Rêxistina Sara: Hedefgirtina pêşengên şoreşê sûcên li dijî mirovahiyê ne

Rêxistina Sara ya bajarê Hesekê têkildarî hedefgirtina berdevka Rêxistina Sara ya Kobanê Helîma Mihemed Osman daxuyanî da.

Hesekê- Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a bajarê Hesekê têkildarî bombebarana balafirek bê mirov a dewlet Tirk li dijî wesayîdeke li Rojhikatê Kobanê ku di encamê de berdevka Rêxistina Sara ya Kobanê Helîma Mihemed Osman û hevjînê wê birîndar bûn, daxuyanî da. Daxuyanî li ber navneda Rêxistina Sara ya bajarê Hesekê ya taxa Merşo ji aliyê rêvebera rêxistina Sara ya bajarê Hesekê Fereh Mihemed Hemûd ve hat xwendin.

‘Jinên pêşeng di pêkanîna projeya xwe ya parastina rewa de bi ser ketin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her kes hêz û vîna jinan û destkeftiyên wan dizane, ji ber vê yekê ji îradeya wan ditirse. Em baş dizanin ku di her civakê de ger jin azad be û bi pêş bikeve, civak azad dibe û bi pêş dikeve. Ji bo wê jinên pêşeng tên hedefgirtin. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker pêşengên me hedef digre beriya niha bi dehan pêşengên vê şoreşê bi balafirên bê mirov hatin hedefgirtin. Gerek em jin hemû destên xwe bidin destên hev û li dijî planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin ji ber ku ev êrîşên dijmirovî ne. Her kesê dît ku çawa dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Nîsana 2024’an de berdevka rêxistina Sara ya Kobanê hedef girt. Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinan kar û xebatan dide meşandin hedefgirtina berdevka wê hedefgirtina hemû jinan e. Em bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî êrîşan şermezar dikin û ji bo parastina gelê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em daxwaza qedexekirina qada hewayî dikin.”