Rêxistina Sara ji bo jinên li peravên Sûriyeyê bang kir
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan binpêkirinên giran ên li dijî jinên li herêmên bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de şermezar kir û banga bi dawîkirina kiryarên li dijî jinan, kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan binpêkirin û kiryarên li dijî jinan li herêmên peravê Laziqiyê û Tertûsê yên Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Rêxistinê Sara ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi beşdariya endam û nûnerên saziyan jinan li bajêr hate dayîn.
Daxuyanî ji hêla Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Zeyneb Elîko ve hate xwendin.
'Jin bi tundî û kiryaran re rûbirû dimînin'
Di daxuyaniyê de Zeyneb Elîko bal kişand ser zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan, bi taybet piştî belavbûna "komên tundraw" ku tawanên herî hovane yên wek kuştin, revandin û destdirêjiya zayendî pêk tînin. Di van du rojên borî de li bajarên Ceblê, Laziqiyê û Tertûsê li dijî jinên bi navên Eyşe, Xufran û Xaliye hatine kirin ku bi kuştin, revandin, lêdan û gotinên nefretê û mezhebî re mane.
Zeyneb Elîko di daxuyaniyê de hişyarî da ku berdewama bêdengiya desthilatda Şamê û nedarizandina sûcdaran, dê bibe sedema binpêkirinên zêdetir û dibe ku di pêşerojê de bêtir tawanên tund li dijî jinan pêk bên. Her wiha destnîşan kir ku ev pêkanîn ne yên pêşî ne û eger tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin, dê ne yên dawîn jî bin.
'Jinan ji destdirêjiyê biparêzin'
Di dawiya daxuyaniyê de Zeyneb Elîko piştgiriya Rêxistina Sara ji bo hemû rêxistinên jinan diyar kir û bang li hemû saziyên mafên mirovan û navneteweyî kir ku berpirsyarên tawanan bên darizandin û jin ji her cure destdirêjiyê bên parastin.