecrubetir e.’ Ew fam nakin ku ev yek ji bo jinan çiqas zor e.

Li herêmên sînor û xizan bijîjkên jin gelek kêm in

Li gorî daneyên fermî, bi taybetî li herêmên sînor û xizan, kêmbûna bijîjkên jin, li Îranê bûye sedema krîzek mezin. Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Fars, ji bo milyonek jinan tenê çend pisporên urolojî hene û ji bo 100 hezar jinan tenê sê pisporên radyolojiyê hene. Li gelek bajarên welat ne pisporên zayînê ne jî yên radyolojiyê hene. Wezareta Tendirustiyê jî bal kişandibû ku hejmara jinên bijîjk bi taybetî di beşa radyoloji û nexweşiyên jinan de pir kêm e divê di vê mijarê de plansaziyek were kirin.

‘Ji ber ku yên ultrasyonê dikşînin mêr bûn gelek jin ji şermê nediçûn bijîjk’

Van daneyan ji bo jinên weke Nesîbeya 42 salî ya li Selas Babacanî dijî tenê tên wateya êşê. Nesîbe wiha dibêje: “Beriya çend salan li Ciwanroyê pisporên jin ên ultrasyonê tunebûn. Ji ber wê gelek jin ji şerma xwe nediçûn bijîjk. Hinek ji wan dereng bi nexweşiya xwe dihesiyan. Niha baştir e lê hê jî yên ultrasyonê dikşînin zêdetirî wan mêr in. Dema ku tu bixwazî biçû bijîjke jin divê tu ji bo muayneyê pere bidî, sîgorta vê nade. Gelek jin jî bê pere ne, ji neçarî şerm jî bikin diçin ba yên mêr.”

Li gelek herêman ebeyên ku dizanin cihaza ultrasyonê bi kar bînin hene lê destûr nadin wan. Ev astengî bandorê li ser rewşa tendirustiya jinan dike. Ji bo kontrolek ji rêzê neçar dimînin bi saetan rê biçin, pereyê zêde bidin an jî bi temamî dest ji çûyîna nexweşxaneyan berdin. Ev yek jî wan bi nexweşî û fikarn re rûbirû dihêle.

Li gorî raporan li Îranê di hilberîna ekîpmanên tibî de pêşketin çêbûye û ji %90 ekîpmanên ku li nexweşxaneyan tên bikaranîn hilberînên welat in.

Jinên Kurdistanî ji ber di dorpêça şerm fikar û mehrûmiyetê de dimînin

Lê li herêmên sînor ên Kurdistanê, di warê hebûna ekîpmanan de denge tune ye. Li gelek navendên tendirustiyê yên li gundewaran an cihaza ultrasyonê tune ye yan jî yên heyî kevn in. Li hinek deran cîhaz hebe jî kêmasiya pisporên jin, kêmasiya cereyanê yan jî ji ber pirsgirêkên saznekirinê nayên bikaranîn.

Encama vê newekheviya di navbera herêm û bajaran de ev e: Jinên ku ji bo testek biçûk neçar dimînin bi kîlometreyan rê biçin du qat êşê dikşînin. Kêmbûna bijîjkên jin, bi awayê adil û wekhev parvenekirina derfetan û qelsiyên pergalî yên di qada tendirustiyê de, jinên Kurdistanî di dorpêça şerm, fikar û mehrûmiyetê de dîl digre.

Mafê dermankirina wekhev, ji bo gelek jinên li vê herêmê hê jî nehatiye dayîn.