Rêxistina Paryan li Silêmaniyê alîkariya zarokên bi nexweşiya penceşêrê kir
Rêxistina Paryan a piştgiriya zarokên nexweş ên penceşêrê, di yekem çalakiya xwe de li Nexweşxaneya Hîwa ya Silêmaniyê, pêdiviyên dibistanê ji bo zarokên xwendekar dabîn kirin da ku piştgiriya perwerdeya wan bikin.
Navenda Nûçeyan – Îro li Nexweşxaneya Hîwa ya li Silêmaniyê, Rêxistina "Paryan" a piştgiriya zarokên nexweş ên bi penceşêrê, bi beşdariya hejmareke ji endamên xwe, yekem çalakiya xwe ya xêrxwazî li beşa zarokan a nexweşxaneyê li dar xist. Di encamê de, bi armanca misogerkirina berdewamiya perwerdeya wan û piştgiriya xwendina wan, pêdiviyên xwendinê ji zarokên bi penceşêrê re hatin peydakirin.
Jiyan Seîd, endama damezrîner û cîgira seroka Rêxistina "Paryan" a zarokên nexweş bi penceşêrê got: “Armanca me ew e ku em bi riya rêxistina xwe peyamek mirovî bigihîjînin. Bêyî cudakariya zayendî, em armanc dikin ku bi peydakirina piştgiriya madî û manewî, nemaze ji bo zarokên nexweş, alîkariya nexweşên penceşêrê bikin û wan kêfxweş bikin.”
Jiyan Seîd wiha domand: "Weke yekemîn çalakiya rêxistina me ji bo piştgiriya zarokên bi penceşêrê, di vê çalakiyê de hemû pêdiviyên dibistanê ji bo sala nû ya xwendinê ji xwendekaran re hatin peydakirin. Bi vê gavê, em dixwazin ji zarokên bi penceşêrê re bibêjin ku tu nexweşiyek nikare wan ji gihîştina armancên xwe bide sekinandin. Her wiha me ji bo zarokên din ên ku li derveyî temenê xwendinê ne jî pêdiviyên din amade kirin.”