Rêxistinên jinan ên Brezîlyayê: Werin em keda bêwestan a YPJ’ê biparêzin

Rêxistinên jinan û derdorên akademîk ên li Brezîlyayê, ji bo pişgiriya bi hêzên parastina jinan (YPJ) li Rojavayê Kurdistanê, tevlî kampanyaya “Em hemû YPJ ne” bûn .

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya piştgirtiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên hevbeş ya Tevger û Rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê kampanya  “Em hemû YPJ ne” bi armanca piştgiriya Hêzên Parastina Jin (YPJ) dan destpêkirin.
Ev kampanya ji tevahî jinan rastî eleqeyek mezin tê. Îro Rêxistinên jinên Berazîliyayê jî tevlî kampanyayê bûn. Rêxistinên Jinan ên Berazîliya diyar kirin ku Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye. Divê em çand û kevneşopiyên xwe, di heman demê de perwerdehiya zarok û ciwanên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê têkoşîna YPJ’ê, têkoşîna me ye

‘Têkoîna YPJ’ê li dijî hişmendiya DAIŞ’ê bû hêvî û ronhaî’

Têkoşîna YPJ’ê ya di navbera salên 2013-2016’an de gihîşt çar aliyên cîhanê. Têkoşîna li dijî hişmendiya DAIŞ’ê ya dijminê jinê, ji bo gelek cihan bû hêvî û ronahî ku tê de jin di navenda civakê û berxwedana xwe ya rojane de ne. Li Brezîlyayê mîraseke mezin a têkoşîna jinê heye. Gelên xwecihî yên ku li dijî dagirkeriya leşkerî ya li ser axa xwe li ber xwe didin, civakên quilombola yên ku jiyana xwe li derveyî pergalên dewletê didomînin, jinên ku li taxên xizan ên bajaran li dijî mafyayên narkotîkê têkoşînê dikin, femînîstên ku ji bo parastina mafên bingehîn ên jinan li bajaran birêxistin dibin, mamoste û lêkolînerên ku bi xebatên xwe yên akademîk çandên jinan û kevneşopiyên civakên kevinar jinûve xuya dikin, her wiha rêxistin û civakên ku bi hêzên jinan ên li çar aliyên cîhanê re tîfaqan ava dikin.

Berxwedaniya jinan

Brezîlya heta Adara 1985’an di bin dîktatoriya leşkerî de jiya. Di pêvajoya ji derbeya leşkerî ya sala 1964’an heta sala 1985’an de, gelên Brezîlyayê gelek şêwazên cuda yên berxwedanê pêş xistin. Jinan jî pir caran di nava xebatên veşartî û binerd de, di berxwedanê de roleke mezin lîstin. Ev berxwedan îro jî li Brezîlyayê berdewam dike. Ji gelê xwecihî yê Guaranî yê li herêma Mato Grosso heta gelê Tikuná yê li Amazonên Brezîlyayê, ji civakên quilombola yên li Bahia heta rêxistinên jinan ên li taxên xizan ên bajarên mezin ên wekî São Paulo, Rio de Janeiro, Brasília û Porto Alegre, têkoşîn her berdewame.

Têkoşîna jinên li Brezîlyayê û Rojava yek e

Li Brezîlyayê ku ji rastiyeke wiha ya dîrokî tê, ji aliyê rêxistinên cuda yên jinan û navendên lêkolînên akademîk ve kampanyaya piştgiriya bi YPJ’ê re hat destpêkirin. Gavên yekem ên kampanyayê li São Paulo ji aliyê Femînîstên Antî-Fasişt û Sosyalîst (FAS), Rêxistina Jinan a Perîferiya Bakur-Rojava û navenda lêkolînên akademîk a li ser meseleya Kurd NUPIEC’ê ve hatin avêtin. Kampanyaya li Brezîlyayê bi vîna tevkariya di gav û destkeftiyên ku jinên li Rojava pêş xistine de hat destpêkirin. Bi wê baweriyê tê tevgerîn ku rêya têkoşîna jinên li Brezîlyayê û Rojava yek e.

‘Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye’

Endamên Mexrînê yên ku tevli kampanyaya ‘Em YPJ ne’ bûn, der barê tevlîbûna xwe ya kampanyayê de ev daxuyanî dan: “Têkoşîna berxwedanê ya jinên Kurd û têkoşîna jinên li taxên xizan ên Brezîlyayê yeke. Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye. Divê em çand û kevneşopiyên xwe, di heman demê de perwerdehiya zarok û ciwanên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê têkoşîna YPJ’ê, têkoşîna me ye.

‘Werin em keda bêwestan a YPJ’ê biparêzin’

Endamên NUPIEC’ê yên ku pêşengiya kampanyayê dikin jî ev yek anîn ziman: “Li hemberî kêmasiya stratejiya hêzên cîhanî, hêza YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de diyarker bû. YPJ di navenda şoreşekê de ji bo parastina pergala xwe ya perwerde, ziman, saziyên çandî û qanûnên jinê têdikoşe. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze destkeftiyên jinan bi paş de bibe. Em jî tevli kampanyaya jinên Rojava dibin. Werin em keda bêwestan a YPJ’ê biparêzin!”

Ev qonaxa yekem a kampanyayê li seranserî Brezîlyayê bi xebatên agahdarkirin û ragihandinê dest pê kir. Di mehên Gulan û Hezîranê de jî wekî parçeyek ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’, li Brezîlya û Emerîkaya Latîn rêxistinbûna çalakî û nîqaşên cuda tê plankirin.