Rêxistina Stêrk bi hêzdarkirina zarokan hêvî dide

Rêxistina Stêrk hewl dide ku bi rêya çalakî û bernameyên perwerde û şahiyan ji bo zarokên di bin bandora şer de mane piştgiriya civakî û psîkolojîk pêşkêş bike û nifşek zana ava bike.

ESMA MUHAMMED

Qamişlo – Rêxistina Stêrk ji bo Parastin û Çavdêriya Mafên Zarokan, yek ji rêxistinên herî çalak li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di rewşên koçberî, şer û guhertinên civakî û aborî de rasterast bandor li ser jiyana bi hezaran zarokên li herêmê bûye. Rêxistin di 6'ê Tebaxa 2023'an de, ji bo parastina mafên van zarokan hat avakirin. Ji destpêka avabûna rêxistinê heta niha, li ser parastin û bihêzkirina zarokan dixebite. Bi rêya bernameyên ku aliyên psîkolojîk, perwerdehî û civakî vedihewîne, ji bo afirandina hawîrdorek bi ewle kar û xebatan dike.

Binpêkirinên li dijî zarokan dişopîne

Piştî demeke kurt ji avabûnê, rêxistinê dest bi pêşxistina rêzek projeyan kir. Hem bi rêya lidarxstina rûniştinên psîkolojîk hem jî bi rêya atolyeyên hunerî û fêrbûna ziman, xwest ku jêhatiyên zarokan pêşve bibe û baweriya wan bi wan zêde bike. Her wiha gelek kampanyayên hişyariyê li ser mafên zarokan û rêbazên parastina wan, ji tundî û istismarê da destpêkirin. Ji bilî vê, rêxistin binpêkirinên li dijî zarokan dişopîne, daxuyanî û helwestên ku banga parastina wan dikin dide û parastina wan dike. Di aliyê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de jî bi belavkirina cil û berg û pêdiviyên bingehîn, dixwaze xwe bighîne hejmareke zêde ya zarokan û alîkariya wan bike.

Armanca van bernameyan bihêzkirina zarokan e

Rêvebera Rêxistina Stêrk Jûliya Xelo diyar kir ku tevî dema kurt ya avabûna rêxistinê jî, wan karîbû di warê parastina zarokan de hebûnek berbiçav û bibandor bi dest bixin û wiha got: “Sê salên borî bi destkeftî û bernameyên girîng tijî bûn. Rêxistinê bandorek erênî ya berbiçav li ser jiyana bi sedan zarokan kir. Çi bi rêya xizmetên rasterast an jî bi rêya çalakiyên piştgiriyên yên perwerdehî û psîkolojîk, rêxistinê hewl da ku şert û mercên koçberî û şer li ser zarokan sivik bike. Rêxistina Stêrk, bi saya hewldanên xwe yên berfireh di parastina mafên zarokan, dabînkirina pêdiviyên wan û parastina wan ji xetereyên tundî û istismarê de, di nav hemû kesên ku bi pirsgirêkên zarokan re eleqedar dibin de, bûye navekî naskirî. Armanca van bernameyan ew e ku zarokan bihêz bikin û derfetên fêrbûn, mezinbûn û xwe îfadekirinê di hawîrdorek ewle de bidin wan.”

Rasterast bi Meclîsan re dixebite

Jûliya Xelo destnîşan kir ku xebata rêxistinê ne tenê bi alîkarî û xizmetan ve sînordar e, di heman demê de berfireh dibe û dighîje avakirina hişmendiya civakê ya li ser mafên zarokan. Jûliya, derbarê awayê xebata rêxistinê de ev agahî dan: “Rêxistin bi giranî xwe dispêre têkiliya rasterast bi meclîsên herêmî û şaredariyan re. Ev meclîs wekî girêdanek girîng e ji bo danasîna bernameyên wê û agahdarkirina malbatan li ser xizmetên ku ew pêşkêş dike. Ev nêzîkatî malbatan teşwîq dike ku zarokên xwe bişînin navenda Stêrk û çalakiyên wê. Ew her wiha beşdariya malbatan di çalakiyên civakî yên ku ji hêla rêxistinê ve têne organîzekirin de zêde dike û têkiliya di navbera rêxistin û civaka herêmî de xurt dike.”

Ji bo zarokan parkên bi ewle ava dike

Jûliya Xelo anî ziman ku rêxistina Sterk bê westan dixebite da ku kêfxweşî û aramiyê bike dilê zarokên ji şer û koçberiyê êşiyane û wiha got: “Bi rêya bernameyên xwe yên piskolojî û perwerdeyê dixwaze ken li ser rûyê zarokan xêz bike. Di vê çarçoveyê de, rêxistinê di çend salên borî de rêze projeyên ku ji bo zarokan hatine veqetandin pêk anîne, di nav de vekirina parkek li kampa Waşokanî bi piştgiriya Heyva Sor a Kurd heye. Ev park wekî cihek bi ewle ji bo lîstina zarokan û sivikirina êşa koçberiyê hat veqetandin. Her wiha rêxistinê navenda xwe ya sereke ya Stêrk vekir da ku xizmetên xwe berfireh bike û malbat bi hêsanî bighîjin bername û çalakiyên ku ew pêşkêş dike.”

Li Helebê ji bo parastina zarokan navendek

Li gorî Cûliya Xelo, yek ji xebatên herî girîng û sereke yên ku divê bal were kişandin, li ser piştgirîkirina zarokên koçber yên ku di şert û mercên jiyanê yên dijwar de ne ye û wiha domand: “Rêxistinê di demên herî dijwar de, nemaze di zivistanê de, alîkariya rasterast pêşkêşî zarokan kiriye û li kêleka malbatên wan sekiniye. Her wiha li Helebê navendek vekiriye da ku parastina zarokan baştir bike û ji bo wan hawîrdorek ewle peyda bike. Sterk bi taybetî girîngiyê dide têgihîştina hewcedariyên zarokan û kifşkirina şiyanên wan bi rêya çalakiyên cûrbecûr. Tîma rêxistinê her wiha performansa her zarokekî di dema çalakiyan de dişopîne da ku deverên ku ew lê biser dikevin destnîşan bike. Pişre ew di komên pispor de têne danîn da ku alîkariya wan bikin ku jêhatîyên xwe li gorî berjewendiyên xwe pêşve bibin. Çi di qada hunerî, werzîş an jî perwerdehiyê de be.”

Xwegihandina hin deverên dagirkirî dijwar e

Derbarê zehmetî û astengiyên ku di xebata Rêxistina Stêrk de derdikeve, Rêvebera rêxistinê Jûliya Xelo wiha got: “Veguherînên civakî yên ku herêm pê re rû bi rû dimîne, karê rêxistinê tevlihev dike. Fikra rêxistinek ku ji bo mafên zarokan hatiye veqetandin hîn jî ji bo civakê nû ye, her çend Sterk nêzîkî sê salan e dixebite jî. Gelek malbat tevlîbûna nava çalakî û bernameyên rêxistinê qebûl nakin û ev jî astengiyek e. Ji bilî van zehmetiyan, xwegihandina hin deverên dagirkirî dijware. Tîmên Sterk nikarin bikevin van deveran da ku piştgirî bidin zarokan û rewşa wan binirxînin. Rêxistinên mîna UNICEF carinan dikarin bikevin van deveran û alîkariyek sînorkirî peyda bikin, di heman demê de Sterk hêvî dike ku heman derfet bidest bixe, rewşa zarokan bi çavên xwe bibîne û rasterast piştgiriyê bide wan. Ev yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku rêxistin pê re rû bi rû ye. Ji ber ku hewcedariya zarokan bi piştgirî û parastinê heye. Rêxistinê di salên dawî de gelek serkeftinên berbiçav bi dest xistiye, nemaze di baştirkirina rihetiya psîkolojîk a zarokan de. Ev hewldan ji hêla civakê ve nehatine paşguhkirin. Ji ber ku dê û bav guhertinên erênî di zarokên xwe de bibînin, ku bûye sedema zêdebûna piştgirî û beşdariyê di bernameyên rêxistinê de û xurtkirina baweriya bi rêxistin û karûbarên wê.”

Armanc avakirina nifşek zana ye

Jûliya Xelo ragihand ku deriyên Sterk ji bo her kesî vekirî û hemî kar û barên wê beramber, bêyî ti cudahî an şert têne peydakirin û wiha bi dawî kir: “Armanca sereke ya rêxistinê ew e ku zarokan hêzdar bike da ku bi zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, derbas bikin. Her bername an çalakiyek ji hêla rêxistinê ve tê pêşkêşkirin, çi perwerdehî be, çi kêfî be, çi jî ya pêşketinê be, beşdarî vê armancê dibe. Hevkariya di navbera dê û bavan û Sterk de hêmanek bingehîn e di hêzdarkirina zarokan de da ku zehmetiyên psîkolojîk û civakî derbas bikin û kesayetiyên saxlem û bihêz ava bikin. Armanca dawîn a rêxistinê ew e ku nifşek zana ava bike. Her serkeftinek ku ji hêla bername û çalakiyên ku ji hêla rêxistinê ve têne pêşkêşkirin ji bo zarokan û tevahiya civakê sûdmend e.”