Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê kampanyayê alîkariyê ragihand
Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê ragihandin ku bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinan ji bo Rojavayê Kurdistanê ji bo komkirina alîkariyê dest bi kampanyayek dikin.
Silêmanî- Piştgirî û hevkariya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîş û dagirkeriya çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û dewleta Tirk, li Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe.
Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina Karmendên Tenduristiyê ya Liqa Silêmaniyê Hawjîn Osman, Endamê Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê jî amade bûn.
‘Dê hemû tiştên pêwîstî pê heye werin komkirin’
Serokê Rêxistina Karmendên Tenduristiyê ya Liqa Silêmaniyê Hawjîn Osman di daxuyaniyê de ragihand ku biryar dane ku îro kampanyayek alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinên tenduristiyê bi dirêjahiya heftiyekê bidin destpêkirin û got: “Di kampanyayê de pêdawîstiyên tenduristiyê û hemû pêdawîstiyên din ku pêwîstiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê pê heye, dê werin komkirin û piştre ji bo Rojavayê Kurdistanê werin şandin.”
‘Bila hemû kes beşdarî kampanyayê bibin’
Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed li vir axivî û got: “Rojavayê Kurdistanê niha di rewşek dijwar re derbas dibe û pêdivî bi her cûre alîkariyê heye. Em bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî kampanyê bibin. Em ji bo piştgirî û piştevaniya wan spasiya tevahî gelê xwe yê Başûr dikin.”
‘Pêwîstî bi bijîşkên ameliyatê hene’
Bijîşk Humeye Husamedîn diyar kir ku bi rêya tîmên bijîşkî, amadekarî ji bo komkirina pêdiviyên bijîşkî û gihandinê dikin û got: “Zêdeyî çar barhilgir ku tê de pêdiviyên bijîşkî hene, bi rêya dezgaha Medyayê Kenal 8 dighînin Rojavayê Kurdistanê. Heta niha amadekarî didome. Niha hewa sar e ji bo hilgirtina pêwistiyên bijîşkî guncaw e. Niha pêwîstî bi bijîşkên emeliyatê hene. Li gel koma sendîkayên bijîşkî, hewla çareserkirin û gihandina bijîşkên pispor didin da ku bikarin çareseriya birîndaran bikin. Hemû di bin çavdêriya bijîşkên pispor de encam didin.”