'Rêxistin û yekîtî riya gihîştina çareseriyeke rastîn û berfireh e'

Beşdarên konferansa pêkhateyan a ku hatibû lidarxistin, tekez kirin ku ev konferans yekîtiya herêmê nîşan dide û gotin: "Rêxistin û yekîtî riya herî baş e ji bo gihîştina çareseriyeke rastîn û berfireh."

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Di 8'ê Tebaxê de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê li hev civiyan û konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan bi dirûşma "Bi hev re ji bo pirrengiyek ku yekîtiya me xurt dike hevkariyek ku pêşeroja me ava dike" li dar xistin. 400 delegeyên ku nûnertiya pêkhateyên cihêreng ên herêmê dikin, partiyên siyasî, saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê her wiha nûnerên mezheb û pêkhateyên etnîkî û olî yên herêmê beşdarî konferansê bibûn.

Armanca vê konfransê ew bû ku cihêrengiya etnîkî, olî û çandî di pergalên siyasî de were xurtkirin û destûrek demokratîk were pejirandin ku rêveberiya nenavendî û beşdariya bibandor a hemû pêkhateyan, garantî bike. Konferans di demek hesas de hat lidarxistin, lê dîsa jî rastî gotinên nefretê, kampanyayên serhildanê û tahrîfkirinê hat. Ji bo balkişandina ser beşdariya hemû civakan di konferansê de û pêşniyarên ku ji wê derketin, ajansa me bi jinên ji civakên Ereb, Suryan û Ermen re civiya.

'Hebûna pêkhateyan hêz û mozaîkek çêdike'

Hevseroka Meclisa Bajarê Hesekê Xatûn Îsa ku ji pêkhateya Suryan e got: "Civaka Suryanî yek ji gelên xwecihî yên herêmê ye û ne destwerdanê nake. Hebûna wê di konferansê de girîng bû, bi taybetî di qonaxa niha ya Sûriyeyê de. Hebûna hemû civakan hêz û mozaîkek peyda dike ku yekîtiyê nîşan dide. konferansê bê cudahî hevgirtinek mezin di navbera civakên herêmê de nîşan da. Hebûna jinan di şoreşê de pir girîng bû ji ber ku wan hêza xwe îsbat kir. Jin di vê qonaxê de xwedî roleke pir girîng in û bê wan em ê nikaribin tiştekî bi dest bixin, ji ber ku mijara civakê bi mijara jinan ve girêdayî ye."

Rêxistinbûn û yekîtiya neteweyî

Xatûn Îsa destnîşan kir ku riya yekane ya ber bi aramî û ewlehiyê ve xurtkirina hevgirtin û yekîtiya neteweyî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji ber ku hêz ji yekîtiyê tê. Di konfransê de banga organîzekirina konferansek bû ku hemû Sûriyeyiyan di nava xwe de bigre, bi taybetî di vê serdema hesas de, bi armanca avakirina neteweya demokratîk, piralî û ne navendî. Em rêxistinê weke hêz dibînin û bêyî wê ji bo tu pêkhate yan takekesên civakê edalet û maf tune ye. Bi riya rêxistina xwe, me ji xwe re hêzeke têkneçûyî ava kiriye û em ji qalikê ku civakê bi hezaran salan girtiye derketine. Ev hemû bi rêxistin û yekîtiyê hatine bidestxistin."

'Diyaloga Sûrî-Sûrî riya pêşeroja hevpar e'

Cîgira Desteya Jinan ji pêkhateya Ereb Wasayif El-Dandah jî da zanîn ku yekîtiya gelan di şoreşê de serkeftina pergaka neteweya demokratîk bûye û wiha axivî: "Yekîtiya pêkhateyan bingeha avakirina Rêveberiya Xweser û pergala neteweya demokratîk bû. Dema ku nûnertiyek dadwer a pêkhateyan hebe ku xwedî şiyana derbirîna nêrîn û nîqaşkirinê be, ev diyar dike ku projeyek dadwer e, edaletê li her kesê dike û mafên wan dide wan. Ev jî wê dike projeyek bi bandor û rastîn li ser erdê. Konferans xwedî girîngiyek cuda bû, ji ber ku hemû pêkhateyan li hev kom kir. Her wiha nîqaşên konferansê tekez kirin ku diyaloga Sûrî-Sûrî tenê dikare bibe riya pêşerojeke hevpar û mafên pêkhateyan biparêze. Yekîtî û hevkariya pêkhateyan gelek girîng e ji bo pêşeroja Sûriyeyê."

'Guhdarîkirina li hev çareseriya herî rast û berfireh e'

Wasayif El-Dandah diyar kir ku mudaxeleyên derve dibin sedem ku alozî û krîzên li Sûriyeyê kûrtir bibin û got: "Ev mudaxele biryarên ne rast li ser gelê Sûriyeyê ferz dikin. Divê rola van dewletan tenê piştevanî û destekdayîn be da ku aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Em dixwazin hemû pêkhateyên Sûriyeyê li Şamê li hev bicivin û konferansa xwe li dar bixin. Ji ber ku di vê qonaxê de guhdarîkirina dengê hemû pêkhateyan riya herî baş e ji bo çareseriyeke rast û berfireh."

'Yekîtiya pêkhateyan mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê dixe bin temînatê'

Endama Partiya Yekîtiya Ermenî Gohar Xecedoryan qala pergala neteweya demokratîk kir û wiha vegot: "Weke pêkhateya Ermen, ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve em dixebitin û em meyldarên pergala neteweya demokratîk û jiyana hevbeş in. Em dikarin xwe birêxistin bikin û Konseya Civakî ya Ermen ava bikin da ku piştgiriya hev bikin. Piştre Yekîtiya Jinên Ermenî hat damezirandin da ku wan bi pêş bixe, perwerde bike û rola wan di civakê de çalak bike. Her wiha çanda Ermenî ji nû ve belav bike. Pêkhateya Ermenî di konferansa pêkhateyan de roleke çalak lîst. Jinên Ermenî di konferansê de banga xebateke berfirehtir û dijwartir kirin da ku yekîtiya jinan bê avakirin û fikra pergala neteweya demokratîk li seranserê Sûriyeyê belav bikin."

Konferansê hemû pêkhateyan temsîl kir

Gohar Xecedoryan tekez kir ku îdiayên piştî konferansê derketin holê rast nîn in û wiha bi dawî kir: “Civîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê gefê li Sûriyeyê yan gelê wê naxwe. Ehmed El-Şeraa îdia kir ku ev konferans hemû Sûriyeyê temsîl nake. Beravojî wê ev konferans yekîtiya gelan nîşan dide. Nîqaşên ku piştî konferansê çêbûn tenê hewldanên ji bo sabotekirina konferansê û têkbirina pergala neteweya demokratîk in.”