Rêxistinên hiqûqê ji bo Îmraliyê daxwazname dan baroya Enqereyê

Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 39 meh in tu agahî jê nayê girtin bikevin nava hewldanan serî li Baroya Enqereyê dan.

Navenda Nûçeyan- Hewldanên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 39 meh in agahî jê nayên girtin her wiha Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li heman girtîgehê tên girtin didomin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqa Civakî beriya niha ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn ji wan re tu bersiv nehatibû dayîn. Li ser vê yekê serî li Baroya Enqereyê dan. Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji baroyê xwestin ku bikeve nava hewldanan.

‘Em nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin’

Piştî ku daxwazname li Edliyeya Enqereyê hat dayîn daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ku nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin û got: “Li ser vê yekê me serî li baroyê da. Beriya niha jî me serî li yekitiya baroyan dabû.”

Çigdem Kozan, qala Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ê gotibû “tecrîd tune ye” kir û got: “Wezîr gotibû ku tecrîd tune ye, biryarên dadgeriya înfazê tên pêkanîn. Lê ev ne tenê biryarên dadgeriyên înfazê ne. Divê em bibêjin ku polîtîkaya tecrîdê ya siyasetê tê pêkanîn. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re û biryargirtina dadgeriyên înfazê ya her dem ne rewşeke li gorî hiqûqê ye.”