MGK: Zextên li ser rojnamegeran piralî û sîstematîk bûne
MKG'ê rapora xwe ya meha Gulanê aşkere kir û got: "9 platformên dîjîtal hatin astengkirin. Her wiha êrîşê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin."
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya meha Gulanê eşkere kir û bal kişand ser zextên li hemberî rojnamegeran.
Di raporê de wiha tê gotin:
“Di tevahiya meha Gulanê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran eşkere kir ku zext li ser azadiya çapemeniyê ne tenê bi riya pêvajoyên dadwerî, di heman demê de bi destwerdanên li qadê û pratîkên sansura dîjîtal jî berdewam kir. Rojnameger ji şopandina nûçeyan hatin astengkirin, gef li wan hat xwarin, hatin binçavkirin û girtin. Destwerdanên li hemberî rûniştin û bûyerên civakî yên ji bo mafê agahdarkirinê yê raya giştî, rasterast mafê girtina nûçeyan hedef girtin.
Rojnamegerî tê sûcdarkirin
Vê mehê, rastiya rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên çêkirina nûçeyan bi lêpirsîn û pêvajoyên qanûnî rû bi rû mane, fikarên ku rojnamegerî tê sûcdarkirin xurtir kiriye. Lêpirsîn û dozên berdewam ên li ser nûçeyan, parvekirina nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê nîşan didin ku zexta berdewam li ser azadiya derbirînê û çapemeniyê heye.
Mijareke din a girîng di meha gulanê de hedefgirtina rasterast a rojnamegeran a li qadê bû. Astengkirina rojnamegeran ji bo kişandina wêneyan di dema şopandina nûçeyan de, sînordarkirina ketina wan a dadgehê û gefxwarina li dijî rojnamegeran şert û mercên xebata çapemeniyê ku roleke çavdêriya giştî dilîze, bi aloztir kir. Astengkirina rojnamegeran a ji pêkanîna erkên xwe ne tenê destwerdaneke li xebatkarên çapemeniyê bû di heman demê de destwerdaneke li mafên raya giştî ya agahdarkirinê jî bû.
‘Sansurkirina qada dîjîtal’
Ji aliyekî din ve, pêkanînên sansura li ser qada tora dîjîtal jî kûrtir bûye. Astengkirinên gihîştina malper, naveroka nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal dîtbariya rojnamegeriya rexnegir û serbixwe sînordar kiriye, di heman demê de rê li ber gihîştina raya giştî ya ji çavkaniyên cihêreng ên agahdariyê jî girtiye. Bi taybetî girtina hesabên dîjîtal ên aydî rêxistinên çapemeniyê, asta sansurê eşkere dikin.
‘Zextên li ser rojnamegeran piralî û sîstematîk bûne’
Wêneyê ku di meha Gulan’ê de derket holê nîşan dide zextên li ser rojnamegeran êdî ji bûyerên tekane dûr ketine û xwedî karekterek piralî û sîstematîk in. Ji bo ku rojnameger bikaribin di şert û mercên azad û ewle de bixebitin, ji bo ku mafê raya giştî yê agahdariyê were parastin û ji bo ku azadiya çapemeniyê were misogerkirin divê ev binpêkirin bi dawî bibin.
Di meha Gulanê de 9 platformên dîjîtal hatin astengkirin. Her wiha êrîşê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin.”
Rojnamegerên hatine girtin:
* Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Hatîce Duman – Mudura Karên Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
* Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê
* Pinar Gayîp – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê