Li Yemenê di êrîşên Hûsiyan de 150 sivîl hatin kuştin
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê ragihand ku ji ber êrîşên herêmî yên koma Hûsî di demeke kurt de 150 sivîl hatine kuştin, bi hezaran kes koçber bûne û krîzeke mirovî ya mezin li welêt derketiye holê.
Navenda Nûçeyan – Yemen bi salan e di nav şerekî çekdarî yê aloz de ye ku bûye sedema krîzeke mirovî ya berfireh. Tevlîbûna aktorên herêmî bûye sedema hilweşîna xizmetên bingehîn û êşa sivîlan a li bajarên cuda girantir kiriye.
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê di daxuyaniyekê ku ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan ve hatiye weşandin de, ragihand ku ji 3’yê Îlonê ve di êrîşên koma Hûsî (Ensar Allah) de li Taîz, Hudeydayê û Maribê 150 sivîl hatine kuştin û 200 kes jî birîndar bûne.
Şer û koçberî mezin dibin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komê di heman demê de êrîşên xwe yên bi mûşekên balîstîk, dron û çekên giran zêde kirine; deverên niştecihbûnê, kampên koçberên navxweyî û rêyên ku sivîlên ji pevçûnê direvin bikar tînin, hedef girtine. Her wiha hat diyarkirin ku ev zêdebûn bûye sedema koçberbûna nêzîkî 85 hezar kesan, wêrankirina milkên berfireh û bêparkirina malbatan ji mal, debara jiyanê û pêdiviyên bingehîn.
Wezaretê da zanîn ku nêzîkî 2 hezar kes ji ber tundiyê reviyane û gihîştine Cîbûtiyê; ev yek jî nîşan dide ku krîza mirovî ji Yemenê wêdetir belav dibe.
Banga lezgîn ji bo civaka navneteweyî
Wezaretê, bi dîtina berpirsyariya van binpêkirinan li ser Hûsiyan, bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan û Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan kir ku gavên lezgîn bavêjin daku hedefgirtina sivîlan bidin rawestandin û tedbîrên parastinê xurt bikin.
Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê daxwaza parastina tavilê ya kesên koçber, kampên wan, karwanên tahliyekirinê û navendên tenduristiyê kir. Her wiha daxwaza azadkirina kesên hatine revandin û bi awayekî kêfî girtin û zelalkirina çarenûsa kesên winda kir. Wezaretê destnîşan kir ku koma Hûsî (Ensar Allah) hîn jî li ser daxuyaniyê tu şîrove nekiriye.
Li eniyan guhertin û nexşeya nû
Di rojên dawî de di nexşeya kontrolê de guhertinên girîng çêbûne; Hûsiyan ragihandin ku wan li perava rojava gelek deverên cuda û her wiha giravên li Deryaya Sor, di nav de Girava Mayyun a li Tengava Bab El-Mandebê, kontrol kirine.
Di bersivê de, hêzên hikûmetê ragihandin ku li bajarokê sînorî yê Erebistana Siûdî, El-Cewf, dest danîne ser hin deveran û ber bi paytexta parêzgehê, El-Hazmê ve pêşve diçin. Her wiha wan îdîa kir ku li Moşa û derdora wê û her wiha li Taîz, Lahc û El-Dhale li dijî çeperên Hûsiyan êrîşên hewayî pêk anîne, wesayîtên leşkerî û platformên çekan ji holê rakirine û êrîşeke berfireh a li ser Maribê paşve xistine.
Ev pêşketin di dema zêdebûna pevçûnên di navbera her du aliyan de ji destpêka Tîrmeha 2026’an vir ve pêk tên, ku ev yek berfirehbûna operasyonên leşkerî û encamên wan ên mirovî yên giran nîşan dide.